Ji roja damezrandina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
di çardehê cehzerana 1957an de xebata me herdem ji bo parastina
hebûna kurd û nasnameya netewî ya kurdî bû , û bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî de partiya me berdewam bû di piştgiriya tekoşîna gelê kurd li Kurdistana Başûr , Bakur, û Rojhilat de , û kedkariyek mezin daye di vê derbarê de, Herwiha xebatek bê hempa kiriye ji bo pêkanîna peywendiyên du alî bi tevgera Azadîxwaza Kurdistanê re li ser bingeha rêzgirtina gelê kurd û doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , û tekez kiriye ji bo taybetmendiya tevgera rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê û ji bo pêkanîna xewin û hêviyên miletê me di welatekî Demoqrat û Azad de , Lewre partiya me bi dirêjahiya salan rastî gelek dûjin û astengiyan hatiye û gelek êş û azar dîtine ji çavsorî û zordariya rêjîma dîktator li ser gelê me û herî zêde hovîtiya wan bi kadir û hevalên me re ji kehrebe û kotek û işkenceyên giran ji aliyekî ve , û ji ber nezantiya civaka me di wê demê de ji aliyekî din ve , Herwiha di jiyana me ya Partîzanî de û di gelek qonaxên xebatê de şerê me hatiye kirin carekê bi behaneya Markisiya Lênînî û carekê jî di bin navê Berzanî û Berzanîzmê de, Tevî ku dijminê me bi tundî şerê me dikir , Lê tu carî me ji neyarên gelê xwe re negot Erê û me koletî nepejrand û me miletê xwe danexist bazarên siyasî, û li hember vê yekê partiya Pêşverû herdem bi vîna gelê kurd û bi rêbaza xwe ya Hişmend xebat û tekoşîna xwe berdewam kiriye ji bo Azadiya gelê kurd û parastina xaka kurdî. Îro piştî pêncî û heşt salan ji ked û xebata partîzanî , û di vê rewşa awarte û hestiyar de ya ku li ser welatê me re derbas dibe Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd kongirê xwe yî çardemîn li darxist bi helwestin wêrek, û biryarin pêşketî û bi pirojeyeke rêzanî nuh li gor nêrîn û rewşa miletê kurd li kurdistana sûriyê bi derket, Careke din Partiya Pêşverû bi hêviyên bilind û bi mîkanizmên nûjen di xebata xwe de berdewame ji bo bidestxistina mafên netewî yên gelê kurd di Sûiyak Demoqrat û Federal de. Li dawiyê ez serkeftina kongirê çademîn li gelê kurd pîroz dikim Bijî xebata Partiya me di parastina xaka kurdî de Silav li giyanê Hişmendê rêbaza Partiya Pêşverû Dr. Nûredîn Zaza Sed silav li giyanê hevalên me yên damezrenêr û li pakrewanên partiya me. Hişmend Şêxo Endamê komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Efrîn 1/ 1/ 2016