Zimanê dayikê tişteke giringe li rex tevaya neteweyên cîhanê, ji ber ku hestê mirovan yê herî rast û zelal bi wî tê derbirîn , û ew ziman dibe peywendiya herî bi hêz di nav wan kesên ku pê diaxivin ,û dibe mercê bingehîn ji hebûna wî miletî re , ji lewra gelên cîhanê bi tevayî giringiya zimanê dayikê naskirine û cihek wî yê bilind û taybet li rex wan heye .
Neteyên yekbûyî wek rêxistinek navnetewî ku serpereştiya neteweyên cîhanê dike , Di sala 1999an de biryar da di riya UNESCO re ,ku 21 sibatê bibe roja Navnetewî ya zimanê dayikê .
UNESCO tê naskirin wek Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî, bi vê biryarê xwest ku balê bikişîne ser zimanên çewsandî li cîhanê , Ev roj hat hilbijartin ji ber ku Di 21ê sibata 1952 de, ji bo ku zimanê Bengalî li kêleka zimanê Pakîstanê (urdu) bibe fermî.
di wê serdemê de Bengladêş mêtingeha Pakistanê bû , xwendekarên Bengalî xwepêşandanek li bajarê Deka li dar xistin . Polîsan êrîş birin ser wan û 11 kes şehîd xistin . Lê Bengladêşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîkirina zimanê xwe yê zikmakî berdewam kirin , ta ku desthilata Pakistanê neçar ma ku di sala 1956an de, herdu zimanan , Urdu û Bangalî bi hev re bike du zimanên fermî li Pakistanê
em wek gelê Kurd li seranserî kurdistanê , Zimanê me yeke ji wan zimanên ku hatine çewisandin , li ser destê rêjîmên dagîrker ji sedên salan ve .
em jî wek perçeyê rojava ji Kurdistanê , piştî bayê şoreşa azadiyê li Sûryê xist , gelek deste û sazî û komîtên zimanê kurdî ava bûn ,û dest bi geşepêdana xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî bû, li nivîsgehên partiyan û navendên saziyên sivîl û dibstanên fermî li gelek deverên kurdî bi moraleke bilind hate rêvebirin .
her weha jî li parçê bakur ji Kurdistanê, zimanê kurdî tê çewsandin li ser destê rêjîmên Toranî yên faşist , lê tenê piştî hatina hikûmeta AKP,
rê hat dan ku zimanê kurdî bê xwendin li hin zanînegh û dibistanên taybet û TV bi zimanê kurdî hat vekirin ,lê ta niha jî zimanê kurdî nebûya fermî.
Li parçê başûr ji Kurdistanê û piştî serhildana 1991 ê , zimanê kurdî serbest bû li deverên azad , bi dehan dezgehên taybet bi zimanê kurdî vebûn ,û piştî rûxandina rêjîma Sedam yê diktator di sala 2003an de , zimanê kurdî bû zimanê fermî li kêleka zimanê Erebî di Iraqa fidral de, di bin xala 4 an de ji yasaya bingehîn . ev guhertina dîrokî li başûr û avakirina dezgehên ragiandinê yên pêşketî, bi zimanê kurdî, bandora xwe ya erênî li kurdan kir li sranserî cîhanê ,
Li parçê rojhilat ji Kurdistanê ,zimanê kurdî ne serbeste û qedexe ye bi destê rêjîma olperest û qirêj .
ji bo azadkirina zimanê kurdî û hin zimanên din yê bindest li Îranê, bi helkeftina cejna zimanê dayikê ya cîhanî di vê sala 2014an de , girûpeke çalakvan ji Kurd , Ereb ,Azerî , Turkuman û Biloşan ,kampaniyek danheva emzekirinan çêkirin ,ji bo radestî neteweyên yekbûyî bikin, bi hêviya ku piştgirîyê wergirin da zimanên wan azad bibin , û bên xwendin di dibistanên fermî de .
di dema ku cîhan tev bûye wek gundekî biçûk, û sînor li pêşîya çand û ramanan nema ne , Îro bihtir ji hemî deman ji me tê xwestin ku em bi hêztir daxwaza mafê perwerdeyê bi zimanê dayikê bikin , ji bo em karbin zimanê xwe ji bişaftinê biparêzin , û zarokên me jê dûr nekevin ,ji ber ku têkiliyek xurt di navbera ziman, û nasname û kesayetiyê de heye , zarok nikarin çanda xwe ya resen nasbikin eger bi zimanê daykê ne axivin, û dê ew zarok nikarbe xweş pêşde here eger bi zimanekî biyanî bixwîne .
Neteweyên Yekbûyî biryar di sala 1953an de daye û dibêje: “Zarokên cîhanê divê bi zimanê xwe yê dayikê li dibistanan bixwînin. Ji ber ku zarok zanînê, herî baş, bi zimanê xwe hîn dibin.”
Di dawî de em bi hîvî ne ku karibin xebata xwe bi pêş de bibin , ji bo zimanê me jî bibe zimanekî cîhanî û zarokên me pê perwerde bibin , û nêzîk zimanê xwe yê kurdî di asteke bilind de bibînin
http://www.dimoqrati.info/ 3-3-2014