Jiyana Salihê Heydo di semînerekê de li hola Cegerxwîn

Share Button

6

 Di 26 / 2 / 2016 li hola Cegerxwîn li tilhecera Hesekê Mamoste Faris Osman semînerek sînevîyonî li ser Jiyana mamoste, helbestvan, nivîskar û lêkolînerê Kurd Salihê Heydo pêşkêş kir, hêjayî gotinêye ku ev semîner ji hêla Rêxistina P.D.P.K.S şaxê Hesekê hat amadekirin, di vê semînerê de jiyana Salihê Heydo bi hûrgilî hate şirovekirin digel deng û reng û xwendinê, her wiha emzekirina şeş pirtûkên wî yên nû çapkirî jî hat kirin digel pêşangehekê ji hemî pirtûkên Salihê Heydo yên çapkirî ku Heya niha hejmara wan gihîştîye 23 ê pirtûkan. Ev semîner hat li darxistin bi amadebûna cimawerekî pir ku hemî hezkirîyên wêje û çanda kurdî bûn. Di dawîyê de merqdarên pirtûkên kurdî hatin û pirtûk bi emzekirina Salihê Heydo hatin kirin û hilanîn, her wiha Salihê Heydo pirtûkên xwe yên nû çapkirî dîyarî navenda Cegerxwîn ya P.D.P.K.S kirin û bi çoşek xurt semîner bi dawî hat.

26 / 2 / 2016

Hesekê

dimoqrati.info

1

5

3

4

2

712421814_933989503357806_1380869819_n81

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجيد 636 من جريدة الديمقراطي

صدر العدد الجديد 636 من جريدة الديمقراطي وهو عدد خاص برحيل الرفيق عمر جعفر عضو ...