Heval Mela Bextiyar û Hemîd Hac Derwîş civiyan

Share Button

mela bextyar

Heval Mela Bextiyar, tekezî li ser piştevanîkirina Yekîtî bo Partiya Demoqrat a Pêşverû a Kurd li Sûrya ( PDPKS ) kir û di hevdîtineka dostane de jî bo Hemîd Hac Derwîş, sekretêrê wê Partiyê, ragihand, hemû guhertinan liber çav bigirin û bername û peyrewa navxwe, siyaset û stratîj, tektîka Partiyê ligel guhertinan biguncînin ku niha heye û pêwîstiya qonaxê ye.

Îro Şemê 7-11-2015 heval Mela Bextiyar berpirsê desteya kargêrî, bi amadebûna heval Se`dî Ehmed Pîre berpirsê peywendiyên giştî yê YNK, pêşwazî li Hemîd Hac Derwîş, sekretêrê Partiya Demoqrat a Pêşverû a Kurd li Sûrya û şandeka hevalrê kir, ku pêk hatibû ji Selman Ibrahîm endamê polîtburoya Pêşverû, Elî Şemdîn nûnerê Pêşverû li Herêma Kurdistanê, Şoreş Derwîş endamê komîteya navend.

Di hevdîtineka dostane de, piştî gotûbêj kirina rewşa niha ya Rojavayê Kurdistan û Sûrya yê, Heval Mela Bextiyar û ji rewangeha serdana wî ya dawî bo Rojavayê Kurdistanê, şîrovekirina rewşa siyasî, abûrî, eger û pêşhateyên man û nemana deshilata Beşar El-Esed kir û di wê bare de, hebûna siyaset û stratîjiya hevbeş bi pêwîstiya vê qonaxa dîrokî da zanîn.

Hevdem û bo kongiraya Partiya Pêşverû jî, ku biryare di van nêzîkan de bê lidarxistin û yekemîn kongirê wê Partiyê ye dê bi awayekî eşere li Sûrya yê birêve biçe, berpirsê desteya kargêrî, hêviya serkeftinê bo kongireyê xwest û hevkarî û piştevanîkirina Yekîtî bow ê Partiyê dubare kir, herweha lidarxistina kongiraya wê partiyê jî di  vê demê de bi guncaw binav kir, bitaybet ku navçe di qonaxeka çarenivîsaz deye, Sûrya, navçe bi giştî û siyasî ya navxwe û navdewletî jî di guhertina berdewam deye û Kurd jî hejmareka mezine ji hevkêşeyan, di wê bare de jî, pêwîste bihûrî Partiya Pêşverû xwendinê bo vê rewşê bike.

Herweha heval Mela Bextiyar xweragirî û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê bilind nirxand ki cihê şanaziyê ye bo tevahiya gelê Kurd, ragihand jî, Partiya Pêşverû yek ji partiyên xwedî dîrok û mezinên Rojavayê Kurdistanê ye, di kongiraya bêde jî pêwîste  pêdeçûn û xwendin di siyasetên bihurî de bê kirin û stratîjiyeka nû bê peyrew kirin, tekez jî kir, ku pêwîste hemû guhertin ber çav bê girtin û bername û peyrewa navxwe, siyaset û stratîj, tektîka Pêşverû ligel guhertinan guncaw be ku niha heye û pêwîstiya qonaxê ye.

Got jî, Yekîtî bi pêwîstiya vê qonaxa çarenivîsaz dizane, ku Partiya Pêşverû siyaseteka hevseng liberamber hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê peyrew bike û tekezî liser demokrasî, deshilata demokrasî, çareseriya abûriya xelkê, jiyan û pêdiviyên jiyanê, çareserkirina kêşeyên jiyana civakê û berçav girtina eger û pêşhateyan, nexşerêya pêşeroja Rojavayê Kurdistanê li man û nemana deshilata Beşar El-Esed dabrêjin û biryara we çareseriya kêşeyên siyasî û neteweya gelê me be.

Ji aliyê xwe ve, Hemîd Hac Derwîş, sekretêrê Partiya Pêşverû, hevdem ligel tekezîkirin liser dîroka dostane û peywendiyên navbera herdu aliyan, rol û pêgeh û Serok Talebanî jî bi giring da zanîn.

Herweha Hemîd Hac Derwîş tekez kir ku pirsa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê , divê bi çareseriya siyasî û demokrasî ya xwe bighêje û di çarçoveya xebata vê qonaxê jî, hebûna siyaset û stratîjiyeka hevbeş bi pêwîst da zanîn bo derbaskirina vê rewşa aloz û hestiyar, her di dirêjiya axaftinên xwe de jî Hemîd Hac Derwîş sipasiya hevkarî û piştevaniyên Yekîtî kir.

ji PUKpb 

12191950_10153738344891118_2905289445776742634_n

473-6472-6

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...