Amûdê! Bela xwîna wan her şeş şehîdên, berî salekê, di kolanên te de gorî rizgarkirina Şingal, Zemar û Kerkûkê binِ
Amûdê! Her şeş şehîdin û jibîra me dernakevin.. Belê xwîn bi xwînê jî nayê şûştin û sal bi paş de venagerin.. Ew jî tebayî şehîdên Kurdistanê..
Bêguman, kuştina wan xerabî bû û çendî mirov tiştê xerab tev bide, wê bêhna xerab jê bifûre.. Vêca, di vê qonaxa dîrokî de a ku Kurdistan têde, ber bi azadî û rizgarkirinê derbas dibe; Şingal Zemar û Kerkûk li maka xwe vegeryan e, ez bi hêvî me ku di roja 27.06.2014an de, bi tenê em mûman di kolanên Amûda Bavê Mihemed de vêxînin. Belê Amûdiyên Çavreş! Bawer bikin vêxistina wan mûman xweş protesto, bîranîn û wefadariye ji canê wan şehîdan re.. Ji xwe pêdiviya me di van rojên dîrokî de, ji her rojê bêtir bi yekîtî, biratî û hevgirtinê heye.
Konê Reş, Qamişlo, 26.06.2014