Xuşkên hêja
Naskirîya ku tevaya mirovan li seranserî cîhanê hersal di (8) adarê de cejna jinên cîhanê pîrozdikin , aheng û festîvalan bi vê helkeftê li dar dixin.
û Wek em tev dizanin ku piştî qurbaniyên jinên karker di xwepêşandana Şîkaxo sala 1908 an de , kongirê jinan yê cîhanî li paytexta Denîmarkê Kopinhagin sala 1910 an hat lidarxistin , biryar dan ji bo rêzgirtinê ji wan qurbaniyan re û qedir dana rola jinê ya giranbiha û mezin û berçav di hemî warên jiyanê de.roja (8) adarê destnîşan kirin wek roja jinên cîhanê.
her weha jî di dîroka kurdî de , gelek nimûnyên giranbiha sebaretî rola jinê hene , ji wan navên ku wek stêran di ezmanê niştîmanî û welat perwerî û civaka kurdistanê de di çirisin :
(Leyla Qasim , Yaşar Xanim- Mina Xanim- Rewşen Bedrexan- Edla Xatûn , Qedem Xêr , Leyla Zana ,Sakîna Cansiz…) û bi sedan bi navên wan.çimkî her mêrek xwedî bandor di dîrokê de , bê goman jinek li kêleka wî heye ku bûye pişt jê re ji bo pêşketina wî .
Bê goman hewldanên çespandina mafê jinê di dîrokê de gelekin ku rola jinê dixstin warê anîna zarokan û rêveberiya kar û barên malê bi tenê de , rola wê ya civakî tune dikirin, lê ev hewldan beravêtî bûn biqasî kû jinê karîbû karê xwe wek afret bicih bîne , û zarokên xwe rast perwerde bike û erkên xwe yên hevjînî û civakî bikar bîne ,û ji wan bîr û baweriyên teng û kevneperest derkeve û xwe azad bike û pêşbêxe.
em jî di wan baweriyan de ne , ku jin divê azad û rizgar bibe ji ramanên paşketî û mafê xwe yê rewa bidest bêxe û biparêze, da karibe rola xwe ya civakî û serke bilîze, û wek seydayê nemir Cegerxwîn gotiye :
(nîvê miletekî jinin ,çi tevgera ku jin tevlî nebe , wek laşekî nîvê wî pûçe )
Îro jî rola jinê û bitaybetî jina kurd ber çave di şorşa azadiyê de li Sûriyê , ew jî li kêleka mêr e di xwepêşandanan û çalakiyan de , tevlî rexistinên sivîl û partiyan bû ye ,ta radeya rahiştiye çekê , doza mafê xwe dike carekê wek jin di civakeke ku desthilata mêr lê sedeste , careke dî wek jineke kurd ku jan û derdên miletê kurd û siyasetên şofînîst dikşîne , dixwaze birûmet û aşîtî û wekhevî bi serbestî li ser xaka xwe bijî ,bi erkê xwe tevî dirabe, tevlî hejarî û koçberî û nexwşiyan.
wek partiya pêşverû îro em dibînim ku şoreşa sûriyê hindik maye ku bikeve sala xwe ya çaran de ,ti çareserî jê re nehatiye dîtin ,gihaye rêçeke girtî çimkî çareseriya leşkerî ti encam nedane , ji bilî kuştin û wêrankirin û koçberiyê , lewra em dibînin ku çareseriya siyasî çaktirîn çare ye ji pirsgirêka sûrî re, nemaze piştî dan û standinên Cinêv2 bi ser neketin , lê tiştê balkêş ew bû ku şanda ENKSê ya binavê kurdan beşdar bibû bi serokatiya mamosta Hemîd Derwîş daxazên miletê kurd radestî nûnerê Erebî û Neteweyên Yekbûyî Ibrahîmî kirin , em bi hêvî ne ku civaka navnetewî û hêzên sereke yên cîhanê bandora xwe
li hemî aliyan bi xurtî bikin ji bo pirsgirêka gelê sûrî bidawî bibe, ber bi sûryake azad û dîmoqrat û fidral ,ku mafê gelê kurd û hemî pêkhatan têde parastî be .
http://www.dimoqrati.info/ 7 – 3- 2014