Heval
Fewzî Hemîd Şêxo koça dawî kir
Çardehê Cehzeranê bû di bîranîna 60 de hat xelat kirin Lê mixabin Îro jî xwatir ji me xwest…..
Dost û hevalên hêja
Gundiyên gundê Qêsim û herêma Kurdaxê bi seranser
Silav li we
Di roja Şemiyê 13 /6/2020an de bi xemgînî me bihîst ku hevalê dilsoz Fewzî Hemîd Şêxo koça dawî kir.
Bavê Hesen yek ji wan kesên ku nehejiya , Di buhara jiyana xwe de di sala 1962an de derbas nav xebata netewî bû , Û bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe piştgir bû ji kar û xebata partîzanî re , Û ji çûkaniya xwe de aşiqê ziman û helbesta kurdî bû , Lewre xweştirîn tişt li cem wî helbestên hevalê Cegerxwîn bû. Tevî ku ji karê rêxistinî bi dûrket bû , Lê ma piştgir ji hevalên xwe re û ma pabend bi rêbaza Partiya Pêşverû heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe.
Nefs biçûk bû bi heval û dost û miletê xwe re.
Hêvî û daxwaza wî ew bû Ku rewşenbîrên me bi rola xwe rabin û herî zêde nifşên nûhatî derbas nav tevgera rêzaniya kurdî bibin û berevaniya doza xwe ya netewî bikin.
Bi helkefta vê bûyera xembar em berê xwe didin malbata hevalê Fewzî bi tevahî û kak Edîb bi taybetî em hevparê Jana we ne
Bila serê we hemiyan xweş be
Bila serê heval û dost û hezkiriyên wî û tevahî gelê kurd xweş be….
Bimînin di xêr û xweşiyê de
14 /6/2020
Rêxistina Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê