Hevpeyvîna Kovara (DENG li gel Elî Şemdîn Endamê Komîta Navendî PDPKS

Share Button

10530929_698414533571339_2171349934507255254_nHevpeyvîna Kovara (DENG – Jimara 24/ Tirmeha 2014)
li gel Elî Şemdîn Endamê Komîta Navendî (PDPKS)
û nûnerê wê li Herêma Kurdistan
1.Wek hûn dizanin, li pey dagirkirina Musilê ji aliyê DAÎŞê ve, rewşa siyasî li Iraqê serûbin bû. Li gor we Iraq ji ku ve diçe? Hûn paşeroja Iraqê çawa dibînin?
* Derbas bûna DAIŞ ê li her şûnekê nîşana xerabiyê ye. Ji ber ku ne veşartiye ev rêxistina Islamî ye û tûndrewe, ew bi xwe tê jimartin weke beşek ji rêxistina EL-QAIDE e ye. eger bi ser kevê EL-QAIDE bi ser dike ve.
Lewma her pêşketinek ji vê hêza tûndrew û tîrorist re, nexasim li ser sînorê Herêma Kurdistan be, di bê ciyê metirsiyeke mezin û tirsnak, divê Kurd lê gelekî şiyar bin.
Birastî pêşveçûna DAIŞê li îraqê, wê dixê rewşeke nû û taze de, û wê ber bi guherînên mezin ve tajoyê, û ber bi qûnaxeke ne diyar tirsnak ve dibê.
Bi rastî , ev pêşveçûna DAIŞê û bi vî rengê diramatîkî, hukûmeta Malikî ber bi Kirîzake siyasî mezin ve bir, ku êdî hemî pêkhatên Iraqê daxwaza dest ji kar kişandina Malikî dikin, û pozbilindiya Malikî û guhnedana wî ji van daxwazan re rewşa îraqê ber bi parçebûn û ji hevketinê ve dibe, nexasim ji alî Herêma Kurdistanê ve, ku îro hemî qada Kurdistanê li îraqê vegerandiye nav sînorê xwe.
2. Niha li Kurdistana Başûr de alternatifa (babeta) serxwebûnê bi awayeke ciddi tê niqaşkirin. Gelo ji bo ragihandina dewleteke serxbixwe hûn rewşa Kurdistanê çawa dinirxînin? Beriya her tiştî Kurd bixwe ji bo gaveke wiha dirokî amade ne?
* bi rastî silogana serxwebûne gelekî xweş û şêrîne, û divê rojekê ev xewin were cîbicî kirin, lê birastî pêkanîna vê siloganê li ser erdê ne hêsane, gelek şert u mercên giring û giran hene, pirsa mezin ewe : gelo ew şert û merc peyda bûne ?!.yê min bixwe ez gelekî di tirsim ku ne hatine amadikirin û hazirkirin, û eger wa bê ji xwe êdî destkeftiyên hene jî dikevin metirsiyê de, û biryareke weke vê ciyê pirsiyariyêke dîrokî ye, bi silogana tenê nabê.
3. Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî ji Parlamentoya Kurdistanê xwest ku ji bo referandûmê tarîxek were destnîşankirin. Da kû Kurd derbarê paşeroja xwe da biryar bidin. Hûn daxwaza referandûmê çawa dinirxînin? Wê referandûm feydeyeke çawa ji Kurda re bîne?
* Ji xwe kêşe ne di referandûmê de ye, tevî giringya wê jî heye, ji ber ku hilbijartinên Kurdisatan u Iraqe yên ku vê dawiyê hatin li darxistin, ewan bi xwe li ciyê referandûmê de encam dan, nexasim li Kerkûk ku Kurdan bi xwe 8 kursî ji tevaya 12 kursiyan bi destxistin, ev bi xwe referendom bû li ser kurdistaniya wan nawçan, lê tevî vê yekê jî eger referendom were kirin, ew jî dibe fişarek din li ser hukumeta Bexdê ji bo qebûlkirina hemî mafên kurd yên destûri, nexasim Mada (140) ku îro li ser erdê hatiye cîbicî kirin bi saya Pêşmergên qehreman. 
4. Ji bo ragihandina Dewleta Kurdistanê ya serbixwe hûn rewşa navdewletî çawa dibînin? Gelo şert û mercên cihanê ji bo dewleteka Kurdi çiqas guncaw e?
* Raste biryara dawî divê ji cem dewletên cîhanê yên mezin ve werê sitandin, ew jî heta niha ne diyare ku bi rastî û bi eşkere piştgiriya dewleta Kurdistan ya serbixwe dikin, lê ya giringtir ewe : gelo dewletên herimî yên ku Kurdistan dinav wande hatiye parçekirin, ewê qebûl bikin li ser sînorê wan dewlata kurdî werê damezrandin?, weke ku ez têdigihim heta roja îro ew qet qebûl nakin, lewma bawer nakim dewletên cîhanî ji bo bercewendiyên xwe li gel wan, piştgiriya dewleta Kurdî bikin.
