Idîna dem alîkariya nelihevkirina kurdan nakê

Share Button

احمد قاسم. Guman li ser vê yekê nabê ku lihevnekirina kurdan idîna talûkeyên mezin bi xwe re tînê pêşberî tevgera siyasî ya kurd û kurdistanê. Di çarçêweya ev şer û pevçûn û tevlihevîya li Rojhilata navîn rû didê, nayê wê gumanê ku wê rewş wek xwe û li gor berê bimînê. Bê guman, herêmên Rojhilata navîn wê venegerê wekî berê ji ber sedemên bingehîn ku berî herêmê ber bi guhertinin mezinva dajon. Em dibînin, ku bi van şer û pevçûn û tevliheviya herêmê re, siyasetin dewletin desthilatdar di warên pêşesazî û aborî û teknolocî de li beramberî herêmê ber bi hevrêzîyeke nuh ve diçê. Ew hevrêzîya nuh li ser bingeha binyadin bercewendiyên van dewletan wê bi rêkevin, li gel danîna sazumanin niştîmanî û xwe girtî, bibne egerê rewşeke daniştî û lihevhatî, û parastina pêdivîyên jiyanê ji bo hewlatîyan da ku civateke xwe ragir û danîştiyane ava bikin ji bo du sedemên sereke: yek, nehîştina hembêza civakî ya germ ku di demên berê de bibû oxila terorê. Ya din, pêşî li koçberî û penaberiya ber bi Ewropa û Emrîka û Istiraliya û welatin dind de yên hêmenî û asayîşî ya xwe girtî, li gel jiyaneke parastî di warê azadî û bidestanîna pêdivîyên jiyanê. Sed sal temenê dagirkerîya kolonyalî û desthilatdarên Dîktatoran li ser serî vê herêmê bibû sedema li paşmayîna civakê di hemû warin mirovetî û çonetîya mirovetîyê. Lomajî, Oxila terorê ji vir de dest pêkiribû. Ji ber avakirina dewletin bi navên netewî û di rastiya xwe de pir netewin li gor nexşeya Saykis-Bîko. Ya din, ev dewlet ketin destin Dîktatorên ji netewekî, bê ku netewên din bibne hevparê desthilatdariyê, û li şûn xwe setemkarî û zordestî û bêparî hîştine bi ajotina siyasetên necadperestî û şovenist bi şêwakî ji şeweyên faşîzmê. Ew netewên bê par ne azad bûne pirojeyê tevlihexistina civakîyeke ne daniştî li hêlekê, û li hêla din bûne egerên tirsê di her demê de, ku dem lê werê wê biteqînê û şerekî li navçeyê vêxînê wekî me şopandîye di sed salên borî de. Ji wan miletanjî, ewên bê par mane ta vê rojê, miletê kurde. Wekî ku bûyer nîşan didin, û helwêsta civaka navdewletî li hemberî bûyeran, li gel destêwerdanên dewletên mezin û sereke li nava bûyeran, û raghandinin wan, û birêveberîya wan ji kirîzên ku li Rojhilata navîn rûdane re, û di pêşîya wan kirîzan de, kirîz û şerê li nava Sûrî û Îraqê de, ku bûye navnîşana pirojeya guhertinin mezin li Rojhilata navîn. A niha, xem û derdên civaka navdewletî çonetîya nehîştina terorêye di navçeyê de, û jê bi şûn ve, pirojeya nehîştina hembêza ku teror tê de oxila xwe davêje. Ewjî, tê wateyê, ku sedemên min nîşan dane, bûne pergal û hebûna terorê, pêwîste ji kok de hilkişînin. Bo van destekarin mezin û bikaranînin fakterên li herêmê di ser serî sazuman û rêjîmin desthilat re, pirojeya guhertinê gav bi gav bi rêva dibin. Emerîka û Rûsiya wekî herdu dewletên sereke, kirîza li herêmê bi rêva dibin, lê heta niha pirojeya xweyî pêşerojê destnîşan nekirine, tevî nelihevîyeke kûr di nava herdiyan de heye, nemaze li ser pêşeroja Sûrî ku dibînin pêngava serekeye di guhertinên Rojhilata navîn de. Ev guhertin bê fakterin navçeyê mehale bi serî bibin. Yek fakter ji wan fakterên sereke ku dikanê, û li bercewendiya wîye ev guhertinin bi pergal û bingehîn, faktera Kurde. Çimkî kurd mezintirîn miletên ku di sedsala borî de bê parbûye û êşkênca bindestî û setemkarî û perçebûnê kêşandî ye, ew fakterê ku bawerî pê dibê di şerê terorê de, her wehajî wekî destekarekbê ji bo guhertinên bi rêda. Lê pirsa giring ewe, ka kurd çqas amadeye da ku bibê faktera pêwîstîdar ji dewletin mezin re, wekî Emrîka û Rûsiya re? Bê guman, gava miletek bixwazê li çareseriya serê xwe bigerê, berî her tiştî yeketiya xwe pêk tînê, û serkirdeyên xwe vedibjêrê. Ev pêzanîneke serekeye ji pêvejoya tevgerên azadîxwaz re. Li pêlepûçka duwemîn pirojeya xwe li dar dixê, û têda bala nifşên din ji netew û civakên herêmê ber bi xwe de dikşînê, û wan dilniya dikê ku ev piroja wana ji xwe re dirişm û armanc nagrê, ji wê bîtir, ev piroje dikevê xizmeta danişt û haştiya herêmê li gel cîbicî ananîna mafên gelê kurde, ew mafên ku li dirêjîya sed salan ji alîya desthilatdaran ve hatîye binpêkirin. Îro dem hatîye ku kurd jî bighêne azadiya xwe bê ku dijminatî bi