Xemgînim ez ji derdê we li vê rê
Rê dibirin qet naghêne ser pirê
Pire vaye bo berî dane reşî
Piştî ku dem hate bo me ser sirê
Li hev nakin ji bo razîkirne kê
kî dikanê bighînê hev navbirê
Kurdewarî dirişme dûre ji doz
Dûrî armanc, ketne bi derdê ferê
Armanc çîye, ku bi hev nekne bawer
Bi yek rêzî negerînin vê gêrê
Dijmin li we rê digrê bi destê we
Bi zikreşî li şerê we dinêrê
Bav û bira, ap û pismam li dij hev
Ji xwe`r neyar arvanê we dihêrê
Duber bûne rêz û hêza me`y giran
Şûnî berjor berî dane vê jêrê
Cerg û hinav li me pûç kirin bê sûd
Dil û kezeb bo kê didne ber kêrê
Tev dizanin, dem hatî bo me kurdan
Ronî daye, rê dighê ser wê pirê
Piştî pirê, azadî û felat tê
Çima hûn tev pif dikine vê çirê
Pir ji we ez dil giran dil bi êşim
Eger nebne yekrêz li ser vê berê
——————————————-
EHMED QASIM