Hevpeyvînek bi Helbestvan Salihê Heydo re

Share Button

ffعنوانXunca serê şaxa wek şekir û şîrê

Sorgula li baxa xatûn û wezîrê

Ca bes bikî daxa kawûska xedîrê

Qumriya li zaxa bê basik û perî tu

 

Porê zerî zêrîn penga hevremêşî

Tev gul û bi rêşî

Çavan ji min neşkîn

Guliyan tu verêşîn

Bûme kuştiyê vîn

Kîn û kederî tu

 

Xwendevanên hêja û delal di vê hejmarê de kulîlkekî din ji kulîlkên vê axa pîroz, û bajarê Evînê li me dibe mêvan.

Mêvanê vê hejmarê Lêkolîner, Folklornas, û helbestavanê hêja  mamoste Salihê Heydo ye

Tu bi xêr hatî hevalê Salih

.

Pêşverû : Ez bi van hestên nazik xêrhatinê li te dikim û dîwana te ya dawiyê pîroz dikim.

Salihê Heydo :xêranlîbin zehf razî me û pir sipasiya te dikim.

Pêşverû : Mamoste di destpêkê de tu dikarî xwe ji xwendevanên rojnameya me re bidî nasîn?

 

Salih Heydo : Navê min Salihe kurê Husên Hecî Mihemedim paşnavê min Heydo ye, şeşê meha Avdarê sala 1956an li gundê Hesê ûsê ku dikeve herêma Amûdê, parêzgeha Hesekê ji daîk bûme, xwendina seretayî li gund û ya navîn li bajarê Hesekê min xwendiye niha ez li Cizîrê li Hesekê dimînim.

Pêşverû : mamoste Salih destpêka nivîsandina te bi zimanê kurdî çawa bû ,û ji ku destpêkir û te kengî dest bi nivîsandina helbestê kir?

 

Salih Heydo : Di sala 1970î de min dest bi xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kir di wê hîngê de pirtûkên bi zimanê kurdî pir kêmbûn û li ser tiliyên destan dihatin hijmartin weke dîwanên pêşîn yên seydayê Cegerxwîn birûk û pêt û sewra Azadî, Memê Alan û Elîfbeya Osman Sebrî û kovara Gulistan , min ev hemî dixwendin û rûmeteke pir mezin min dida wan ku li cem min tiştê herî pîroz bûn, herwiha ji biçûkatiya xwe de ez guhdarê radiyoka yerîvanê bûm di gel îzga kurdî ku bi navê îzgeyî kurdî komarî îraq li Bexda û dengê Tehranê pişka kurdî ku di salên pirogramên xwe bi kurdî diweşandin nexasim danê îvarî, Di wê hîngê de ez di pidên seretayî de bûm pir gotin di deng û basên wan de derbas dibû ez pir pir tê nedigham ji ber ku bi kurdî ya resen û zelal bûn, Bavê min ew gotinên nenas ji min re şirove kirin û pir guhdan bi min dikir, çi tiştê ku min di wan pirtûk û dîwan û kovara Gulistan de dixwendin ku hinekî nefamdar bûn, geh bavê min û geh jî diya min ew şirove dikirin ji ber bavê min xwendevanê dema xwe bû pir helbestên Cizîrî, Ehmedê Xanî , Feqiyê Teyran û hin dîtir dixwendin û pir li ezber kiribûn , ji bilî van tiştan jî di mala me de sê zaravên kurdiya kurmancî hebûn , zaravayê bavê min devoka Şingalî bû pir resen bû. Û zaravê diya min yê deşta xerzan bû li bakurî Kurdisatanê devera çiyayê Sasûnê û zimanê devera Amûdê ku devoka herêmê bû , Lewra min tu dijwarî di şirovekirina pevên kurdî de nedît bi saya dê û bavê xwe û pir jî li min miqate bûn û destên xwe li pişta min didan ku ez di kar û barê zimanê kurdî û nivîsandin , xwendin û helbestan de pêşkevim.

 Pêşverû: Tu wek helbestvan û wêjevanekî bi nerîna te helbesta kurdî bi ku ve diçe?

