KOMKAR: Em di 30 salîya salvegera şehîdbûna wî da Ali Xoce bi giramî bibîrtînin

Share Button

Ji ser kuştina şervanekê mêrxas ê rîya azadîyê, şehîdê welat Remezan Adıgüzel re 30 sal derbazbûn. Îsal 3ê Gulanê salvegera kuştina Ali Xoce (Remazan Adıgüzel) e.

Ali Xoce bi destên hezên tarî, bi destê dijminên gel hat şehîdkirin . Ali Xoce berîya ku ji welat derkeve gelek caran ji alîye dewleta Tirk û hezên asayişe va hat girtin , hat hepskirin. Gelek caran teda, lêdan û îşkence dît. Piştî ku derket dervayî welat wî kar û barên xwe yên siyasî li Elmanya ajot.

Alî Xoce li wir ket nav refên KOMKAR ê, çawa li welêt wusa jî li dervayî welêt jî bê westan kar dikir. Ji ber vê yeke jî wek kelemekî ket çavên xêrnexwazan û neyaran. Gelek caran hat tehdît kirin. Lê ji rîya xwe venegerî. Em di 30 salîya salvegera şehîdbûna wî da Ali Xoce bi giramî bibîrtînin.

Gelê Kurd ewladên xwe yên xwedî xîret, fedekar û têkoşer ji bîr nake.

Remezen Adigüzel ê herdem di şerê azadîya gelê Kurd û Kurdistanê de bijî.

Komîta bihêztir kirina KOMKAR Almanya

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...