Ji ber wê pêşwaziya germ a ku li koçberên Mesîhî hat kirin û hevkarîkirina wan, keşeyên bajarê Mûsilê spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd kirin, ku heta niha ji xeynî Kurdan hîç alî û welatekî hevkariya wan nekiriye.
Doh sêşemê 8 keşeyên bajarê Mûsilê piştî ku xwe gihandin Herêma Kurdistanê û li qezaya Enkawe ya Hewlêrê bicîh bûn civînek lidar xistin û piştre beyannameyek belav kirin û di têde helwîsta Herêma Kurdistanê bilind dinirxînin.
Di beyannameya keşeyên Mûsilê de ku Patrîk Luis Rufaîl Sako serokatiya wan dike û wiha tê gotin: “Bi hevahengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnerê Mesîhiyên Mûsilê, komîteyek bo serpereştîkirina koçberan hatiye pêkanîn, daku bi vê rêyê baştir hevkariya wan bê kirin û di vê derbarê de sipasiya Herêma Kurdistanê dikin.”
Beyannameya keşeyên Mûsilê wiha berdewam dike: “Em wek keşeyên bajarê Mûsilê, bi hemû çîn û tebeqeyên xwe ve li Enkawe ya bajarê Hewlêrê civiyan û bi rastî şok bûn li beramber wan bûyerên li Mûsilê diqewimin ku hevwelatî tenê ji ber sedemên olî tên kuştin û derbiderkirin, evna jî tawaneke dijî hemû mirovayetiyê. Loma em daxwazê ji hikûmeta Iraqê dikin ku di zûtirîn dem de silametî û ewlehiya Mesîhiyan û hemû kêmneteweyan biparêze û hevkariya malbatên koçber bike.”