Hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê, ku di serî de pirsgirêka kurd û pirsgirêkên wê yên sereke yên di warên demokrasî, aborî û civakî de hene; ji bo ku dînamîkên civakî ên pêwistiya wan bi çareserkirina pirsgirêkan û guhartinan heye, birêxistin bibin û tevbigerin, ji bo ku di heremên xwe de derfetên desthilatdariyê bidestbixin û tevlî rêvebiriyên wan herêman bibin û ji bo ku bi komî zextan li desthilatdaran bikin, girîng in. Ji ber vê rastiyê ye ku rêvebiriyên herêmî li Kurdistanê vedigerin mewziyên girîng.
Helbet di serî de pirsgirêka kurd, pirsgirêkên demokrasî û yên din ên sereke, ji avakirina komarê gihîştine roja me. Her çiqas ev yazdeh sal e ku AKP li Tirkiyeyê desthilatdar e û bi gotinên guhartin û demokrasiye biserketibe, hinek reforman pêk anîbe û di derbarê pirsgirêka kurd de hinek gavên erênî avêtibe jî, ew hêj dilxwazê çareseriyeke mayînde ya derbarê pirsgirêkên sereke yên vî welatî de, nîne.
Ev tiştên ku di şerê dawiyê yê bi cemaatê re pêkhatibû de rijiyan holê jî nîşan da ku sicîla AKPê ya derbarê bertîlstendin, karên bêqanûnî, parvekirina rantê û meylgirtina alîgirên xwe de pir jî paqij nîne. Heta mirov dikare bibêje ku ew, gav bi gav ber bi otorîterî û kevneperestiyê ve diçe û bi vê rewşa xwe tiştekî ku AKP wehdî civakê bike nemaye. Ew, dixwaze statukoyekî biafirîne û û wê hilpesêre civakê.
Pir eşkere ye ku partiyên muxalefetê yên ji bilî AKPê, wek CHP û MHP, bi hişkî xwe bi statukoyê ve girêdane û xwedî tu pêşniyareke derbarê guhartin, demokrasiyeke azadîxwaz û plûralîst, dadmendî û wekheviya civakî de nînin.
Li aliye din, li Kurdistanê siyaseta PKK/BDPê ku piştgiriya girseyeke mezin stendiye pey xwe; pirsgirêka kurd di serî de, pratîk û vîzyona wan a derbarê rêvebiriyên giştî û herêmî de biarîşe ye. Ev siyaset, êdî pirsgirêka kurd wek pirsgirêkeke neteweyî nabîne, statuyeke wek dewleteke serbixwe an federal ku kurd bikaribin di bin siya wê de wek neteweyekî xwe li Kurdistanê îdarebikin, pêwîst nabînin û pir tabiiye ku pêşniyarên wan ên derbarê çareserkirinê de jî li ser entegrekirina kurdan a bi sazûmana heyî ve têne rêzkirin.
Êdî tê dîtin, ev saziyên ku civakên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi salan e piştgiriya wan kirine navnîşanên rast nînin. Ger wisa be, divê mirov mil bide navnîşanên polîtîk ên ku dikarin hesab bidin, plûralîst, beşdar, şefaf in û pirsgirêkên vî welatî bi rasteqînî û sedemên wan ve destnîşan dikin, ji bo wan pirsgirêkan çareseriyên ku civak jî dipejirîne pêşniyardikin; ji dil û can pêbawer in ku demokrasî û azadî pêwistî û mafên hemû aliyên civakê ne;
Her çiqas partiya me, ji ber rewşa xwe ya heyî nikare raste rast tevlî hilbijartinên herêmî bibe jî ew girîngiyê dide vê hilbijartinê. Em, bang li gelê xwe dikin ku ji bo temsiliyeta gelê kurd li Tirkiyeyê û Kurdistanê di rêvebiriyên herêmî de pêk were û ji bo xizmetên ku pêwistiya hemû aliyên civakê pê heye bi bandêr û hêjayî bê pêşkêşkirin, tevbigerin.
Dil bixwaze jî hêzên welatparêz ên Kurdistanê, di vê hilbijartinê de jî nikaribûn li ser xalên xwedîlêderketina nîrx û berjewendiyên neteweyî alternatîfeke hevpar pêkbînin. Hewldanên di vî warî de mixabin negihîştin encamekî. Di vê rêwşê de partiyên heyî dê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinên herêmî.
Yek ji partiyên ku dê bi namzetên xwe bikeve hilbijartinên herêmi HAK-PAR e. HAK-PAR, pirsgirêka kurd ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye, wek pirsgirêkeke neteweyî dibîne, ji bo çareseriyê pêşniyara federasyonê dike da ku kurd bikaribin li welatên xwe azad bijîn; têkoşîna demokratik û aştîxwaz dipejirîne û girîngiyê dide nîrxên plûralîst, azadîxwaz û demokratik. HAK-PAR ji ber van hêjayiyên xwe di vê hilbijartinê de piştgiriyê heq dike.
Em wek Partiya Sosyalîsta Kurdistan – PSK, bang li gelê kurd dikin ku di vê hilbijartinê de piştgiriya HAK-PARê bikin û hewl bidin da ku namzetên HAK-PARê yên welatparêz, pêşverû û azadîxwaz ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê hatine nişandan, di rêvebiriyên herêmî de bibin desthilatdar.
Partiya Sosyalîsta Kurdistan – PSK
17.03.2014