Di 1 \ 10 \ 2017an de şandek ji partiya me bi serokatiya heval Hemîd Derwîş sekreterê partiyê û heval Ehmed Berekat endamê desteya kargêrî û heval Umer Cefer endamê nivîsgeha rêzanî û heval Hesen Cindî û Idrîs Çaçan endamên komîta navendî ya partiya me beşdarî hevdîtina şêwirdariyê ya ku kongira netewî ya Kurdistan bi rêxistin kiribû roja 1- 2 \ 10 2017an de li bajarê Rêmêlanê.
Di wê civatê de sekreterê partiya me heval Hemîd Derwîş peyamek pêşkêşî tevahî endamên hevdîtinê kir û ev deqa wê ye:
Dost û hevalên hêja
Beşdarên berêz
Di destpêkê de ez spasiya hevala Nîlofer dikim û spasiya serkirdayetiya KNKê û hevserokatiya hevbeş li ser bi rêxistinkirina vê hevdîtina şêwirdariyê û çendî min dixwest ku dostê min ê hêja kak Ebdela Ocelan di nav me da beşdar ba û ji vi de ez Azadiyê jêre dixwazim ku ew serbest ji zîndanê were berdan.
Ez bejina xwe ditewînim li hember tekoşîn û keda YPG û YPJ wan welatê me parast , hûn hemî dizanin ku xerîbî û penaberî çendî zor û dijware , bi taybet ên ku di bin kon û çadiran de dijîn , yekîneyên parastina gel bi rolekî hêja rabûn di parastina hersê herêmên kurdî de( Kurdax , Kobaniyê û Cizîrê ) û hûn tev baş zanin ku ez vê gotinê ne tenê li vir lê belê li zêdetirî civatekê min gotiye.
Wek ku çawa min pesna qehremantiya van şervanan kiriye ez hêvîdarim ku hûn rexneyên me jî bipejrînin , Doza girîng ji tevahî Kurd û Kurdistan re doza dîmoqratiyê ye , kurd daxwaza dîmoqratiyê dikin ji ber ku baş zanin di rêya dîmoqratiyê re azadiya wan pêk tê û mafên wan tên bi destxistin , ji ber vê yekê û berî bi 61 salan Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ev rêbaza demoqrat da ber xwe û serokê me Dr. Nûredîn Zaza silogana dîmoqratiyê rakir , Lewre ji me hemiyan tê xwestin ku em banga dîmoqratiyê bikin , Hevala Nîlofer û nûnerên Partiya Kesk a Kurdistanî jî li ser vê mijarê tekez kirin.
Di vê derbarê de Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD bi gelek kiryarên şaş radibe wek girtina nivîsgehên partiyên kurdî , bi beşdarbûna serkirdeyên PYD ê yên kevin û nuh ez bi wê hêviyê me ku vê pirsgirêkê çareser bikin ji ber ku tu carî em desthilatdariya yek partî napejrînin û emê desthilatdariya partiyeke tekane nepejrînin ( Ez bi tenê û xuda bi tenê ) ev ne raste , Me temenê xwe daye ji bo jiyaneke demoqrat lewre ji vê civatê de ez ji wan dixwazim ku hemî bargeh û nivîsgehên tevgera rêzanî ya kurdî vekin da ku xebata xwe bi serbestî bikin û ku hûn vê daxwazê pêknînin ezê bi vî temenî dakevim kolanan û li pêş wan bargehan rûnim û mangirtinê bikim heya ku hemî nivîsgehên tevgera kurdî tên vekirin.
Hêvîdarim ku hevalên PYD baş li ber vê mijarê rawestin û tu carî çênabe ku banga dîmoqratiyê bikin û bêjin em demoqratxwazin û em dîktatoriyetê bikin.
