Hewlêr(Rûdaw) – Nêzîkî 10 salan e ew li ser pişka Kurdan wezîrê derve yê Iraqê ye. Hin caran wisa xuya dike ku ti sûda vê postê ji bo Kurdan nebû. Lê wezîrê derve yê Iraqê Hoşyar Zêbarî wiha dibîne ku gellek ji Kurdan re kiriye û dibêje ku eger ew ne li Bexdayê ba, niha 30 konsulxaneyên welatan li Hewlêrê nedibûn. Herwiha dibêje ku eger kesekî din li şûna wî ba, ji bo her kêşeyeke kurdî kêşeyek din pêk dianî. Zêbarî di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de li ser hin babetên din jî diaxive, wek proseya aştiyê li Tirkiyeyê, pêwendiyên di navbera Îranê û Amerîkayê de, herwiha pêkanîna hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê.
Rûdaw: Heftiyeke li New Yorkê civînên we hene. Hûn nêzîkî 10 salan e ku wezîrê derve yê Iraqê ne. Çi cudahî di navbera civîna salane ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya îsal û yên salên borî de hebû?
Hoşyar Zêbarî: Ev cara yazdemîn e ku beşdarî civîna NY dibim. Îsal gellek ciyawazî ji salên borî hebûn. Derbarê Iraqê de gellekî guhertî bû. Ev yekem car bû em têne vê civîna giştî, piştî ku welatê me ji tevaya sizayên ku li ser hatibûn sepandin rizgar bû, li bin benda heftem a Neteweyên Yekbûyî. Vê carê ji berê bêhtir bi azadî bû. Lê kêşeya herî sereke di vê rûniştinê de pirsa Rojhilata Navîn bû, heriwa pirsa şerê Sûriyê, pirsa atoma Îranê û pirsa Filistînê bû. Di nava heftiyekê de nêzîkî 50 pêwendiyên me ligel welatên cûre çêbûn. Me pirraniya aliyan dîtin. Me cîgirê serokkomarê Amerîkayê dît. Me sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî dît. Me serokkomarê Tirkiyeyê dît. Me serokkomarê Îran û gellek kesên din dîtin.
Pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyeyê gellekî baş in. Niha dibe boriya petrola Herêma Kurdistanê ya ber bi Tirkiyeyê ve bi dawî bibe. Lê Iraq bi vê yekê ne razî ye. Nêrîna we derbarê vê yêkê de çi ye?
Di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser projeya yasaya petrolê kêşe heye. Li ser vê projeya yasayê heta niha lihevkirin pêk nehatiye û pesend nebûye. Lewma ev kêşe berdewam dibin. Mixabin pirraniya kêşeyan destûrî ne. Lê piştî serdana rêzdar Mesûd Barzanî ji bo Bexdayê û çûna serokwezîrê Iraqê rêzdar Nûrî Malikî ji bo Hewlêrê kêşe hinekî kêmtir bûne.
Cenabê we wezîrekî kurd in li Bexdayê û di heman demê de hûn xalê serokê Herêma Kurdistanê ne. Dema kêşe di navbera Malikî û Barzanî de xurt dibûn, çi bandora vê yekê li ser we dikir? Hem wekî kesekî û hem jî wekî wezîrê derve yê Iraqê?
Ti bandora van nakokiyan li ser min nebû, ji ber em wek nûnerên hevpeymaniya Kurdistanê li Bexdayê kar dikin. Lê em beşek in ji hikûmeta Iraqê. Siyaseta dewletê çi ye, em wê cîbicî dikin, beyî ku em bibin aliyek ji nakokiyan. Lê dema ku nakokî jî pêk tên, em hewl didin ku çareser bikin. Rola me di navbera Bexda û Hewlêrê de heye. Gellek caran jî kêşe pêk hatine û rola me hebû ku rewşê hêmin bikin yan jî çareseriya wê bikin. Lê em bi biryareke siyasî li Bexdayê ne, ne ji bo xwe li wê derê ne. Lewma em xwardestê biryarên serkirdayetiya siyasî ya kurdî ne.
Mebesta we çi ye ku hûn dibêjin em xwardestê biryara serkirdayetiya siyasî ya kurdî ne?
Em wek wezîr di hikûmetê de beşdar in. Lê eger sibe serkirdayetiya siyasî ya kurdî dozê bike ku em dest ji vê postê berdin, yan nakokî çareser nebin, em yekem kes in ku divê ji Bexdayê bikişin.
Hûn û Mam Celal wek nimûneya yekbûna Iraqê li we tê nerîn, lê xelk dipirsin we li Bexdayê çi ji bo Kurdan kiriye?
Me gellek ji bo Kurdan kiriye. Eger em ne li Bexdayê bûna, 30 konsulxaneyên biyanî li Hewlêrê nedibûn. Ew tev bi biryara hikûmetê ne. Lê bi biryara werzareta derve ne jî. Ji aliyekî din ve, ev çûnhatin tev û hatina hemû şandeyan ji bo Kurdistan û gellek pirsên din ên desthilatdarî pêwendiya wan bi hikûmetê re heye, pêwendiya wan bi wezareta derve heye, pêwendiya wan bi wezareta navxweyî heye. Hin kêşe ji wan pirsan têne pêş, em wan çareser dikin. Lê bi rastî eger xelkên din li wê derê bin, ji bo her kêşeyekê kêşeyeke din pêk tînin. Me gellek tişt ji bo Herêma Kurdistanê kirine. Ji bîra te neçe, niha gellek balyozên me yên kurd li derve hene. Nêzîkî 7 heta 8 balyozên kurd hene.
Rêjeya dîplomatên kurd çend e?
Em bi çavê hejmarê li vê babetê nanêrin. Lê em rê didin Kurdan eger bê û dozdariya xwe pêşkêş bikin. Li pirraniya balyozxaneyên Iraqê dîplomatên me yên kurd hene. Ew gotinên ku tên gotin li balyozxaneyan dijminatiya Kurdan dibe, yan dîplomatên kurd nînin, ev ne rast e.
Li gor lîsteya rêxistina zelaliyê ya navdewletî, par Iraq yek bû ji 5 gendeltirîn welatên cihanê. Gendelî li wezareta cenabê we heye?
Gendelî bi vî awayî nîne. Gendelî çi ye? Eger gendelî pere be, kêmtirîn budceya me li Iraqê heye. Eger bi hejmarê be, wezareta derve kêmtirîn hejmara fermanberan tê de heye. Li navxwe û derveyî Iraqê 3200 fermanberên me hene. Ji aliyekî din ve, dezgeha çavdêriya darayî heye. Dezgeha destpakiyê heye. Ji ber vê yekê em natirsin. Çend caran hewl dane lêkolînê li ser dosyeyên me bikin, me ji wan re got fermo, ji ber ku tiştekî me nîne em veşêrin. Piştre, karê me tev li derve ye û eşkere ye, ne wek wezaretên din e ku projeyên wan gellek in. Yên me gellekî diyarkiyî ne. Hemû li ber çav in. Lewma em ji vê pirsê piştrast in. Ev 10 sal in yek gendelî li ser wezareta derve tomar nebûye.
Ku behsa gendeliyê dibe ne tenê pere ye. Behsa wê yekê dibe ku çawa van fermanberan datînin. Gelo li ser binemaya guncawbûnê têne danîn, yan binemaya xisterêziya partîzanî?
Peymangeha Xizmetguzariya Derve li wezareta derve heye. Her welatiyek dikare daxwaza xwe pêşkêş bike, da ku ew li vê peymangehê bê wergirtin. Li gor karîna wî kesî û mercan û bi ragihandina eşkere di rojnameyan de dibe. Ku dewrekê ji vê peymangehê vedikin, pêwendiyê bi hemû zanîngehên Iraq û Herêma Kurdistanê re datîtin, da ku eger xelk hebin başdar bin.
Tê gotin ku xelk ji aliyê PDKê û YNKê ve ji bo dewrên vê peymangehê tên hilbijartin?
Na. Ne wiha ye.
Dîplomatkarekî we heye ku ser bi Goran be?
Erê heye. Ji partiyên din jî hene, îslamî heye. Tirkmen heye.
Pêvajoya aştiyê di navbera PKKê û hikûmeta Tirkiyeyê de pêşî bilez ber bi pêş ve diçû, lê vê dawiyê me paşketin dît. Li gor dîtina we ev prose bi ser dikeve?
Ev prose nîne. Tiştekî nivîsandî nîne. Ti hevpeymanî nebûye. Tenê ragihandina çend binemayan bû ji bo rawestandina şer, da ku çekdarên PKKê li Tirkiyeyê nemînin. Dibêjin hinek çaksaziyên destûrî dikin ji bo sîstema siyasî ya Tirkiyeyê, piştre hûn wek kurd dikarin beşdariyê di vê proseya demokrasiyê de, ku li Tirkiyeyê heye, bikin. Heta niha PKK hinek dozdariyên Tirkiyeyê cîbicî kirine. Şerê xwe ragirt. Hinek ji çekdarên xwe ji nav axa Tirkiyeyê vekişandin. Niha gok di meydana Tirkiyeyê de ye. Niha divê Tirkiye hinek çaksazî pêk bîne. Dirkandinê bi mafên Kurdan bike. Herwiha danûstandina yekser jî hebe bi rêya aliyê sêyem û çarem. Tevî ku roleke sereke ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di hêminkirina vê rewşê de hebû, em hêvîdar in berdewam be û encamên wê jî hebin.
