Berpirsên dergeha Sêmalka a di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye, tekez kir ku hejmara hatina penaberan ber ve Herêma Kurdistanê ve li gorî hefteyên bihurî gelekî kêmbûye, her wiha di heman demê de bang li Herêmê kirin ku dergeha sînor li pêşberî tevgera bazirganiyê vekin.
Berpirsekî ji komîta ku dergehê birê ve dibe ji PUKmedia yê re ragihand, herjmara panaberên ku sînor derbas dikin û berê xwe didin Herêma Kurdistanê li gorî hefteyên bihurî gelekî kêm bûye, û diyar kir ku rojê nêzî 500 kes xwe li riyên qaçax dixin û derbasî Herêma Kurdistanê dibin, her wiha diyar kir ku deriyê sînor tenê ji bo rewşên mirovahî ên teybet vekiriye, wekî din tekez kir ku rojê nêzî 200 keseî deriyê sînor derbas dikin û berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê.
Serokê komîta DBK a ku dergeha sînor birêve dibe Sadon Mustafa daxuyakirin ku ew ji aliyê xwe ve hêvîdarin, hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî pêşniyarên komîta şopandina rastiyan a Kongira Netewî a Kurd tevbigere û dergeha sêmalka bo tevgera bazirganiyê di navbera her du aliyan de veke, ji ber ku ev dê rê li ber kocberiya ji Rojava ve berve Herêma ve bigre.
Çend kocberan ji PUKmedia yê re di hevpeyvînekê de, tekez kirin ku yek ji sedmên kocberiya wan ji Rojavayê Kurdistanê rewşa aborî ê xirab e, her wiha diyar kirin ku ambargoyeke giran ser bi Rojava ve tête kirin, çi ji aliyê komên çete ve be ên riyên sereke birîne, û çi ji aliyê daxistina dergehên sînoran be ên bi dewletên derdorê re.
Wekî din çend tîmên ji bo ji nûve çêkirinê li derdorê pira ser avare a har du aliyên bi heve girê dide hatine dîtin, hinek çavdêran diyar kirin ku ev tîm, pirê ji bo tevgera bazirganiyê amede dikin eger di demek pêş de bête vekirin, lê ev yek ji aliyê tu berpirsekî ve nehat piştrast kirin.
PUKmedia