Hevpeyvînek bi mamoste Hemîd Derwîş re

Share Button

 

4- الاستاذ

 Hevpeyvînek bi mamoste Hemîd Derwîş re

Destpêkê em xêrhatinê li mamoste Hemîd Derwîş dikin tu bi xêr hatî mamoste

Mamoste xuyaye di demeke nêz de partiya we kongira xwe li welêt li dardixe tu wek sekreterê partiyê tu yê beşdar bibî gelo?

Bê gûman ezê beşdar bibim, û di nêzîktirîn dem de em kongira xwe li welêt li dardixin,kongira me wê li Qamişlo be û tevî ku hin astengî hene lê ezê beşdar bibim.

Helwesta Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji pêşketinên dawiyê çiye mebest êrîşên Turkiyê li ser PKK ê?

Em şermezar dikin van êrîşan û di hevdîtina min a dawiyê de bi kak Cemîl Bayik re min got cihê we ne ciyayê Qendîlê ye cihê we Bakurê Kurdistanê ye, û careke din ez dibêjim Qendîlê ji xudiyên wê re bihêlin, Ev rastiyeke ji ber ku ew partiyekî Kurdistana Turkiyê ne ne ji kurdistana Iraqê ne lê belê tevî vê yekê em destwerdanên Turkiyê li ser PKK şermezar dikin.

Hûn razî bûn ku hûn careke din vegerin komîtên Encûmena Niştimanî ya Kurdî?

Em endamin di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de lê me xwe ji komîteyên Encûmenê vekişand wek komîta peywendiyên derve ya ku min serokatiya wê dikir û ji gelek komîtên din , û Em dibînin beşdarbûna me di komîtên Encûmenê de bê sûde bûn ji ber ku E.N.K.S bû malek ji nexweşan re û em tu carî nahêlin ku em di nav Encûmenekê de şerê hev bikin ev ne karê me ye.

Turkiye dixwaze derbasî Sûriyê bibe Bi nerîna te hemahengiya sûrî ya dujber raziye ji vê helwesta Turkî?

Bi nerîna min na, ji ber ku rewşa hamahengiyê ta bi radeyekê gelekî hestiyare, lê tevî wê jî ew ne bi erîşên Turkiyê re ye li dijî PKK, raste tu daxuyanî dernexistin lê min gelek ji wan dîtin ew ne razîne bi vê yekê.

Di semînerekê de li nivîsgeha partiya zehmetkêşên kurdistan te got ew vexwendina ji aliyê serokê sûriyê ji min re şandibû gereke ez biçûma gelo hîn tu li ser vê nerînê ye û bi nerîna te ew hevdîtina wê ci destkeftî ji tevger û doza kurdî re peyda bikira?

Belê serok komar vexwendinek ji min re şand û ez necûm lê bi nerîna min ew biryar şaş bû , divê me bidîta û me xwestekên xwe jê re bidana xuyakirin ku em çi ji wan dixwazin û divê çi ji me re pêşkêş bikin, şaşitî a herdu aliyan bû, û hûn dibînin Sûriyê gihaye kijan qonaxê , îro Sûriyê bûye daristaneke gura ji ber ku gelek dest ketin e nav vî welatî û her kes dixwaze ber bi berjewendiyên xwe ve bikişîne.

Gelo ku ev vexweandin eger careke din dûbare bibe helwesta we çiye?

Eger ew vexwendin dûbare bibe emê bi rengekî erênî pê re bistînin, ne wek dema borî.

Siyaset û helwesta hemahengiya sûrî heya bi kîjan radeyê tu jê razî yî?

Tiştê ku bi hemahengiyê re em li ser gihane hev ewe belgenameyeke siyasî di navbera me de heye,Di wê belgenameyê de wan îmze kirine li ser mafên netewî yên gelê kurd û di nav de daxwaza Federalîzmê û guherandina nave welêt ji komara erebî ya sûrî bibe komara sûrî, Em bi hêvîne ku ew pabend bin bi wê belgenameyê û her kesê ku mafên gelê kurd qebûl neke wateya wê Demoqratî û Azadiyê qebûl nakin û ji pabendbûna niştimanî ya sûrî direvin.

