Hevpeyvîn… Bi Sekreterê Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê… Birêz Hemîd Hecî Derwîş re
Desteya sernivîser*
Li destpêkê, bi navê destya sernivîser a weşana NEWROZ û xwendevanên wê, em xêrhatina we dikin, tenduristiyeke baş û jiyaneke aram ji we re hêvî dikin.
Mîna hûn rewşa Kurdên Sûriyê dişopînin, ku vê demê ji hemû deman bêtir em di rewşeke xirab û ne xweş de dijîn, ji hêlekê, Herîma Efrînê berî nêzîkê salekê ji bal rijêma Turkiyê û hevalbendên wê ve hatiye dagirkirin, îro jî ew gefê li rojhilatê Feratê dixwe, diyar e ku çarenûsa gelê me di metirsiyê de ye.
1- Gelo hûn mîna siyasetmedarekî Kurdî xwedî nav û dîrok û yek ji damezrênerên Partriya Kurdî a pêşîn li Sûriyê, û xwedî ezmûneke siyasî, xwendin, nirxandin û nerîna we li ser vê rerwşê bi gelemperî çiye?.
B1:Bêgoman, metirsiyeke mezin ji Turkiyê heye ku ew deverên Kurdî li Sûriyê weke Cizîrê û Kobanê dagir bike, bêxe bin destê xwe. Ez gelekî bi ciddî li vê yekî denerim û ez dibêjim dê Turkiyê bi karekî rabe, lê ew kar çiye û li kûderê destpê bike, ez wê yekê nizanim.
2- Hûn biryara rêveberiya Emerîkayî seba vekeşîna hêzên wê yên leşkerî ji Sûriyê çawa dinirxînin?. Û gelo ew têkiliyên di navbera QSD û Artêşa Emerîkayê de bi yek carê herifîn, têkçûn, û rê li pêş artêşa Turkiyê bo derbaskirina sînorên welatê me hatiye dûzkirin?.
B2: Di nerîna min de, peywendiyên QSD û Emerîka ne dirust bûn, ew peywendiyên rojane bûn, Emerîka mifaha (fêda) xwe di wan de didît û ew weke leşkerekî li dijî dijminên xwe bikar tanîn, û armancên xwe bi cih dikirin. Bi ya min, Emerîka tu rêkeftinên fermî stratîcîk bi QSD re nekirine û roja ku nema gerekê wan be, ew ê QSD li şûn xwe bihêle, xatir bixwaze û here. Ez dibêjim, em ê gelekî şaş herin ku em baweriyê bi Emerîka bînin yan ku ew ê tiştekî ji me re bike. Di vî warî de, ezmûna Berzanî bi Emerîka re diho pêr bû, hê jî ew li ber çavan e, çawa Kîsincir Berzanî li çolê hişt û çû, ew ê QSDê jî li şûn xwe bihêle.
3- Tê ragihandin ku projeya anîna hêzeke Erebî ji Misir, Îmarat û Siûdiyê bo bakurê Sûriyê ketiye rojevê. Hûn çawa li vê nûçeyê dinerin?.
B3: Ez bi xwe bawer nakim ku ew hêz bên. Emerîka dixwaze bibiêje va ye ez ê ji Sûriyê derkevim û ev hêzên ha dê şûna min bigrin. Ez bawer nakim Ereb bên têkevin Sûriyê şûna hêzên Emerîkî bigrin.
4- Itîlafa Sûrî ya Stenbolê pesend kir ku ew nûnertiya gelên Sûriyê nake, werîsê xwe radestî hikûmeta Turkiyê kiriye, aşkere şerê mafên gelê Kurd dike. Û di dagirkirina herêma Efrînê de, hovîtiya xwe aşkere daye zanîn. Gelo di rewşeke wiha de, PYD û hevalbendên wê, ENKS, HEVBENDÎ û Partriya Pêşverû nikarin li hev rûnên, civînekê lidar xin, li hember dagirkeriyê rawestin, tevgere û çalakiyeke diblomasî li ser asta hundir û cîhanê bikin?.
