Dîmoqratî : Hesekê – Ehmed Farûq Şêxê
Îro roja duşemê di 2 /5 / 2016 dîwana 6 an ya helbestvan ,lîkolîner ,folklronasê kurd mamoste Salihê Heydo hat çapkirin li bajarê Hesekê û li ser erk û diravdayîna Partiya Demuqrata Pêşverû Kurd li Sûriya.
Navê dîwanê (HESTEKÎ NAZIK JI DILEKÎ TENIK) , dîwana yek helbeste. Ji 44 qutmeyan hatiye nivîsandin, di nav her 44 an de , gelek wêneyên torevanî têde hene, gelek navên kesên navdar bi xwendevanan re derbas dibin, Rewşa van keseyetîya mamoste Salihê Heydo bi me dide xwiyanîkirin.
Û hêjaye gotinê ku pêşgotina dîwanê mamoste Faris Osman nîvisandîye ,û Dîzayin û tîprêzîya wê : Ehmed Farûq Şêxê kiriye .
Hêjaye gotinê ku Salihê Heydo yek ji lêkolînvanê gewre ye, di warê folklorê Kurdî de, folklornasekî mezin e, wî 24 pirtûkên folklorî, û 6 dîwan weşandine , û wê dîwana mamoste di roja înê 6 / 5 / 2016 were îmzekirin li Hola Cegerxwîn ( Navenda Partiya Partiya Demuqrata Pêşverû Kurd li Sûriya ) demjimêr 5 paştî nîvro.
Hesekê 2 / 5 /2016
Dimoqrati.info