Hişmend Şêxo: Efrîn bûka welatê windayî

Share Button

12047556_930717777017219_1800555191_nXwendevanên hêja Ev danasîna kurt li ser vê axa pîroz, gundên ciwan, Herêma bêrdar ji gelek jêderan hatiye berhevkirin û di vê hejmarê de Ez diyarî hemî hezkiriyên Efrînê dikim

Efrîn yek ji ciwantirîn herêmên Kurdistanê ye,û bi taybetî li rojavayê Kurdistanê. Herêmeke çiyayî bi dar û ber û çem û avên xwe navdar û dewlemende, herêmeke xweş û dîrokî ye. Efrîn li aliyê herî dawîn li rojavayê Kurdistanê dikeve, li gelek deveran bi navê Çiyayê Kurmancan tê naskirin.

Herêma Efrînê pir kevnare. Dîroka Efrînê vedigerê dema Hurî û Mîtaniyan, her wiha jî gelek cihên dîrokî yên şaristaniyên kevn tê de hene, ev jî tê naskirin ku gelek şaristaniyan li ser vê heremê demên cuda cuda de desthilatdarî kirine. Şerefxanê Bedlîsî di pirtûka xwe ya “Şerefname” de behsa mîrekî bi navê Mand dike. Mand, mîrê herêma Entakiya bû ye, wê demê herêma Kilis û di nav de Efrîn jî girêdayî Etnakiya bûne. Ji xwe heya destpêka sedsala 20’an jî, Efrîn bi herêma Kilisê ve girêdayî bû, û wisa berdewam kir heya berî şerê cîhanê yê yekem dest pê bike herêma Efrînê ji aliyê navenda Kilisê ve dihate birêvebirin, lê piştî hilweşîna dewleta Osmaniyan û avabûna Sûriyê, herêma Efrînê ji navenda xwe qut bû û bi ser dewleta Sûrî ve hate berdan. Wisa jî feleka çiyayê Kurmênc, wek a Kobanî û Cezîrê bi perçebûnê ve rû be rû ma û bû beşek ji rojavayê Kurdistanê yê ku ji dayîka mezin, bakurê Kurdistanê hatiye qutkirin. Wisa jî, dîrokek nû ji bo Efrînê destpêkir. Dîrokek ji siyasetên kevneperest û şovînî û Erebkirina xaka kurdî destpêkir.

Efrîn li dawiya rojevayê Kurdistanê ye, li rojhilatê Îskenderûnê û derya Spî dikeve. Xeta tirênê ya Meydan Ekbezê û Kilisê Sînorên wê yên bakurin, û ji aliyê Rojava jî, Çemê Reş bi Erebî jê re dibêjin (Nehir el Eswed) , ji aliyê Rojhilat jî, deşta Ezazê ye û ji aliyê başur ve jî, herêma çiyayê Sam’anê ye. Efrîn herêmeke çiyayî ye, bilindahiya çiyayên wê di navbera 700/m û 1269/m de ye. Çiyayê herî bilind li Efrînê çiyayê Hawarê ye(1200/ m) ye. Her wiha çiyayê Lêlûn û Xastiyan jî hene. Li rex çiyayên bilind hin deştên fereh hene, wek deşta Cumê û deşta Hemqê. Di herêma Efrînê de çemê herî bi nav û deng çemê Efrînê ye. Ev çem ji bakurê Kurdistanê derdikeve û di Efrînê re dîsa derbasî axa Tirkiyê dibe û li Îskenderunê dirjê Derya Spî. Ferhbûna herêma Efrînê ji rojhilat heya rojava 55 klm û ji bakur heya başûr jî 75 klm. Wisa jî ferehbûna giştî nêzî 3850 klm yanê 2% ji giştî ferehiya Suriyê ye û 0,7 % ji ferehiya Kurdistanê ye.

