Di dîroka / 8 / 10 / 2022an de şanda Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ku ji van hevalan pêkhatibû (Ehmed Berekat , Selah Derwîş , Ehmed Silêman , Hesen Cengo , Elî Şemdîn) , hevdîtinek li bajarê Silêmaniyê bi Bafil Talebanî serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan re pêkanîn , bi amedebûna berêz Şalaw Kosret Resûl endamê nivîsgeha rêzanî û berêz Salar Serhed Xelîfe endamê encûmena serkirdayetî û berpirsê borda peywendiyên Kurdistanî.
Di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa Sûrî bi şêweyekî kûr û taybet hate kirin û sedemên Paşketina operesyona siyasî û tunebûna asoyên çareseriya rêzanî li welêt da ku êş û azara sûriyan bi dawî bîne , Herwiha herdu aliyan rewşa tevgera rêzanî ya kurdî li Sûriyê û parçebûn û nakokiyên di navber aliyên tevgerê de gotûbêj kirin.
Herwiha herdu aliyan bi dirêjahî li ser peywendiyên dîrokî yên di navber herdu partiyên bira de rawestiyan , ew peywendiyên ku herdu rêberan Serok Mam Celal û Mamoste Ebdilhemîd Derwîş avakirine , û tekez kirin li ser berdewamî di xurtkirin û pêşxistina van peywendiyan ji bo xizmet berjewendiyên gelê kurd bike.
Ji aliyê xwe ve serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan kak Bafil Talebanî tekez kir li ser piştgîriya xwe ji Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê re û di hemû astan de , û helwesta erênî ya Partiya Pêşverû di peywendiyên xwe de bi hêzên kurdî û kurdistanî re bilind nirxand , û herwiha hewildanên partiyê di derbarê çareserkirina doza kurdî li Sûriyê di rêya diyalogê bi hikûmeta navendî re bi avakirina Lêvegereke rêzanî ya kurdî ya giştî da ku hemû aliyên siyasî yên kurdî di nav de bin.
Di dawiyê de hevalan tekez kirin li ser girîngiya berdewamiya van hevdîtinan da ku li ser hemû pirsgirêkên ku tên pêşiya gelê me di vê qûnaxa hestiyar û çarenûsî de ya ku di ser Iraq û Sûriyê re derbas dibin rawestin.
Werger ji Erebî : Dîmoqratî