Hişmend Şêxo: DI bîranîna Roja Rojnamegeriya Kurdî de

Share Button

13045390_1046110462144616_2091537917_nDi 22 Nîsana 1898 an de û berî bi 118 salan Mîrê rojnamegeriya kurdî Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîreyê, li paytexta Mîsirê rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya kurdistan derdixe û  dûrî axa Kurtdistanê li derveyî welêt  belav dike..
weşandina Rojnameya Kurdistan  ne tenê  xebateke neteweyî û rewşenbîrî ye lê belê ew rojname şoreşeke çandî bû di dîroka miletê kurd de. Û ji wê rojê de heya roja îro roja22yê Nîsanê medyekar û dezgehên ragahandinên kurdî û tevahî gelê kurd li her çar parçyên Kurdistanê û li derveyî  welêt hersal  vê rojê bi bîr tînin û pîozdikin

 Di wê serdemê de rojnameya kurdistan bi rolekî girîng radibû  bi gihandina zanyarî û bûyerên navçeyî û cîhanî û Kurdistanî, lewra rewşenbîr û pêşngê gelê kurd Miqdad Midhet Bedirxan ev valahî dît û bi xebateke bêhempa ev valahî bi weşandina rojnameya Kurdistan dagirt û bû destpêkek ji  bo rojnamegeriya kurdî, û niha jî bûye dîrokeke giranbiha di rojnamegeriya kurdî de.

 Mîqdad Mîdhed Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên:

“ Di dema me ya îroyîn de, êdî her tiştên ku li dinyayê diqewimin, ji hêla rojnameyan ve tên nivsandin û ragihandin. Gelek tiştan em ji rojnameyan fêr dibin. Lê mixabin, kurd, ên ku hew çend wêrek, agîd û merd in, ji tiştekî wiha kêrhatî kêm mane. Ez jî vê rojnameyê derdixim da ku, we kurdan ji qewimînên dinyayê agahdar bikim, reyên zanistî û merîfetê nîşanê we bidim û we teşwîqê nivsandin û xwendina kurdî bikim…”

 Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li kuderê mirov fêr dibe, li kuderê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li kuderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.»

Rojnameya Kurdistan li serhev 31 hejmar derketin. Miqdat Midhet Bedirxan 5 hejmarên pêşîn derxistine, lê ji ber zordestiya dewleta osmanî Miqdat Midhet Bedirxan nema karibû derxista, loma birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir. Ebdurrehman Bedirxan jî ji ber zilma dewleta Osmanî, piştî Qahîreyê, li Swîsre û Îngilîstanê dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir. Rojnameya Kurdistanê li ser hev 31 hejmarên wê derketin (hejmar 1, 1898- hejmar 31, 1902).

Hejmarên 1’ê heta 5’an li Qahîreyê, hejmara 6’an heta 9’an li Jinivê li Swîsê, hejmara 20’an heta 23’an dîsan jî li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, hejmara 25’an heta 29’an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û hejmara 30’î heta 31’ê careke din li Jinevê hate weşandin.

Di heyama 47 meh û 22 rojan de, di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Di 13’ê Nîsana 1909’an rojnameya «Kurdistan» ji aliyê Osmaniyan ve hate rawestandin.

Bi derketina rojnameyên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û kultura rewşenbîrî ya nûjen û  hişyarbûna netewî ya kurdî  dest pê kir. Ji wê rojê de têkoşîna rêxistinî û rojnamegerî ya miletê kurd li seranserî Kurdistanê dest pêkir.

Di vê derbarê de Li Kurdistana Sûriyê jî tevî astengî û çav soriya rêjîma Bes a şovînî li ser miletê kurd xebatek ragihandinî hêja hatiye kirin  û gelek rojname û kovar bi zimanê kurdî hatine weşandin wek: Dengê Kurd , Dîmoqratî , Gulistan , Zanîn , Pêşverû , Aso , Gelawêj ,Hêvî , Pirs , Stêr , Deng û gelek rojnameyên din.

 ji ber çav sorî û hovîtiya dagirker û karbidestan Gelek rojnamevanên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zindan kirin û kuştin, di salên 90î de li Kurdistana Bakur, rojnamevanên pey bilind û navdar wek Mûsa Enter, Huseyin Deniz, Medet Serhat, Hafiz Akdemir û hîn gelekên din ji alî dewleta tirkan ve hatine kuştin.

Ez bi helkefta 118 saliya rojnameya Kurdistan germtirîn  pîrozbahiyan  pêşkeşî gelê xwe û hemî  rojnamevan û medyekar û  nivîskarên gelê kurd dikim, û hêviya min ewe ku xebat û tekoşîna malbata Bedirxaniyan bibe ronahiyek ji riya xebata  rojnamevanên Kurd û rojnamegeriya kurdî re.

sed silav li giyanê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan

 

Efrîn 20 \ 4 \ 2016

Hişmend Şêxo

Endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...