HIŞMEND ŞÊXO : DI BÎRANÎNA (33) SALIYA RAPERÎNA GELÊ KURDISTAN DE

Share Button

Di /5/3/1991an de berî bi (33) sal raperîna gelê kurd li dijî zordariya rêjîma Be’sî destpêkir û birêket , rêketin û ragihandina wê ji Raniya – Silêmaniyê de destpêkir û gava di piştre rûxandina Kela zordariyê li Hewlêrê û paqijkirina Duhoka xoşewîst ji artêşa Partiya Be’s bû , û di Newrozê de Kerkûk hate rizgarkirin , herwiha bi dehan bajar û bajarokên kurdistanî bi xwîna pakrewanan û tekoşîna Deh Hezaran ji gelê me yê serhildêr hatin rizgarkirin.
Berî bi (33) salan Yekîtî Niştimanî Kurdistan rêbertiya vê raperînê kir û heya bi vê kêliyê ew bi name û armancên wê pabend e , û xebateke bêhempa ji bo parastin û pêşxistina destkeftên wê di demoqratî û azadiyê de dike.
Piştî (33) salan nifşên vê raperînê di siya Kurdistaneke azad de li hemberî zordariyê radiwestin û bi giyanê vê raperînê nameya xwe pêk tînin û ji bo pêşerojeke ronaktir ji gelê xwe re dixebitin .
Herwiha sal bi sal nifşên nûhatî dikevin jiyana rêzanî û xebata partîzanî berdewam dikin û xwedî nerînên nûjenin ji serastkirina rêveçûn û pêşeroja Kurdistanê.

Bîranîna Raperîna gelê Kurdistan pîroz be
Hermayîn ji pakrewanên wê re
Serkeftin ji xebata “Yekîtî Niştimanî Kurdistan” re

*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

Pîozpahiya Pêşverû û Yekîtî ji Dem partî re