Tu ji bîr nabî hevalo
Di gel bilbil dinalim
Di gel xortan dikalim
Di gel qîzan diqîrim
Bi şev û roj bi gav û dem
Bi teqîna topan re
Bi gurmîna bomban re
Tu jî bîr nabî hevalo
Di ber qêrîna jin û zarokên di jêr zemînan de
Di girtîgeh û zîndanê de
Di kongir û civînên partîzanî de
Tu ji bîr nabî hevalo
Li şêrewa , Deşta cûmê , çiyayê xastiya û Hawarê , li Şiyê , Çeqela , Li Bîrê Kosa ,
Li Kitxê….
Rûniştina li ber dara gulê , xewa li bin dara gûzê , Di ber vêxistina matorê û amedekirina mize , ken û henekên te….
Tu ji bîra min naçî delalo
Di amedehiyên sersal û Newrozan de Li ber solava Gemrûkê û Bendava Meydankê , li Yayla , zozan û seyrangehan li ber maseyê , bi awaz û şîngşînga piyalên meyê re
Her li ber çavên min
Naçe ji bîra min
Awirên wan çavên pilingî kenî hênik , bejnê zirav
Bihna şûşê dîzayr û dûmana cixareya di nav lêvên te de
Tu ji bîr nabî hevalo
Li Helebê , Li Kobaniyê û Cizîrê , bîranînên me li mêvanxaneya Asya û li Hola hevalê Cegerxwîn.
Li Kurdistana Başûr û Bakur
Wêneyê hevalê Xalid herdem û her gav di bîra min de ye
Gelo ezê karibim bi tenê birînên Efrîna xwe bikewînim û derman bikim , Ew birînên ku bûne welat….
Kurte jiyan
Di sala 1984an de li bajarê Efrînê hatiye jiyanê, zaroktiya xwe li gundê ciwan li ( Mistika ) derbas kiriye , xwendina xwe ya seretayî li gund xwendiye , xwendina xwe ya amedeyî û navendî li bajarê Efrînê xwendiye.
Di sala 2005an derbasî zanîngeha Helebê bûye û li wir zagonsazî xwendiye.
Di dawiya sala 1999an de û di destpêka sala 2000 î de ew weke hemû xortên me hestên welatparêziyê li cem gur dibin û guhdanê bi xebata netewî ya kurdî dike , Di vê çarçewê de wî guhdan bi dîroka gelê xwe kiriye , Dîroka şoreşên kurdî û Dîroka Kurdistanê baş xwendiye û weke xortekî welatparêz peywendî û dostanî bi gelek aliyên tevgera xwe ya netewî re kiriye.
Di Zivistana sala 2004an de ew derbasî nav xebata Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bûye û di nav rêxistinên xwendekaran de li Heleb û Kurdaxê karkiriye û di sala 2011an de ew bûye Endamê Komîta şaxê û di wê demê Ew û hevalê xwe di Partiya Pêşverû de rêxstineke xwendekaran li Efrînê dadimezrînin û rêbertiya wê rêxistinê dikin.
Wek xortekî parêzer û kadirekî partîzan li gelek çalakiyan li Efrînê beşdar bûye û gelek civîn û semîner ji xwendekaran re çêkirine.
Di sala 2015 di konfiranseke herêmî de ew hate hilbijartin wek nûnerê şaxê ji kongirê çardemîn re .
Di heman salê de ew bû Endamê Kongirê çardemîn a Partiya Pêşverû ( Kongirê pakrewanên Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê).
Piştî li darketina kongirê çardemîn hejmarek konfiransan li Efrînê û gundan li darketin.
Di konfiransê Efrînê de hevalan ew hilbijartin ji komîta herêmî re di wî konfiransî de ew bû Endamê Komîta Herêmî û berpirsê rêxistina bajêr û wisa xebata xwe berdewam kir heya kêliya dawiyê ji jiyana xwe.
Di 15 / 2 / 2018an de û di demjimêr 12 êvarê bi êş û xemgîniyeke mezin min nûçeya koçkirina xortê ciwan, xebatkarê hêja hevalê jiyana xwe rêheval Xalid Elo bihîst.
Hevalê Xalid xortekî hêja û gernas bû , xebatkarekî paye bilind û cefakêş bû, hevalekî mêrxwaz û partîzanekî pêbend û dilêr bû , Ew nimûneyeke zindiye ji xebatkarên partîzanî re.
