gotinaa Partîya demuqrata pêşverû ya kurd li sûrî li gongir heqpar

Share Button

13078346_902611259847304_1732509459_o

Rêzdar Kemal Burqayî
Berêz Necatî Baram
Berêzan serkirdeyên HAK-PAR ê
Amedebûyên hêja û xebatkar
Nûnerên partî û rêxistinan
Ji bo we tavan – Ez bi navê partîya me, partîya demuqrata pêşverû ya kurd li sûrî – li vê amedebûnê û vexwendina we ji me re, rêzgirtineke kurdayetî digrim.
Gelî xwîşk û birayên têkoşer
Hêjaye ku em destî xwe deynin ser birînin xwe, û rewşa xweyî awarte bidne ber çavan li ber pêvejoya bûyer û guhertinin bingehîn di herêma me de.
Kongira we li dardikeve, û herçar perçeyên Kurdistanê di kirîzêde dişewitin. Hûn dibînin, filêketin li sûrî diqewimin û gelê meyî kurd di wî perçeyî kurdistanê de ketîye ber gefin wundabûnê. Ji hêlekê de, êrişin çetayên terorîst û tûndrew li ser gelê me berdewam û bê vegerin piştî ew filêketa bi ser serî Kobanî de hatibû. û li hêleke din, pîlan û lîstokin kirêt li ser serî tevgera meyî sîyasî têne lîstin. Tevgera ku pêwîste nûnertîya gel û doza kurdî bikê, îro tevlihevîyeke ne pak ketîye nav, û ji berhev ketî, û her wehajî, bûye destekê ecîndeyên berevacayî bercewendî û sûdmendîya kurdewerî û pêkanîna mafên gelê kurd li vî perçeyê hejar û xemgîn û belengaz.
Xwîşk û birayên gêja:
Bê guman, hûnjî bûyerin ku li sûrî û li kurdistana sûrî rû didin dişopînin. Lê tiştê herî ku dibê sedema gazinan, desthilatdarîya PYD bi zor û zordarîya çekdarî li ser zemîn û hemî pêdivîyên jiyanê ye, ku bûye janeke bê çareserî. PYD bûye sembola tûndrewî û azumana zor û zordarîyê. Bi kurtî, bi wêjeyekê tê nasîn, ewjî li ser zimanê xatûn Asya Ebdulah, hevserokê PYD ku çendane car dibêjê: Ew kesên ku bi ya partîya me nekê, cîyê wî li rojava tuneye.
Bi vî hawayî, xelkê me di bin tirs û gef û awiran de dijî, ji bilî dorpêçîya herêmin me ji alîyên terorê de bi piştgêrîya sazûman û rêcîmin herêmî.
Li hemberî vê siyasetê PYD, tevgera me tevgereke bê çare ma, ewjî di nav xwe de perçeye, bê biryare, ji ber vêjî, xwe hilpesartî derva, û rêwinda xwe û bi xwe bûye ecîndeyê bercewendîyê xelkê.
Di bin vê ronahîya kurtewer de, tê xûyakirin ku çiqwas doza me ketîye ber gefên têkçûn û windabûnê.
Li vî erdî, li vî perçeyî kurdistanê, yanî kurdistana turkiya, ev şerê bê armanc, bê nasname, û bê rû, roj bi roj xelkê me têne kuştin, gund û bajarên me wêran dibin, bi dehan hezar koçber dibin.. şerekî bodelane, ti hiş û haqil bawer nakin ku armanca vî şerî bergiriya gelê kurd û bergirî ji bo maf û hebûna kurde..
Wa li kurdistana îranê, li wirjî dest bi şerekî dibê ji ber destdirêjiya rêcîma terorîst û şovenîst û olperest li ser tevgera kurd û ceza û sezayan digrin bi çalakvan û gencên kurd yên kurdewer li asta cezaya bidarvekirinê li dadgehên taybet.. rojane em dibînin xortên me li meydanan bidarvekirîne bê sûc û bê tawan. Ewjî pêwistî wan heye bi piştgêrîyê hevalno..
Li başûrî kurdistanê, başûrê federal, li wirjî kirîzeke siyasî û aborî berdewame ji berî du salan de, hîştîye ku bi hezaran kes û malbat berê xwe bidine koçberîyê .. ji bilî gefên rasteqîne ku wan dajo ber bi şerekî navxwe.
Gelî xwîşk û biran:
Tê xûyakirin ku herçar perçeyên kurdistanê di nav kirîzêde vedgevizin, û li ber çavan bê çareye heta vê hîngê. Pêwistîya rewşê bi kongireyekî netewî û niştîmanî heye.. berêjî kar ji bo cîbicî kirina vê pêwistîyê bibû, lê neghîştibû serî ji ber destêwerdanên dijminan..
Başe, eger ew nebê, dibê em çi bikin?
Çê nabê em bêçare bimînin hevalno… yan bihêlin her perçeyek bi serê xwe êş û derdên xwe bikşînê û li çareserîya derdê xwe bigerê wek ew dizanê li gor şert û mercên her parçeyekî, yan em bi hevra çareserî ji kirîza xwera bibînin û pê bikin.. û ewên ku pê nekin dibê bi aşkereyî riswa bibin li berçavê gelê me.. û ew ji tevgera azadîxwaz neyên jimartin.
Kongira we, li ber erkin mezin û pêwîst û giringin. Gelê we li hîvîya biryarin dîrokîne, û gavên pêkane. Ancax bi vî hawayî , yan em bajone ser kirîzê, yanjî xwe ji cî biryarê bidne alî.
Mirovin têkuşer û xebatkar xwe teslîmî rewşê nakin, belê ew rewşê ava dikin… ez bawerim, ku hûn ewin, yên wê rewşê ava bikin wek em we dinasin hevalno..
Destê me di destê weda, û em bi hevra herne rewş û qonaxeke nuh… ber bi azadî û sexwebûnê de.
Hûn bijîn, û bi serkevê kongira we.. li gel silavên germ ji partîya me de:
Partîya demuqrata pêşverû ya kurd li sûrî.

13054397_902625219845908_2014678648_o

13073200_902626086512488_1651445543_o

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...