Efrîn navenda herêmê ye wek paytext cih digire û. Navenda herêma Efrînê bi 63 klm ji bajarê Helebê ve dûr e, ji bilî Efrînê şeş bajarok û navçe hene (Şera , Bilbilê , Reco , Mabeta , Cindirêsê, û Şiyê). Li Efrînê zêdetirî 360 gundî hene , û hejmara akininciyên herêmê digihê 523 258 kes , li gorî amara sala 2010an, û hemî nişteciyên herêmê kurdin , Lê piştî qeyrana Sûrî destpêkir û wek koçberî li tevahî Sûriyê çêbû, di herêmên kurdî û di nav kurdan de jî çêbû lewre herêma Efrînê gelek welatiyên Ereb ji Helebê û herêmên din kirine mêvanên xwe û bi taybet kesên ji ber şer reviyan e.

Gelê Efrînê bi xebat û welatparêziya xwe bi nav û denge. û di rûpelên dîrokê de welatparêziya wan û tekoşîna wan li dijî zordariyê  xuya ye, û ji destpêka damezrandina tevgera rêzaniya kurdî li kurdistana sûriyê û bi pêşengiya Partiya  Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li sûryê gelê Efrînê di zûturîn dem de tevlî xebata rêzanî bûn, û di demeke kurt de şaxên rêxistina partiyê li seranserî kurdaxê belav bû, Lewre herdu endezyarên partiya me Hevalê Hemîd û hevalê Reşîd dibêjin destpêka tevgera rêzaniya kurdî ji çiyayê kurmênc ji Efrînê destpêkiriye, û ev xala zêdetir xuya dibe di biryara serkirdayetiya partiya me de bi vêxistina agirê Newrozê li sêsid û şêst gundî Efrînê da ku istixbaratên Ebdilhemîd serac zanibin ku hebûna gelê kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li cizîrê ye, Lê ji wê zêdetir li kurdaxê ye jî, gelê Efrînê tu carî  ji xebata netewî û berevaniya di ber welêt de xwe nedaye paş, Lê belê herdem bi qehremane  xebata xwe berdewam kiriye, Her wiha tu carî gelê Efrînê siyasetên Erebkirin û tunekirina

kurdan li ser xwe nepejrandiye û herdem ji bo doza gelê me û parastina xaka kurdî li hemberî desthilatdarên şovînî yên ereb serî hildaye û xebateke bê hempa kiriye.

Ҫanda netewî ya kurdistanî di nav tevahî Kurdên Kurdistana Sûriyê de bilinde, û bi taybetî kurdên Efrînê di xebata xwe de bêtir giraniyê didin çanda kurdistanî, û bi Hişmendî xebata û tekoşîna xwe dikin.Lewre di sedsala 20’an de, dema Partiya Karkerên Kurdistanê PKK  derbasî Kurdistana Rojava bû, bêtir di nava gelê Efrînê de cih girtin, û çiyayê kurmênc hembêza xwe ji şervanên Kurd re vekir.,û bi sedan ji keç û xortên xwe kirin qurbanî vê  şoreşê ji bo Azadî û serxwebûna Kurdistanê.û bi hatina bayê Azadiyê li Rojhilata Navîn û şoreşa Sûrî destpêkir miletê kurd pêşeng bû di vê şoreşê de û di hemî çalakiyan de,û di wê demê de tevgera Azadîxwaza kurd xebateke giranbiha kir di peydakirina yekrêzî û yekîtiya helwesta kurdî de, lewre herdu aliyên kurdî E.N.K.S û E.G.R.K hatin damezrandin û herdu aliyan Desteya bilind damezrandin, wê biryarê hêviyên gelê me bilind kirin, û di dîroka herêma Efrînê de balkêştirîn û xweştirîn roj ew bû, roja miletê me bi sed hezaran ji gundên ciwan daketin kolanên Efrînê, bi lîliyên dayikan û nalînên partîzan û şervanan û bi Hawara zarokên kurdaxê qîriyan û gotin:            Desteya Kurdî ya Bilind Nûnera min e.                                                                       

                                                            Hişmend Şêxo

                                                       Efrîn            

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...