Mamoste Xalid yek ji wan xebatkarên dilsoz û bîrmend bû , û bi dirêjahiya salan ji buhara jiyana xwe di xebata netewî ya kurdî û di karê partîzanî de berdewam bû , Bê westan di hemî beşên civakê de û di nav xwendekarên zanîngeha Helebê de û di gelek qonaxên xebatê de hevalê Xalid bi mêranî dixebitî û wek xebatkarekî dilêr û parêzerekî zîrek bervanî di ber rêbaza partiya xwe û doza netewî ya kurdî de dikir.
Hevalê Xald ji nufşê xwe re Bav û Bira bû , ji Partiya Pêşverû re hevalekî çalak bû.
Nefsbiçûk bi heval û dostên xwe re , nefsbiçûk bi civaka xwe re , hêvî û daxwaza wî ew bû ku gelê kurd jî wek hemî gelên cîhanê bighê azadiya xwe û Ala xwe li ser xaka xwe hilde û jîneke bi rûmet bijî.
Xortekî hêja Rewşenbîr, siyasetmedar , tekoşer û bîrbir bû di nav nfşê xwe de.
Gelî camêran
Bi rastî çendî ku ez li ser vî camêrî bêjim û binivîsim ez kêm dibêjim ji ber ku em bi hevre mezin bûn , Em hevalê hevî jiyanê bûn û di hemî qûnaxên jiyana rojane de em bi hevre bûn û rojekê min kêmasiyek wî camêrî nedît.
ji bilî ku ew hevalê jiyana min bû zêdetirî Yazde slalan em bi hevre xebitîn û Ez berpirsiyarê wî bûm û di hemî qûnaxên karê partîzanî de nayê bîra min rojekê min karek jê xwest û wî got ez ne vala me yan karekî min heye û hew… Lê belê ew Herdem amede bû ji xebatê re û çi karê wî heba di cî de dihêşt û digot : Ez amede me ,Kar û xebata me ya netewî di ser her tiştî re ye.
Hevalekî xebatkar û dilsoz bû , Hevalê hevalî xwe bû.
Yek ji bîranînên me
Mam Celal koçkiribû me bi hevre li merasîmên veşartina Mam temaşe dikir û şandeyên kurdî û kurdistanî gelek beşdar hebûn, Di nav wan de beşdarbûna şanda partiya me , Ez û wî em bi hevre li axavtina Damezrenerê tevgera netewî ya kurdî sekreterê partiya me heval Hemîd Derwîş temaşe dikin, Hevalê Hemîd di axavtina xwe de wiha got:
( Çendî neyarên miletê me xwestin ku min û Mam Celal ji hev bikin û ji hev bi dûrxin qet nikarîn me ji hev bi dûrxin , Lê sed mixabin qederê em ji hev bi dûrxstin ).
Ez pir bi wê gotinê êşiyam kela dilê min rabû , Ez giriyam , min dît hevalê Xalid got mamosteyê min hêdî hêdî jiyan wilo ye
Piştî çend kêliyan min lê vegerand û min jê re got :
Hevalê Xalid bi rastî zehmete ku mirov kesekî ezîz li ber dilê xwe wenda bike zehmete bira zehmete texmîn bike ku Ez û te hevdu wenda bikin , piştî ku min wisa got ew Bê deng ma û cobar bi panavê rû de daketin û xuşîn….
sed mixabin qederê em jî ji hev kirin.
Koçkirina kak Xalid ne tenê zirara malbat , Heval , Dost û partiya wî bû , Lê belê mezintirîn zirar bû ji civaka me re û ji tevgera netewî ya kurdî re.
Li dawiyê Ez bang li jinên me yên cefakêş û filovan dikim û ji wan re dibêjim Dayikno xweşkno bi lîliyên serkeftinê bi lîliyên şahiya Newrozê ji lawê xwe re ji zavayê Efrîna birîndar re bilîlînin
bi qêrîna zarokên Efrîna dagîrkirî
Bi nalînên partîzanan ez dibêjim hevalê minî hêja û leheng Nemir Xalid Elo saxe û dimînê sax di hiş û dilê me de.
Hevalê Xalid sond bi wan çavên te yên ku bi sedan stêran xwe lê digrtin
Bi navê te
Bi navê Kurd û Kurdistan
Bi navê Partiya Pêşverû emê di rêveçûna xebata netewî ya kurdî û di karê partîzanî de berdewam bin heya ku gelê me ji dagîrkerî û ji zordariyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.
Sed silav li giyanê te ey şêrê Efrîna dagîrkirî.
Sed silav li giyanê te ey dilsozê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Li gora te hevalê kar
Li gora te hezar Silav
15 / 2 / 2019
Hevalê te Hişmend Şêxo