Mamosteyê min
Sed Silav li giyanê te ey Endezyarê Rêzaniya kurdî
Hevalên xebatkar Endamên Nivîsgeha Rêzanî û Komîta Navendî ya partiya me
Hevala hêja û dilovan Leyle Hesen Beşar
Herdu xuhên min Delav û Rewşen
Silav li we hemiyan
Bi dilekî xemgîn û nerîneke melûl ez bi were li wêneyê mamosteyê xwe temaşe dikim ku çawa mamosteyê me vê carê bi bê dengî li gundê ciwan di hembêza axa pîroz de pêşwaziya dost û hevalan dike , Bê gotin tenê ew bi Ala Rengîn û sembola Partiya Pêşverû rêya xebatê nîşanî partîzanan û gelê xwe dike.
Di 24 / 10 / 2019an de gelê kurd û Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê xebatkar û serkirdeyekî mezin oxirkirin ew jî mamosteyê hêja damezrenêr û sekreterê partiya me heval Ebdilhemîd Derwîş e.
Mamoste Ebdilhemîd Derwîş hevalekî xebatkar , cefakêş û Hişmend bû , siyasetmedarekî navdar bû di nav gel û tevgera rêzaniya Sûrî , Kurdî , û Kurdistanî de , Herwiha ew serkirdeyekî çalak û
bîrbir bû di çareserkirina pirsgirêk û qeyranên
Siyasî de.
Mamoste Hemîd jiyana xwe terxî gelê xwe kir û di rêveçûna xwe de karî bû kûrtirîn peywendiyên diplomasî li ser astên Sûrî , Kurdistanî , Herêmî û navdewletî peyda bike û ma pabend di tekoşîn û xebata xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe.
Heval Ebdilhemîd Derwîş Xebatkarekî Kurdistanî bû , bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî xebat û tekoşîna wî herdem ji bo xizmet berjewendiyên gelê kurd û doza netewî ya kurdî de bû , Herwiha xwedî rolekî çalak bû di damezrandin û pêşxistina peywendiyên Kurdistanî de , Û bi hemî şiyana xwe piştgiriya tekoşîna gelê kurd dikir , Lê bi mercê taybetmendiya gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê.
Hevalên xebatkar
Koça dawî ya mamoste Hemîd ne tenê zirara partiya me û gelê Kurdistana Sûriyê ye , Lê belê mezintirîn zirar bû ji her çar parçeyên welatê me re û ji hemî aliyên Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê re.
Bi vê bîranîna xemgîn ez germtirîn silavan li we hemiyan dikim û dibêjim : Bila serê we û serê hemî heval , kadir û xebatkarên Partiya Pêşverû xweş be.
Ey hevalê hêja :
Dil şad raze Erê te ji nav me barkir lê te Dibistaneke xebatkarî li pey xwe peyda kir û te xebatkar gihandin.
Ey mamosteyê min :
Bi navê Kurd û Kurdistan û bi navê Partiya Pêşverû Em soz didin ku emê li pey Hişmendiya te bin û Emê berdewam bin di xebata xwe ya netewî û karê partîzanî de heya ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.
Bavê Axtî namire wê herdem di hiş û dilê me de bijî
Sed silav li giyanê te ey Endezyarê Rêzaniya kurdî
Bila serê gelê Kurd sax be.
Bimînin di xêr û xweşiyê de
22 / 10 / 2020
Birayê we : Hişmend Şêxo
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê