Konê Reş: Ey Xwedan! Eve Qenciya ku me bi misilmantiyê re kiriye?! Çima Şahî bi Şîniyê hat guhertinKonê

Share Button

5963_463167797102453_378174708_nEy Xwedan! Eger ola Hz. Muhemed rastirîn û dawîtirîn ol be,

Em gelê Kurd netenê ji vê olê ne, lê belê,

me gelek xebat û bizav jêre pêşkêşkirîiye..

Di duyemîn qûnax de Selahedîn Eyûbî

ev ol ji talanên Xaçparêzan parastîye,

Mala pîroz li Qudsê ji destê Firenceyan rizgarkiriye..

û Kurd bûn yên ku; rêçekên misilmantîya

Qadirî û Neqişbendî di rojhilata navîn de belavkirine…

Ey xwedan! em jî misilman in,

neyarên me jî misilman in..
kî dikare, mirîd, sofî, feqî û melayan

ji yên Kurdan bêtir bibînî..

kî dikare, keskên li ber serê gorê mirîyan,

 ji yên goristanên Kurdistanê bêtir bibînî..

kî dikare şêx, beg û mîrekên ku binijadî

xwe dighîn in Haşim û Qureyşîyan,

ji yên Kurdan bêtir bibînî!

û kî dikare, seyidan ji seyîdên çiyayên

Kurdistanê bêtir bibînî..

Çima Ey Xwedan! Di cejnek pîroz de,

kevok bi destê misilmanên te bêne perpitandin..?!

Şaxzeytûn, bêne şewitandin..?!

Eve Qenciya ku me bi misilmantiyê re kiriye?!

Şahî bi şîniyê bê guhertin?!

Konê Reş

Qamişlo, Newroz, 21ê adara 2015

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...