Di nerîna te de kurd Karin bi erkên xwe yên niştimanî rabin û bi taybet pişî hemahengiyê daxuyaniyek derxist û dibêje y.p.g Ereban ji herêmên kurdî bi barkirin dide?

Dema ku Daiş kurd ji herêmên wan bi barkirin didan û kalemêr û jin û zarokên kurdan dikuştin û we hemîyan dît ku çawa ew keça heyşt salî li Kobaniyê serî bi dest Bavê de û laşê wê bi dest diya wê de bû, wê demê ne hemahengiyê û ne kesekî ji hezkiriyên mirovahiyê ev komkujiya şermezar nekirin û ne gotin ma gelo ji bo çi û tawanê vî miletî çiye ku bi vê hovîtiyê tê kuştin û li ser xaka xwe tê talankirin û tê bi dûrxistin. Birayê min hemî miletên li ser xaka me bi mere dijîn tu carî me kes bi barkirin ne daye û spasî û ez germtirîn silavan ji y.p.g ê re dişînim û dibêjim bijî xebata we ya qehremane bi paqijkirina wan xwînmijan ji welatê me, Dibêjin kurd Ereban ji herêmên kurdî bi barkirin didin,Tabî ev derew e,Min bi xwe ji hevalên me xwest û bi taybetî ji endamekî komîta navendî û berpirsiyrê herêma Kobaniyê ye min jê re got xwezî tu di pey vê mijarê kevî,Piştî sê rojan camêr ji min re got min gelek kesên Ereb û Kurd û Tirkmen min dîtin û tiştekî wisa tune ye.

Rewş kurdî ya ku gihaye vê qûnaxê bi nerîna te E.N.K.S di ber de berpirsiyare?

Beşekî mezin Encûmena Niştimanî ya kurdî di ber de berpirsiyare û beşê din P.Y.D ye, karê Encûmenê ne li gor dihat xwestin bû û biryarên wê dereng dihatin der û ji ber vê yekê p.y.d ê her tişt xist bin destê xwe.

Her daxwazek ber bi serxwebûnê ve kurd tên tawanbarkirin bi xiyanetê gelo ev rasteû tu ç dibêjî li ser nexşeya nûnerê P.D.K.S ê berêz Nûrî Birîmo li ser malperên net weşandiye?

Ne raste, Ez nabêjim xiyanete lê ez dibêjim ev kurte nêrîn û şaşîtiyek siyasî ye, partiya me parçebûnê naxwaze ji ber ku ew ne di berjewendiya doza netewî ya kurdî de ye di vê demê de û sûde di van gotinan de nîne, Lê eger em bibînin heyama siyasî alîkare ji serxwebûna gelê me re, wê demê partiya pêşverû xulekekê jî li şûn vê daxwazê namîne.

Berî çend rojan rêveberiya kantona cizîrê ruxseta herdu kenalan Rûdaw û Orint jê kişandin û karê wan qedexe kirin,Tu çawa li vê gave dinêrî?

Gaveke şaşe di dermafê ragahandin û medyekarên kurd de, ji ber ku yek ji armanca xebata tevgera me ewe, em ber bi ragahandinek çalak û rastgo herin.

Gelo çi di hevdîtinên mamoste Hemîd Derwîş û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de hebû û çi gotin?

Em li ser rewşa sûrî û kurdistanê bi tevahî rawestîn, û Ez bi wê hêviyê me ev hevdîtin di berjewendiya gelê kurd kevin.

Gelek spas ji bo agahiy

Spas xweş                                                       Jêder : Bûyer Pirês                                                                                                   

Werger ji Erebî:  Hişmend Şêxo

 

 

 

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...