Hevdîtina hevalên rêxistina Elmanya ya partiya me bi rêzdar Mesûd Tek re

Share Button

masud tek

Bi helkeftina vegera sibe ya sekretêrê giştî yê partiya sosyalista Kurdistana Tirkiyê rêzdar Mesûd Tek li Kurdistanê û Tirkiyê, Îro danê nîvro hejmarek ji hevalên rêxistina Elmanya ya partiya me, di pêşiya wan de endamê nivîsgeha rêzanî birêz Selmanê Heso û heval Mecîdê Mihemed, Serdarê Imer, Darayê Necêr û Mistefayê Tewfîq li bajarê Wuppertalê serdana wî kirin.

Di vê hevdîtinê de hevala ev vegera wî li Kurdistanê û Tirkiyê ya ku sibe şemiyê di17.10.2015 a de ye pîroz kirin, herweha ji wî û hemû hevalên partiya bira ya sosyalista Kurdistanê re serkeftin û berxwedarî xwestin.

Ji aliyê xwe ve birêz Mesûd Tek di vê hevdîtinê de sipasiya hevalên me kir, û piştî sîh û şeş salan li sirgonê geşbîn bû li ser vê vegera xwe li welat, ku karibin di demên pêş de kar û xebateke baştir ji gelê xwe û hemû pêkhatiyên Tirkyeyê re bikin.

Di dawiya vê hevdîtinê de hevala xatir jê xwest û hêvî kirin ku ew sibe bi xweşî bighêje nav milet û welatê xwe.

Rêxistina Elmanya ya partiya dîmoqrata pêşverûya Kurd li Sûriyê

16.10.2015

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...