ti miletan re bikşînê, belkî bîtir dostanî gelên hawîrdor bikê piştî ev desthilatdarên dîktator ji ser milên wan hilweşin û bikevin, û ewjî bighêne azadîya xweyî kesayetî. Ji xwe baweriya dewletin birêvabir ji bo guhertinin Rojhilata navîn bi dostaniya kurdan bê gumanin. Lê çendîn kurd amadene ji vê dostanîyê re, di demekê de, ku kurd ne li ser hevin û ne yekrêzin. Di rastîyê de, jihevketina tevgera azadîxwazîya kurdan li ser hebûna xwe talûkîyeke rasteqîne peyda dikê. Çiku eger dem hat û pirojeya guhertinan destpêkir, kesî li bendê kurdan bisekinê di wê demê de namînin, wekî Saykis-Bîko. Yanî, pêwîste kurd ji demê re amadebin ji bo pirojeya azadî û çareserîya serê xwe, da ku demjî alîkarbê ji xebat û berxwedana kurdan re ji bo azadî û serxwebûnê. Amadekarî jî, tiştekî pêwîst û giringe “ yekrêzîya tevgera kurdî “ li her perçakî, û lihevkirineke kurdistanî li seranserî her çar perçan heger di bin pêkanîbûnan mekevê. Lê careke din pirsa mezin ewe, gelo ev rewşa ku kurd xwe têda dibînê alîkare ji bo yekrêziya tevgera netewî ya kurd? PKK serî xwe li hêlekê dikşînê û kesî li ber çavê xwe nabînê, tevayî tevgerê dibînê nûker û xayîn û dijminê gelî kurdin. Li her perçakî kurdistanê baskekî xwe bi navekî cûda cûda damezrandî, û her baskek jî sed kêşeyî li dû xwe ve radikşînê. Ev ji bili ku di her perçeyekî kurdistanê de bi dehan rêxistin û partî hetine damezrandin, kes nizanê ku evana ji kîjan kanîyê avê vedxwin. Li kêlek çend partiyên sereke ewjî neçar û bêçare mane di nava vê tevlihevîyê û lihevnekirinê de. Bê guman, tevî vê tarîyê jî, merov ne bê omdîye ji tevgerê, çiku motika yekrêzîyê heye ku li şûneke paqij werê danîn. Ez dibêjim çareserî pêwîste wusa bibê: Di her perçeyekî kurdistanê de yekrêzîya tevgerê wekî serbixwe rû bidê. Di pêşîyê de di navbera partiyên sereke de, wekî hevpeymanên istiratêcîk li ser bighêne hev lihev bikin. Li qonaxê duwemîn, partî û rêxistinên din werin li ser hevpeymanê erê bikin piştî têbênîyên xwe pêşkêş bikin û bixne nava gengeşekirinê. Li qonaxê sêyemîn amedekarî ji kombûneke taybetra bê, têde herçar encûmenên ku hatine encam dan ji li hevkirina tevgera her perçakî amade bibin, û amadekarî ji bo pirojeyeke netewî û parastin û asayîşa netewa kurdistanê bikin, û li ser wê bingehê, idîna amedekarî ji kongira netewî û kurdistanî re bibê. Lê ku PKK li gor ecîndeyên xwe yên taybet banga kongir bikê, û PDK ya başûr li gor xwe, û her wiha YNK û yên din, ez dibêjim ev hemû bangewazî nîşanin nelihevkirinêne, di demekê de, ku kurdistana sûrî ketîye bin destê PYD û ew tu hêzên din ji xwe re hevpar nabînê. Ne tenê wusa, hewl didê ku tu partîyên din ji bilî wî li ser zemînê nemînin, yên bixwazin bimînin dibê di bin baskên wîda bin… û bi zora çekan. Ji ber vê yekê, ez dibêjim bangewaziya PKK careke din ji bo li darxistina kongira netewî, ji bangewazî derbastir nabê, û di navbera wî û PDK ya başûr de cûdahîyên bê ser û bê ber hene. Û ez bawer dikim ku werê û rû bidê, PKK û ti partîyên din li ser ti istîratîcîyê li hev nakin. Mixabin eve rewşa tevgera kurdî ye, ku îro derfeteke zêrîn hetîye eger em liser hevbin eme destxistinên mezin bi dest xweva bînin, û kurd wê kurdistanê bighînin çareserî yê. Ez bawer dikim ku idî dem alîkarîya nelihevîya kurdan nakê, û dijminên kurdan di tevgereke awarteda ne ji bo kurd neghêne desthilatdariya xwe.. zanibin ku ew kantonên li kurdistana sûrî jî hatine raghandin ji alî PYD de ji me re nabne motik û mîna azadîyê, û ewjî şêweyeke ji şêweyê pîlanên dijminanin di rojên tengasîyê de. Bila em ezmûna şoreşa eylûlê li sala 1970-1975 an û hevpeymana Cezayîrê ji bîr nekin. Tevî ku hevpeymana 11 azarê bi şêwakî yasayî û destûrî hatibû raghandin, lê ku rêjîma Îraqê derfet ketê hemû hevpeyman binpê kir û şer ji nuhda raghand ta çû hevpeymana Cezayîrê. Duh bû, Beşar Esed raghand û got, ev kantonana demkînin, piştî em terorê nehêlin, ewjî namînin. Û hinanjî PYD dibêjê ev destkeftîyên mene bi xwînî şehîdan, em kesekî bi xwe re nakne hevpar. Eger ev rewşbê, ew banga PKK ji bo li darxistina kongireyeke netewî tê çi wateyê? ————————- EHMED QASIM 9/12/2016

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 88 من جريدة التقدمي

  صدر العدد (88) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في ...