Hînkirina Zimanê Kurdî – Asta Yekemîn
Korsa hînkirina zimanê kurdî li zanîngeha Helebê
Weke her car min gotiye û niha jî ez dibêjim :
Hezkirina zimên ji hezkirina welêt e
Parastina zimên ji parastina welêt e
Di Tebaxa sala 2021an de Zanîngeha Helebê – Amojgeha bilind a zimanan – Beşê zimanên niştimanî bangek bi derxistin û korsa yekem a fêrkirina zimanên Kurdî – Ermenî û Siryanî ragihandin. Di vê çarçewê de û bi armanca parastin û pêşxistina zimanê kurdî min ev pirtûka ji bo korsa zimanê kurdî – Zanîngeha Helebê amede kir.
Pirtûk ji alfebeya kurdî de destpêdike piştre hejmarek bêje , herwiha bilêvkirin û nivîsandina hevokan û xwendina hin gotûbêjên kurt û piştre hêdî hêdî derbas rêzimên dibe.
Naveroka pirtûkê ji (Deq , rahênan , gotûbêj , stran ji bo fêrkirinê , kardayîn û bikaranîna zimên) pêk tên.
Ez pirtûka xwe ya asta yekemîn diyarî rêveberiya Amojgeha bilind a zimanan -Zanîngeha Helebê dikim , herwiha ez diyarî hemû mamoste , xwendekar û hezkiriyên zimanê kurdî dikim.
Bi hêviya jiyaneke serkeftî ji xwendekarên hêja re û pêşerojeke ronaktir ji zimanê kurdî re..
موقع الديمقراطي Malpera Dîmoqratî
