Ey hêviya miletê min û tevgera min a Azdîxwaz
Ey pêşengê çapemeniya Kurdî
Yazde salin nêrîn melûlin û çav şilin li ser te
Yazde salin ragihandina kurdî hejare li pey te
Yazde salin helbest xemgînin li ser te
Yazde salin Ez helbest û çêrok û berhemên te dipelînim
Helwest û gotinên te û xebata partîzanî bi bîr tînim
Kulîlkên koma Rewşen bi rondikên bê deng û çavên girî mezin bûn
Keça Azariyê mamoste Ferhad tê bîra te
Gelo te çawa Vînda û Lorîn û Loran li pey xwe hiştin û ew weke pelên payizê hatin weşandin çima hevalo çima
Weke îro û berî bi yazde salan Endamê komîta navendî ya partiya me heval Ferhad çelebî ji nav me barkir, Hevalê Ferhad ji nifşên nû re ew bav û birak bû , Ji Partiya Pêşverû re hevalekî çalak bû, Mirina hevalê Ferhad ne tenê zirar bû ji Partiya Pêşverû re, Lê belê mezintirîn zirar bû ji hemî aliyên tevgera Azadîxwaza Kurd re.
Hevalê Ferhad tu ji bîr nabî
Herdem tu di dilê me de yî
Sed silav li giyanê te.
Hevalê te: Hişmend şêxo
31 / 10 / 2015
Efrîn