Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Siwêd, piştgiriya Hezên Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê dike

Share Button

Bo Raya Giştî

Wek tê ta zanîn ku li rojavayê Kurdistanê li jêr çavdêriya Emerika û Fransa yê pêvajoyekî li ser li hevanîna hêzên Rojavayê Kurdistanê destpêkiriye. Hevdîtin di navbeyna ENKS û TEVDEM´ê da dimeşe.Tê gotin ku ji bo hevkariyek mayende li ser hindek xalan li hevhatinek çê bûye. Nuha jî li ser birêvebirina herema Rojavayê Kurdistanê danûstandin berdewam dike.

Em wek Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Siwêd, piştgiriya hemû hengavên hevkarî û yekitiyên ku di xizmeta kurd û Kurdistanê da be û berjevendiya netewî ya Kurdistanê esas digrê , dikin. Daxwaza me ewe ku tu ( Rêbidin her ) partiyên siyasî yên Kurdistanî ku li Rojavayê Kurdistanê kar û xebat dikin, (da kû kes )li derveyê vê pêvajoya Hevkariyê nebin (nemînin)û cîh û mafên wan jî (dinavdê)hebe.

Hêviya me ji hêzên rojavayê Kurdistanê ew e ku daxwazên wan, ji sîstemek Federasyonê kêmtir nebe.

Heremên wek Efrîn û Serêkaniyê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, her roj bi dahan Kurd tên revandin û kuştin. Divê yek ji daxwazên wan ew be ku leşkerên Tirkiyê û çeteyên ser bi Tirkiyê, ji herema Kurdistana Rojavayê bên derxistin.

Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Siwêd, piştgiriya pêvajoya Hevkariya Hezên Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê dike û her wusa daxwaz dike ku di hemû mercan da berjevendiya netewa Kurd esas bê girtin.

Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî li Siwêd.
PSK
KDP-İrak
KDP-Îran
TDK Tevger (Tevger a Demokratik ya Kurdistanê)
PDK-Bakûr
Partiya Yekîtîya Kurdên Surî
Partiya Yekîtî ya Demukrat a kurd li Sûriyê (Yekîtî)
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 641 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 641 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...