Şoreşa Sûriyê aştiyane dest pê kiribû, lê mixabin niha bûye şerekî navxweyî, derbasî qûnaxek nû û aloztir dibe piştî destêwerdana Rûsya ya leşkerî tê de.
Em dikarên li ser vê rewşê hin pêşbîniyan bibêjin, çimkî ew rewşa aloz gelek texmîn û şirove li pey xwe anin:
Deweletên cîhanê yên bibandor dê careke din van sînoran biguherin li gorî berjewendîyên xwe ,û miletê kurd gerek vê carê bêpar nemîne, lê divê zanibe çawa bercewendiyên dewletên zulhêz li cîhanê ber bi yên xwe ve bîne, û berî hertiştî divê helwest û hêza xwe bixin yek ji bo karibin bibin fakterekî bihêz û cihê seqamgêrî û aramiya li deverê.
nexasim ku di van çend salên dawî de kurd hatin naskirin li ser asta navdewletî ,ku ew hêza yekemîn in li ser qadê dijî tîrorê ku bi xwertî şer dikin diber welatê xwe û cîhana azad de, û gelek qurbanî danîne û bûne sîmbola lîbralîyet û dijî tundrewiyê li Rojhilata navîn, ji ber ku ev şerê navxweyî yê ku li Sûriya û Îraqê lidar e, dibe şerkî navdewletî û ber bi şerê cîhanî yê sêyemîn ve diçe, li gor herdû tewerên ku îro her yek ji wan xwe didin ser hev û bendekê çêdikin,yek jê Amerîka û hevalbendên wê yên herîmî û NATO ne, û tewerê din Rûsiya serkêşiya wan dike û Îran û Îraq û Sûriyê û Kûriya Bakur û Çîn jî tê de ne.
Tiştê balkêş ku herdû tewer dibêjin me li dijî tundrewî û terora Daişê ev hevbendî danîne, lê tiştên li ser qadê nîşan didin ku cenga sar di nav van herdû teweran de germ dibe, û tiştê ku di bûyera derbasbûna firoka Rûsî bo asîmanê Turkiyê û daxuyanî û gefên ji Turkiyê û NATO derketin van nîşanan didin, dibe ku şerekî cîhanî yê sêyemîn ji qada Sûryê dest pê bike ,nexasim ku piştî sê mehên din hevpeymana Saykis-Pîko bi dawî tê û temenê wê dibe 100 sal û li gor hin şirovekaran bidawî tê, û dibe careka din ev dever werin parvekirin bi sînorin nû li gor bercewendiyên hêzên navdewletî yên bibandor, lê tiştê cihê metirsiyê ye ku Kurd di nav herdû teweran de dabeş bibin û Kurdistan bibe meydana nakokî û bercewendiyên herêmî û navdewletî û em ji vê derfeta dîrokî dîsa bêpar bimînin.
Yan jî dibe ku lihevhatinek di navbera Rûsa û Amrêkana li Nîyoyork di civata Netewên Yekbûyî ya îsal de çêbûbe , kêka Sûryê li hev par kiribin,û ev destêwerdan bi arê kirina Amrêkana be, di dema ku miletê wê tê kuştin ne tenê li ser destê rêjîmê lê belê liser destê rêxistinên tîrorîst û ji birçîna û di riya koçberîyê de, bê ko dawîyeka bi lez ji vî şerê ku hişk û ter daya ber xwe re bê, bêyî ku li ser rewşa mirovahî û sedemên wê yên bingehîn bi rastî rawestin, tenê bi gotina Tişêrşêl dikin ( dijminahiya herdemî nîne ,dostaniya herdemî nîne , berjewendiyên herdemî hene). yan jî li ser garisê me tenê li hev dikin wek pêşîyên me Kurdan gotine ( Lihevhatina çûkan li ser garisê Mema ye) ,
Xuya ye piransîb û mafê mirovan tiştên herî dawî ne ku li ser radiwestin, mirovahîyê dixin qurban ji berjewendîyên xwe re.