Piştî ku DAIŞ’ê di serî de Mûsil û gelek cih desteserkirin, leşkerên Iraqê Kerkûk terk kirin. Kerkûk bi giştî ket bin kontrola pêşmergeyan.
Berdevkê pêşmergeyan Cabbar Yaver, diyar kir ku Kerkûk bi giştî ketiye destê pêşmergeyan û got di rewşa heyî de li Kerkukê tu leşkerên Iraqê nemane.
Kerkûka ya ku gelheya wê 1,2 mîlyone, li navenda herêma petrolê ye. Çeteyên DAIŞ’ê piştî Mûsil desteser kirin li dijî Kerkûkê dest bi êrîşan kirin. Li derdora bajêr gelek navçe ji ber ku artêşa Iraqê berxwe neda ket destê DAIŞ’ê.
Lê hêzên pêşmergeyan hinek cihên Kerkûkê ji destê DAIŞ’ê girt. Di encama pevçûnên dijwar de gundê Tîl el-Werd ji destê DAIŞ’ê hat girtin. Bi vê re artêşa Iraqê bajarokê El Multeka ji DAIŞ’ê girt.
Her wiha pêşmergeyan diyar kir ku xeta stratejîk ya herêmên Becî, Hawîce û Riyaz bi hev re girêdidin jî girtine dest. Navê vê çatarê Fetheye.