Salih Heydo :Bê gûmane berê helbesta kurdî bi rêyeke ne hînî de ye , Li gor dîtina min helbesta kurdî ya berî sedê salan û heyanî qiraxên vê serdemê jî ji helbestên niha xortir û bi rêk û pêktir bûn , ji ber di wê hîngê de jiyan hemî bi kurdî bû ewqasî bandora zimanê biyanî û çanda bîyanî li me nebû bû, Lê em îro dibînin ku helbestvan û rewşenbîrên me gelekî bi çand û zimanê bîyanî kontak bûne tiştê ku dinivîsin ewqasî raman û hestên zimanê kurdî çanda kurdî têde tune ji bilî wilo jî ez dibînim ku tu paşxana wan ya kultûrê kurdî tune ye û gelekî dûrî helbest û nivîsandinên kurdiya ku berê hebûn an go paşvenêrên kurdî ji xwe re weke pergal dananîne, Lê tevî wilo jî helbestin xurt û hêja hene lê ji kêmane.

Pêşverû : Helbesta kurdî ya nûjen tu çawa lê dinêrî ?

 

Salihê Heydo  :Ez bi xwe helbesta kilasîkî dinivîsim lê ne dijî helbesta nûjenim , Lê dema çêla hebestê dibê hin tişt tên bîra min weke : kêş , bare , Terazû , pêlawaz. Û mûzîk di gel wêne û hestên tenik û nazik , û ev hemî di helbestê tune bin ne helbeste , çi nûjen be çi kilasîk be , ne her helbesta kilasîk xurte û ne her helbesta nûjen qelse , Helbest ewe ya ku yên xwendevan yan guhdar xwe têde bibînin û kêr û bandorê lê bike û haviya xwe têde bibîne û bibe beşek ji giyan û laş , û hestê wî, Mixabin geleka bi navên nûjeniyê helbesta nûjen xera kirine , Bêyî ku zanibin pîvanê helbestê çiye.

Pêşverû : Li rex çêrok û helbestê tu wek lêkolîner û folklornasekî tê naskirin tu dikarî ji xwendevanan re vê  xebata xwe xuya bikî ?

Salihê Heydo: ji biçûkaniya xwe demin ji folklore kurdî hezdikir û min ew beşek ji giyanê xwe didît,her wiha malbata me jî pir ji folklr hezdikir .li gor dîtin û bîr ûbaweriyên min folklore tarîxa millet ya ne nivîsandî ye parastin û şirovekirina wî ji tirkên netewî,welat parêzî û millet perweriyê ye,mala me maleke têr keç û jin bûn li herêma me cizîrê rê û resmên rojên cejnên remezan û qurbanêhebûn di sê rojan de li ser hev keç û jinên gundiyên me xwe bi xeml û xêzeke kurdî pir qeşeng û sipehî girêdidan ûgovend,dîlan,şahî digerandin hêlan çêdikirin babûtan siwar dikirin ûhemiyan bi destên hev digirtin û bi hev re dîlan digerandin û pêre bi sedan dîrok û stranên kurdî yên folklore digotin dîmenek xweş û ruhekî kurdewarî tannin hole ewê pir kêr û bandor li min dikir heyanî niha ew dîmen wekî filmekî sînemê li ber cave mine her wiha bi sedên salane ku dijminê doza kurd dixwest ku folklorê me asmîle bike bipişivîne û qedexebike da ku nasname û ferziya me ji ortê rakeû çanda meya gelêrî winda bike ji bona vê xakê di ber helbest û nivîsarênxwe re min dest bi berhevkirin û şirovekirin û belgename kirina folklore kurdî kir û wek erkekî pîroz min ew dît lewra min kar û xebateke pir ber fireh tê de kir ez li her beşên kurdistanê gerîyam û hemî nimûneyên folklore berekir û şirovekirin bi awayekî akadêmî  û zanitî ji kar û xebata ku min di folklore de kiriye heya niha 64 pirtûk min nivîsandine ji wan heya niha 30 çapbûne û yên din di rêzê dene 13 cild ji wan Enistûtiya Gelepûrê Kurdî li Silêmaniyê û 3cild Akademiya Celadet Bedirxan li Qamişlo çapkirine çar ji wan Partiya Pêşverû çapkirine û 10 jê min li ser Erkê xwe dane çapkirin ew pirtûk jî ji van nimûneyan pêk tên 3000 dîrokên kurdî,yên paleyê,destarhêrkê,qirşevaniyê bêletûyan cûnekewtê savarkelînê ,kirivantiyê govendiyê û yên li ser bûk û zavan .7000 wêneyên keç û jinan bi cil û bergên folklorî yên resen bajar bi bajar herêm bi herêm hoz bi hoz ,1300 sirûdên listîkên zarokan ,tev şirovekirinê ,1000mamik û zûgotinok ,500bîr û baweriyên civakî 1000 çîrokên kurdî 1400 metelokên kurdî tev şirovekirinê yên hebû û tunebû,100 sîdî bi deng û reng di gel dîrokên keç û jinan û heyanî nihajî ez di vî karî de berdewamim û 6 dîwanên min yên helbestan jî heya niha çapbûne ,çar jiwan birîna kûr diwana 2 evîna welêt û dîwana 3 şewqû fener  û dîwana 4 hestekî nazik ji dilekî tenik û dîwana6 li ser  erkê partiya pêşverû hatine çapkirin  :