Rola wezareta derve ya Iraqê di pêvajoya aştiyê de çi bû?
Me bi rastî piştgiriya wê kiribû, ji ber ku di pêwendiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de xalek berdewam heye ku çareser dibû. Ew jî asayişa sînor bû, hebûna hinek baregehên PKKê li Herêma Kurdistanê, ku ev rêyek bû, da ku firokên Tirkiyeyê berdewam axa Herêma Kurdistanê bombebaran bikin û desttêwerdana leşkerî bikin. Herwiha qaçaxî û bazirganî. Ev tiştên ku min behsa wan kirin, berdewam di dîroka pêwendiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de kêşe bûn.
Cotmeha 2011ê hûn li Tirkiyeyê bû û ligel wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu civiyan. Piştre we daxuyaniyek derxist ku karvedaneke mezin jê hat. Di daxuyaniyê de risteyek hebû ku hatibû nivîsandin ku hebûna “rêxistina terorîst a PKKê li Iraqê” li dijî destûra Iraqê ye. Wek Kurdekî hûn wiha dibînin ku PKK terorîst e, yan ev siyaseta hikûmeta Iraqê ye?
Li gor destûra Iraqê, nabe ti rêxistina çekdar li ser axa Iraqê be û êrişî ser welatên derdorê bike. Ev xala destûrê li ser PKKê jî cîbicî dibe.
PKK grûpeke serkêş e, lê gelo terorîst e?
Warê vê yekê heye.
Çima di 2011ê de we li ser vê partiyê got terorîst e?
Hinek tevger û karên PKKê terorîstî bûn.
Gellek pêşveçûn di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de derket. Bi taybetî ji aliyê aborî ve. Lê ev pêşveçûn di navbera hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê de nîne. Çima?
Nakokî û kêşe di navbera hikûmeta Iraqê û Tirkiyeyê de hene. Hokara van kêşeyan jî helwesta siyasî ye. Berpirsên mezin ên Tirkiyeyê çend caran li dijî hikûmeta Iraqê daxuyanî dane. Hin caran jî weke ku ew şîret û rênimayan li hikûmeta Iraqê dikin, ku wiha tevgerê bikin. Di cihanê de ti hikûmet bi vê yekê razî nabe. Bi taybetî eger hikûmetek be ku ji aliyê xelkê ve hatibe hilbijartin, divê li ser vê binemayê tevgerê ligel bikin. Vêce ku kêfa te ji vê hikûmetê re tê yan na, ev pirseke din e. Bi heman awayî jî karvedan ji aliyê Bexdayê li dijî Tirkiyeyê hebûn. Hejmarek ji daxuyaniyên xurt hatin dan, bi awayekî gihîşte qonaxekê ku pêwendî bi tevahî bên birrîn. Lê me nehişt, ji ber ku ev ne di berjewendiyên Iraqê de ye û ne ji berjewendiyên Tirkiyeyê ye.
Hin caran li Amerîkayê wiha li Malikî dinêrin ku li pey siyaseta Îranê tevdigere. Wek mînak li ser pirsa Sûriyê bi berevajî Amerîkayê tevgerê dike. Di nêrîna we de Îran dosteke baştir e ji Amerîkayê ji bo Malikî?
Na. Malikî ne zilamê Îranê ye, bi vê nêrîna ku ragihandin, yan hinek ji şirovekaran dane. Hinek ji serkirdeyên Şîiyan rast e demekê li Îranê penaber bûn, pêwendiyên wan ligel Îranê hebûn. Li wê derê jiyan. Lê niha bûne xwediyên vî welatî. Bi vê dewlemendiyê û bi vê karînê zor li wan nîne ku bibin xizmetkarê kesekî din. Lê ku em bêjin pêwendiyên wan ligel Îranê hene, erê pêwendiyeke mezin, xurt û nêzîk ligel Îranê heye. Bandora wê heye, lê bi vî awayê ku em bêjin zilamê filan e, ez ne bi vê nêrînê re me.
Malikî bi niyaz bû ku beşdarî civîna salane ya Neteweyên Yekbûyî bike, lê poşman bû. Dibêjin bi wê sedemê bû ku serokê Amerîkayê Barak Obama ne amade bû ku wî bibîne. Ev heta çiqasî rast e?
Na. Ev ne rast e. Yek du sozên wî hebûn, lê li hev nehat. Eger te çavdêrî jî kiribe, Obama yek rojê li New Yorkê maye. Nêta Malikî heye ku meha 11ê serdana Amerîkayê bike.
Pêwendiyên di navbera Îran û Amerîkayê de bi awayekî ber bi pêş ve çûn ku berê mînaka wê nebû. Piştî 34 salan Obama û Hesen Rûhanî bi telefonê bi hev re axavîn. Iraq dikare çi rolê bibîne di nêzîkkirina Amerîka û Îranê de?
Ev pêşveçûneke mezin e. Tew Herêma Kurdistanê jî divê vê guhertinê bi hûrbînî li ber çavên xwe bigire. Ev pêwendiyên Amerîkayê û Îranê tiştekî nû ye. Diyar e arezûya hevbeşiya wan jî heye ji bo çareserkirina kêşeya atomî ya Îranê bi pileya yekê. Niha Îran hest bi wê yekê dike ku di bin guşareke mezin a darayî û aborî de ye. Ez wiha dibînim ku ev serkirdayetiya nû ya Îranê wê nêrîneke wan a nûtir hebe û dixwazin kêşeyan çareser bikin. Amerîka gellekî çûye pêş. Her ji gotara Obama bibîne û ji van pêwendiyên ku kirine heta tu bêjî çûne pêş. Lê diyar e ku ti çareya din nîne. Îran jî amadebûna xwe nîşan da. Divê ev gotin bi kar teqez bibin, bi taybetî Îran. Em wek Iraq, roleke me hebû, lê ne ku rola sereke. Me hinek name birin û anîn, ligel herdu aliyan pêwendiyên me hebûn. Pêwendiyên me ligel Amerîkayê gellekî baş in, ligel Îranê jî bi heman awayî. Lewma beriya hatina wan bo vê derê roleke me hebû, bi rastî ku wan tê bigihînin ku ev civîn derfeteke baş e ji bo herdu aliyan. Bêguman berjewendiyên me wek Iraq di vê yekê de ne ku Amerîka û Îran asayî bibin, ji ber ku em ketine agirê di navbera Amerîka û Îran û Sûriye û Îranê de.
Li gor encamên hilbijartinên Herêma Kurdistanê PDKê bêhtirên dengan bidest xistin. We çaverêya vê serketinê dikir?
Erê bi rastî. Me pêşbîniya bêhtir jî dikir. Pêkanîna hilbijartinan li Kurdistanê bi awayekî aştiyane û pêşketî yê serdemî gellekî girîng bû. Di van rûniştinên ku me li New Yorkê kirin, yek ji xalan ew bû ku tiştên baş jî li Iraqê hene, hemû her ne xirab e. Hilbijartin heye û guhertina desthilatê jî heye.
Hûn çaverê dikin ku hikûmeta bê ya Kurdistanê xurttir be? Ji ber ku Goran gellek deng anîn û dengên YNKê jî gellekî kêm bûn.
Ciyawaziya ewqasî mezin nîne. Dibe PDKê hinek ji dengên xwe zêde kiribe. Lê ciyawaziyeke berçav pêk nehatiye. Niha jî ti alî bi tenê nikare hikûmetê pêkbîne. Herwiha divê hevpeymanîtî hebe.
Egera wê yekê heye ku PDK ligel Goran hikûmetê pêk bîne?
Nizanim. Ji ber ku ez ne di nav wan danûstandinan de me. Lê bi rastî hevpeymanîtî divê û danûstandin divê. Rewşa Kurdistanê wiha dixwaze ku hikûmeteke yekîtiya niştimanî hebe, ji ber ku sala bê hilbijartin dibe û rola Kurdistanê li Bexdayê dîsa pirseke girîng e. Kêşeya Sûriyê heye. Niha nêzîkbûn di navbera Amerîkayê û Îranê de heye. Ev hemû dikin ku hikûmeteke berfireh pêwîst be, da ku beramberî her astengekê be.
Ti projeya we heye ku piştî siyasetê hûn pêk bînin, yan piştî ku hûn dev ji wezareta derve ya Iraqê berdin?
(Bi ken) Yekem: Wezareta derve li ser me tapo nebûye. Duyem: Ev bi biryar û lihevkirine. Dema ku Hevpeymaniya
Kurdistanî bi xwe doza yek ji wezaretên dasthilatdarî kir û diyar e didît ku wezareta derve guncaw be. Ev jî ne hertimî ye, lê belê tê guhertin. Dibe di hilbijartina bê de wezareteke din ji bo Kurdan bê dan, ji pêvî wezareta derve. Derbarê min jî, ez pêşmerge me.
Hevpeyvîn: Namo Ebdula
rudaw