Konê Reş: Apê Mûsa Anter (1918 – 1992) Û Strana Kimil

Share Button

Di sala 1958 an de, apê Mûsa Anter û çend hevalên xwe: Avokat Canip Yildirim û Ebdurehman Efhem Dolak589- موسى عنتر rojnameyeke rojane li Diyarbekirê, bi navê Ilerî Yurt/Welatê Pêşketî/ weşandin. Hingê armanca wan ji weşandina vê rojnameyê ku doza Kurdî di nav xwendekarên Unîversîtî de belav bikin, da ku serwxtî rewşa Kurdistanê bibin. lê ji ber gotarekî Apê Mûsa bi navê Kimil, ew û herdû hevalên xwe hatin girtin. Hingê Apo Mûsa straneke Kurdî kiribû nav gotara xwe de, ew stiran ji devê keçek Siwêreklî girtibû, evin çend malik ji wê stiranê:

Bi çiya ketim lo apo, çiya melûl bûn rebeno

Ceh seridîn lo apo, genim hûrbû avdalo

Kimil hatî lo apo, bi refaye rebeno

Xuar genimî lo apo, hiştî kaye rebeno

Hat kimilî lo apo ji zozana lo apo

Xuar genimî lo apo li me xezana li apo

Ro hatibû li apo wexta dana lo apo

Pez herikî lo apo ser şivana rebeno

Çar kulek man lo apo li ser guhana rebeno..

Bi weşandina Kimil re di Ilerî Yurd de, piraniya rojnameyên Tirkan yên wê demê li dijî Apê Mûsa û hevalên wî sekinîn ta ku dewletê rojnameya wan bi sekinandin dan û ew û hevalên wî girtin, lê di roja 11/12/1959 an de, ew berdan belê piştî berdana wan bi şeş rojan ango17/12/1959, careke din Apê Mûsa tevî /49/ hevalên xwe hatin girtin bi sûcê Kurdayetiyê û komonistiyê

Konê Reş, Qamişlo, 26.07.2014

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...