Hesen Seyfedîn
Mamoste Hemîd Derwîş li gundê Qeremanê yê bi ser bajarokê Dirbêsiyê ve di malbateke niştimanperwer a naskirî de sala 1936an de çavê xwe li jiyanê vekir
Xwendina seretayî li Dirbêsiyê û Qeremanê xwend, paş re çû bajarê Hesekê ji bo berdewamkirina xwendina navencî
Di sala 1952an de helbestvanê mezin Cegerxwîn li bajarê Qamişlo nas dike, û bandoreke Cegerxwîn a balkêş li kesatiya wî dibe
Di sala 1954an de , li Şamê, bawernameya qonaxa xwendinê ya diwenavencî li dibistana Betiryarkiya Romên Katolîk werdigire, û derbasî kolîja mafnasiyê ya Zankoya Sûrî dibe
Li Şamê kesayetiyin siyasî û neteweperwerên kurd nas dike, mîna Rewşan Bedirxan, hevjîna mîr Celadet Bedirxan, herweha siyasetmedarê kurd ê navdar Abdulrehman Zebîhî , û mamoste Osman Sebrî û helbestvanê kurd ê binavûdeng Hejar Mukuryanî.
Di sala 1955an li Şamê ligel apo Osman Sebrî û hin kesayetiyên din Komeleya Vejandina Çanda Kurdî damezirand, ya ku hejmarek pirtûkên di warê siyaset û rewşenbîrîya kurdî de çap kirin. Her weha li mala wî li Şamê sala 1957an Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Zanîngeha Sûrî hat damezirandin
Di sala 1956an de, bi destpêşxeriya Osman sebrî û piştgiriya mam Celel Telebanî û D.Nûredîn Zaza, li gel Hemze Niwêran, beşdarî di damezirandina “Partiya Kurdên dimoqratên Sûrî” de kir, û piştî têkiliya li gel hevalên xwe yên xebatkar Reşîd Hemo, Şewket Henan, Xelîl Mihemed Elî û Elî Xoca, navê partiyê guhertin û kirin “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê” ya ku wek kurtasî bi “Partî” dihat binavkirin
Piştî helmeta girtina xebatkaran ya 12 tebaxa 1960î, bû berpirsyarê rêxistina partî, û beşdarî di parastina rêxistnê de kir
Di sala 1961, li gel Seedalla Birahîm wek yekem car çû kurdistana Îraqê , û serok Mele Mustefa Berzanî, rêberê Şoreşa Îlonê nas kir
Di heman salê de(1961) hevdîtin li gel serokê Komara Sûrî Nazim Qudsî kir, li gel şandeke kurdî ya m
Di sala 1962an de, li gel sekretêrê Partiya Demoqrat a Kurdistanî, Abdulla Ishaqî (Ahmed Tewfîq) çû Beyrûdê, ji bo piştgiriya Şoreşa 11 îlonê di warê siyasî û ragihandinî de
Sala 1966 li gel hejmarek ji têkoşerên kurd ên kadroyên Partî hat girtin li zindana Xiwêran ya kirêt
Sala 1967 bû sekretêrê Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê
Sala 1970, li gel 25 endamên din di kongirê Nawperdan li Kurdistana Îraqê beşdar bû.di heman salê de bû Rêveberê Instîtûa Kadir li Bexda
29 îlona 1972, li gel xanim Leyla Hesen Bişar dizewice, ya di hemî zehmetiyên xebata wî de pêre piştgir û hevpar bû. Du keçên wan yên delal hene (Delav û Rewşen)
Di sala 1981 de, bû serokê Komîta Hevkarî û Hevrêzkariya Kurdistanî ya ku ji partiya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan û Partiya Sosyalîst a Kurdistanî- Tirkiye, Partiya Demoqrat a Kurdistanî – Îran û Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, pêk dihat
Di sala 1990 wek endamê parlementoya Sûriyê hat helbijartin ta 1994
Sala 1992 di Kongirê Mafên Gelê Kurd de li Stokholmê paytexta Siwêdê beşdar bû
Sala 2005, beşdarî di damezirandina Ragihandina Şamê de kir, û bû serokê wê piştî girtina seroka wê D.Fîda Horanî
Di 26 cotmeha 2011an de, li gel şanda PDPKS beşdarî di damezirandina Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûryê de li Qamişko kir, û bû serokê Komîta Peywendiyên Derve ya Encumanê ta sala 2015.
Di 22 çilê paşî 2014, serokatiya şanda Kurdî li Cinêvê kir
Hejmarek ji bang û destpêşxeriyên ji bo yekkirina helwestan û yekrêziya kurdî pêşkêş kirin
Herdem daxwaza hevsengiyê di navbera xebata niştimanî û ya netewî de û serbixwebûna tevgera kurdî li sûriyê dikir, û her dem xwediyê siyaseta riyalîst a aqlane bû, û pir dijî tundrewiya netewî û olî bû
Di 24 cotmeha 2019an de , demjimêr 02:00 berê sibê, roja pêncşembê, xatirê xwe yê dawî ji jiyanê xwest
Pirtûkên wî
1. Roniyin li Ser Tevgera Kurdî li Sûriyê
2. Nerînek dîrokî derbarê Kurdên Cizîrê
3. Çar salên di parlemantoyê de
4. Abdulhemîd Derwîş di hizr û bîra niştimanî de