Pêşverû : ji helbestvanên kurd tu xwe di helbestên kê de dibînî û herî zêde bandora kê li Ser helbestên te hene?

Salihê Heydo :bê gûman çi helbestvanê hebe şagirtê helbestvanekî berî xwe ye bandora helbestên cigerxwîn pirtir li min bûye di gel yên cizrzî û dibistaneke minî taybet heye ji ber ez kurê demekême û ew kurê demekê ne.

Pêşverû : Mamoste Salih destpêka te û xebata rêzanî çwa bû û te kengî dest bi karê partîzanî kir?

 

Salihê Heydo :ji salên heftêyî de ez bi xebata rêzanî mijûlbûme û ji heftê û siyan ve min xwe dostê pêşverû didît û heya nihajî ez di kar û xebata pêşverû de tev digerim û min di kovara Gulîstan de dinivîsand ji sala 1976 an de ,di sala 1993 an de û heyanî sala 2008 şerefa wê giha min û ez bûm ser nivîsarê wê.

 

Pêşverû : Xweştirîn roj di jiyana te de çiye?

 

Salihê Heydo :Dema ku kitêbek xwe çapkirî dibînim.

Pêşverû : Di jiyana te de tiştên herî zêde tu lê poşmam bûyî çiye?

 

Salihê Heydo: ez li tiştekî poşmam ne bûme ji ber her tiştên xwe min bîr û bawerî û lênerîn kiriye lê tiştekî şexsiye evaye ,ger ez zewcîbûma lê pir bi derengî ket

 

Pêşverû : jiyan Tekoşîn û Kêferate gelo xewin û hêviyên Mamoste Salihê Heydo çine?

 

Salihê Heydo: bê goman hêvî û xwestekên min yên tevaya milletê minin,Azadî,Dîmoqratî ,Aşitî,Serbestî û jiyaneke xweşî û bextewarî  :

Pêşverû : gotina te ya dawiyê ji xwendevanên rojnameya Pêşverû re?

 

Salihê Heydo :Ez hêvîya serkeftin û pêşveçûnê ji pêşverû re dizwazim û dixwazim di kar û barê xwe de berdewam bin di xizmetguzariya doza kurdî de û karê rojnamegeriyê de ji ber ku em bi hacetê ragihandina rast û gotina heqîn bi taybetî di qonaxa îro de û ez zehf razîme.

Pêşverû : Gelek spas ji bo agahiyan hevalê Salih bi hêviya jîneke serkeftî û temenekî dirêj ji bo te, û tu her bijî di xizmet folklor û helbesta kurdî de.

Salihê Heydo : Tu her hebî Spas xweş

  

Hevpeyvîn: Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد 649 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد (649) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : ليس من ...