Ya rast û dirist ewe ku şert û mercên pistgiriya kurdan îro amadene ji her wextî bêtir, tenê ji bo bi dest xistina mafên xwe yên di destûra îraqê de hatine destnîşan kirin îro cîbîcî bikin, ne xasim Madeya 140 û pirsa Petrol û Pêşmerge jî..
5. Elbet Sûriye naxwaze dewletek Şia wek Iraq hilweşe. Wê helwesta dewleta Sûriyê di derbarê ragihandina dewleta Kurdi çi be gelo? 
* wek hûn dizanin, îro roj dewlet li Sûrî nemaye, tenê rêjîmek dirinde û xwînmij li Sûrî hîna maye û berdewame di kuştin û wêrankirina xelkê Sûrî de, lewma ev rejîm îro ne gelekî xema wêye dewleta kurdî hebe yan na, le di warê istratîcî de ne tenê ne bi dewleta kurdîre ye, lê bi xwe ne bi gotina kurdî re ye jî, li aliyê din ew û rejîma Iraq û Iranê hemî yek rengin (Şîa)ne, her biriyarek di derbara serxwebûnê de bidin, bê guman wê jî Sûrî li gel wan be.
6. Hilweşandina Iraqê û avakirina dewletek Kurdistan wê bandorek çawa bike li ser rewşa Sûriyê ya îro?
* Weke me got, wê rêjima sûrî pêşwaziya hilweşandina Iraqê û avakirina dewletek Kurdistan bi xurtî neke, her wiha Oposiyona Sûri jî wê ne li gel be ji ber ku heta vê kêlîkê jî oposiyon hîna bi mêjiyê Partiya BE’IS di fikirê derbarê pirsa kurd de, lê eger werê û dewleta Kurdistan were avakirin, bê guman wê bandoreke mezin bixe ser parçê din.
7. Hûn helwesta Amerikayê ya derbarê serxwebûna Kurdistanê çawa dixwînin?
*, Piştî ruxandina Sedam û Rejîma wî, û avakirina fidraliye li Herma Kurdistanê, û serkeftina vê ezmûna demoqrarî, ku bû navtedaneke mezin ji Emerîka re,ku dostaniya kurdan bike, lewma bawer nakim Emerîka di nava xwe de li dijî dewleta kurdî be, lê bi Fermî û bi eskere qet nakê ji ber bercewendiyên we yên 100% girêdayê bi dewletên mina turkiya ve.
8. Ragihandina serxwebûna Kurdistanê wê bandorek çawa li ser çareserkirina pirsa Kurd li parçeyên dî yê Kurdistanê bike?
* Kurdistan yek parçe bû, û her divê bibe yek, çi îroj be yan rojeke dinê, lewma her gavek posetîv li her parçekî kurdistanê ber bi vê armancê ve were avêtin, hêviyan wê li cem parçê dinê geştir û mezintir bike. 
Ragihandina serxwebûnê, wê yekser bandora xwe bidê ser parçê din bi başî û nebaşiya xwe ve.
9. Di vê derbarê de çi dikeve li ser milê hêzên siyasi li yên parçeyên dî yê Kurdistanê?
* Baştirîn alîkarî ewe, ku her yek li parçê xwe xebata xwe xurtir bikê, û yekrêziya xwe pêkbînê, ku êdî rê hesantir bibe li pêşiya pêkanîna Kongireya Netewî ya Kurdistanî, û heryek ji me rahêjê barê xwe li ser milê xwe, bi baweriya min ev baştirîn alîkariye ji bo tevgera siyasî û hukûmî re li Herêma Kurdistan, em êdî barê xwe jî nexin ser şanê wan.
10. Tiştekî din ku hûn lê zêde bikin?
* pendeke kurdî dibêje: Heft çîrokê Hirçê hene, tev jî li ser Heba Hirmêne, yê me jî her tiştekî werê gotin divê li ser yekrêziya kurdan be, gelo heye rojekê xewna Ehned Xanê werînin cî û bibin yek, ev bi xwe bastirîn rêye ber bi avakirina kurdisatana yekbuyî û serbixwe ve!!.
11. Gelek sipas ji bo bersivên we..
* Sipas bo we jî, her serkeftî bin..

Elî Şemdîn
Endamê Komîta Navendî (PDPKS)
û nûnerê wê li Herêma Kurdistan

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...