B4: Hatiye xuyakirin ku opozisyona Sûrî weke opozisyoneke serbixwe nema ye, ew ketiye destê Turkan, Turk wê dibin û tînin. Me jî, em û Partiya Yekîtîya democrat»El Wihde» xwest bi erkên xwe rabin û vî karî bikin. Me (3-4) caran ji her du aliyan xwest ku carekê em li hev rûnên û bi hev re çareseriyekê ji vê rewşê re bibînin, dan û sitandinekê bi dewletan re bikin, da ku em tehlûkeya Turkiyê ji gelê xwe bidûrxînin. Lê, mixabin ku hevalên me di ENKSê û PYDê de jî beşdarî civînan nebûn û berisvine neyênî ji me re şandin. Aniha ez dibêjim, ew her du alî, di ber êşandina Kurdan de berpirsên sereke ne.
5- Parta we destpêşxeriyek ji bo lidarxistina civînekê ji hemû aliyên tevgera siyasî ya Kurdî re pêşniyar kir, mixabin, her du aliyên ku nakokî di navbera wan de hene, beşdar nebûn?. Di nerîna we de, eger di rewşeke wisa aloz de em nikaribin li hev rûnên, çawa dê em ê karibin li pêş neyarên hebûna gelê xwe xebatê bikin?.
B5:Ez jî weke mrovekî Kurd wê teqdîr bike eger em nikaribin li hev rûnên, gelo em ê karibin ji Kurdan re xizmetê bikin?!.Bi min na, ew ê nikaribin û ne dî bîra wan de ye ji bo Kurdîtiyê xebatê bikin. Eger di bîra wan de ba, wê bigotana ka carekê em li hev rûnên. Heta niha, nehatiye bîra wan em li hev rûnên , tenê hatiye bîra wan çilo şerê filankes bikin û çawa bêvankes dûrî tevgerê bikin, ew di bîra wan de ye. Ne di bîra wan de ye xizmeta doza Kurdî û bicihkirina mafê Kurd bikin. Vêca, ez bi hêvî me ku ev dawiya şaşiyên wan be, li xwe vegerin û siyaseteke nû bigrin, ne weke mirovê kor bê ronahî bimeşin.
6- Diho pêr, destpêşxeriyeke din ji bal KNK ve hate ragihandin, gelo hêvî hene ew gav here serî?.
B6: Ez bawer nakim ew gav biçe serî. Eger rast KNKê û hevalên xwe ji dil û can yekîtiya Kurdan bixwestana, wê yekîtî bi me re çêkiribana. Ew dibêjin eger ne li ser destê me be, yekîtiya Kurdan çênabe!. Ango, divê
yekîtiya Kurdan ya KNKê be. Ez bi xwe jî nizanim ew yekîtiya KNKê dixwaze pêk bîne çilo ye. Weke mirovekî di siyasetê de dixebitim, ez bi xwe tê nagihim KNKê çi dixwaze û ez bawer nakim ji bilî min jî kesek têdigihêje. KNKê dixwaze tiştê baş ku ji aliyê partiyên Kurdî derkeve, nehêle ew here serî û wê bixeniqîne.
7- Hûn paşeroja Sûriyê û pirsa Kurdî li welêt çawa dibînin?. Gelo ew bi ser çareseriyê ve diçe yan ewê aloztir û kûrtir bibe?.
B7: Mirov dibîne ku rewşa sûriyê berew xirabiyê bêtir ji başiyê diçe, ji ber ku heta niha, ronahiyek piçûk jî li cihekî xuya nabe ku rewş ber çareseriyê here, ji ber wilo ez dibêjim belkî rewş hê bêtir bi ser xirabûne ve here. Ez hêvî dikim dawî ji rewşa xirab re bê, îde bese…xelkê Sûriyê gelekî perşîn bûne, derbider bûne, bê cî û war mane, giringe dawî ji vî karê xirab re were, bese.
8- Li dawiyê, tu dixwazî çi bibêjî mamosta?.
B8: Ez ji NEWROZê re serkeftinê dixwazim û ji karmendên wê re pêşveçûnê dixwazin, hêvî dikim ku karibin di ragihandina Kurdî de roleke baş bibînin, ji gelê xwe û tevgera wî re xebateke baş bikin û bibin egerê peydabûna ragihandineke qenc û kêrhatî bo gelê Kurd û tevgera wî. Di nerîna min de, ragihandina Kurdî qels e, yah eye jî, xizmeta kesan û partiyan dike, ne xizmeta Krdîtiyê dike. Bi hêvî me NEWROZ yek ji wê ragihandina Kurdî be ya ku rê li pêş gel ronî bike.
NEWROZ, spasiya we dike ku we ev dem ji bo wê terxandiye, her di xweşiyê de bijîn.
* Rojnama Newroz – hejmar /140/ – 23 Rêbendan 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.