Xala duyem leşkeriya neçare
Divê di zûtirîn dem de ev leşkeriya neçar were rawestandin ji ber ku vê leşkeriyê xort li welêt nehiştin , aniha hûn li kolanên Cizîr , Kobaniyê û Kurdaxê bimeşin hûnê xortan nebîinin hemî xortên me koçber bûn û îro li xerîbiyê penaberin , tevî rêzgirtina min ji keçan re piraniya wan bê mêr û bê pişt mane û ev cihê metirsiyê ye ,Lewre berî ku biryarek bi derkeve divê ku hûn baş li ser rawestin ka ev biryar wê çiqwas di berjewendiya miletê me de be. Lewre ez daxwaza rakirina vê biryarê dkim ji ber ku xort li welatê me nehiştin.
Xala sêyem mijara fêrkirinê ye
Em dibînin ku rû bi rû ji ber sedema xwendinê koçberiyeke din çêdibe û miletê me berê xwe dide herdu bajarên mezin Şam û Helebê ji bo berdewamiya fêrkirina zarokên xwe , Ji we tê xwestin hûn li ber vê xalê rawestin û çareser bikin da ku zarokên miletê me bê fêrkirin nemînin.
Xala çarem rewşa sînor
Di derbarî sînorê herdu rêveberiyên kurd de ( Herêma Kurdistanê û Kurdistana Rojava ) çûn û hatin dijware xelkê me gelek astengiyan dibîne kesên nexweş mixabin bi mehan dimînin heya ku derbas dibin.
Ez li Silêmaniyê bûm rojê pêncî kes dihat nivîsgeha partiya me ji bo ku çawa derbas bin , Ez neçar dimam ku ez bi Dr. Hemîd Derbendî re denkim da ku rêya wan hêsan bike û min ji wî re got keko nakokiyek di navber we û PYDê de çêbû ma çima hûn sînor digrin.
Divê hûn li ser vê xalê jî rawestin û çareser bikin.
Em hemî daxwaza yekrêziya kurdan û yekîtiya helwesta kurdî dikin û careke din ez spasiysa hevala Nîlofer û birayê xwe yê hêja nûnerê Partiya Kesk a Kurdistanî dikim ji ber ku ew baş axivîn li ser vê mijarê.
Gelî hevalan
Divê em yekîtiya partiyên her parçeyekî kurdistanê ( Iraq , îran , Sûriyê , Tirkiyê ) cihê çêkin û divê em li her parçeyekî kurdistanê kongirekî li darxin û bi nerînek hevbeş derkevin piştre emê kongirekî netewî kurdistanî li darxin da ku em bighên helwesteke kurdistanî yekbûyî , çawa emê yekîtiyê ava bikin û em bi hevre nadin û nastînin û şerê hev dikin , partiya me gelek civat bi PYD , Tev Dem û ENKSê çêkirin lê mixabin me nikarî bû em hemî bi hevre civatekê çêkin , Lewre divê em yekîtiyê li her parçeyekî çêbikin piştre emê herin daxwaza kongirekî netewî û helwesteke kurdistanî bikin , zor şerme û cihê mixabîniyê ye ku di vê derbarê de em bi gelê xwe bikenin.
Di vê derbarê de min di civata yekem de ya Kongira Netewî ya Kurdistan tekez kir li ser taybetmendiya doza netewî ya kurdî li kurdistana sûriyê wê hingê kak Mesûd ji min re got ( Ku hûn bûn yek em dikarin alîkariya we bikin ) min wisa bersiva wî da ( Ma ku helwestên me nêzî hev nebûn ma tu alîkariya me nakî ) mixabinî û lomeyên min ne tenê li ser partiyên siyasi ne lê belê ez loman ji miletê xwe dikim ku çawa van kiryarên li ser xwe dipejrîne li vir û li kurdistana iraqê û li her derê.
Li dawiyê ez serkeftinê ji hevala Nîlofer û ji civata şêwirdariyê dixwazim
Ez pêşketinê ji Kurdistanê re dixwazim û ez di wê baweriyê de me ku tevgera netewî ya kurdî wê bi serkeve
Hêviya min ewe ku ev civat bibe destpêka yekîtiya tevgera kurdî û spas ji guhdariya were
1 \ 10 \ 2017
EbdilHemîd Derwîş
Sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo