Di 15.16.06.2013 a de li Elmanya bajarê Bielefeldê konferansê dudiya yê partiya me hate lidarxistin.
Berpirsê şaxê partiya me li Ewropa birêz Birûsk Necar gotina rêxistinê xwend, ev jî metinê wê ye.
Nûnerên partî û rêxistinên bira,
mêvanên birêz,
Heval û û dostên nirxbilind,
amadebûyên hêja,
bi navê şaxê Ewropa yê partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê, em bi xêrhatina we dikin, û sipasiya we dikin ku îro hûn bi me re li vî konferansê me yê dudiwan amade bûne.
Xuşk û birayên hêja,
gelê me li seranserî welat di rewşeke gelek dijwar de derbas dibe, êş, azar, penaberî, birçîbûn, tengezarî û belengaziya ku ew roj bi roj bûye beşek ji jiyana wan ta niha bi rengekî pêwîst li pirs û kêşeyên wan nehatiye nerîn.
Bê gûman, me Kurdên Sûriyê di roja yekem de piştgiriya şoreşa Sûryê kir, hêzên Kurd bi hemû piştgirên xwe ve daketin kolanan û beşdarîya xwe ragihandin, di dema ku pirên parêzgeh û navçeyên Sûriyeyê hîna pê ne bawer bûn, dibe jî tirsa wan ji sitemkariya recîma Sûryeyê li Şamê hebû.
Nema pêwîst em bi şev û roj bêjin, ku em parçak ji şoreşa rûmet û azadiyê li Sûryeyê ne, dîmenên xwepêşandanan, belavok û daxuyaniyên partiyên rêzanî yên Kurd, pirograma rêzanî ya encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyê û ya desteya Bilind a Kurd, hemû teqez û diyar dikin ku em parçeyek ji şoreşê ne.
Lê pirsgirêka navbera Kurdan û rikbera Sûriyê li kûderê ye?
Di bawerya me de, ew pirsgirêk di mejiyê hinek rewşenbîrên şovînî û rêvebirên rikberê deye, û pirtir di destê deshilatdariya dewletên dijberê daxwazên rewa yên miletê Kurd deye, lê ka ji bo çi li hember armancên Kurdan di pêşeroja Sûriyeyê de radiwestin? Yan jî ew wek gelek caran di dîrokê de dixwazin ku em bibin arduyê dek û dolabên wan, di baweriya me de, ew dem çû û gereke her milet mafê xwe nas bike berî ku em bibin hevbeş bi wan re.
Gelî xuşk û birayan,
di derbarê rêxistina mala Kurdî de, em dikarin bêjin ku tevgera rêzanî ya Kurd tevlî hemû nakokiyên navbera partiyan, gaveke baş bo lihevkirina hemû hêzan avêt, lê di nerîna me de, ew nakokî li ber naveroka peymana Hewlêrê tête çaresekirin, ya ku li gor wê desteya bilind a Kurd di bin çavdêriya kak Mesûdê Barzanî de hate damezirandin.
Pêwîste em wan nakokiyan deynin aliyekî û em kar li ser tiştên hevbeş di vê qûnaxê de bikin, heger em dilsozê doza Kurd in bi rastî.
Di vê derbarê de, em hemû reng û şêweyên girtiyên rêzanî şermezar dikin, û em daxwaza serbestberdana wan bê bend û merc dikin, herweha em dibînin ku pirbûna hêzên çekdar yên girêdayî partiyên rêzanî kêşeyan gortir dikin, ji lewra wê çêtir be ku hemû hêzên Kurd bi zûtirîn dem di bin çavdêriya desteya pispor de karên xwe bikin, û hemû hêz cihê xwe di nav de bigrin, ji ber ku em bawer in ku yek partî bi tena xwe wê nikaribe bi karûbarên vê qûnaxê rabe.
Weku hûn dizanin, hinek ji tevgera me ya rêzanî li Ewropayê ta niha nikare xwe ji ezîtiya partîtî rizgar bike, ji lewra wê nikaribin bi erkê xwe wek têt xwest rabin, ev bû nêzîka du salan em partî û rêxistin hewil didin ku em şax û nûnertiya encûmena niştimanî ya Kurd li Ewropayê damezirînin, lê mexapin hewildanên me negihiştine serî, bi vê helkeftinê em bang li hevalbendên xwe dikin, ku em li hember miletê xwe bi erkê xwe rabin, û di demeke nêzêk de em nûnertiya encûmena xwe li Ewropayê damezirînin.
Amadebûyên hêja,
îro konferansê dudiwan yê şaxê Ewropa yê partiya me li dar dikeve, û pêre şoreşa Sûriyeyê jî temenê wê dibe du sal û sê heyv, û hîn jî pêde diçe, her roj derbas dibe, hejmara pakrewan, belengaz, penaber û kuştiyan pirtir dibe, tevî ku ev şoreş bi rengekî aştiyane dest pêkiribû, lê recîma diktator berê wê ber bi çekdariyê ve ajot, pêre pêre gelek hêz û alayiyên tûndrew û gefdar derketin ser holê.
Em ji aliyê xwe ve berdewamin bi piştgiriya şoreşê ya aştiyane, ta ku recîm bi hemû dezgeh û desthilatdariya xwe ya ewleyî birûxe, û di şûna wê de desthilatdariyeke nûjen û dîmoqratî û piralî û bi ne navvendeke rêzanî (Federal) bête afiandin, têde mafên miletê Kurd yên rewa û hemû mafên hevwelatiyan bête misogerkirin li gor hevpeyman û belgeyên navnetewî, û gereke sitemkariya der mafê miletê me de bi dehên salan hatiye kirin, bête berveanîn û hemû rengê erebkirinê li herêma Kurdistana başûrê rojava tek de biçe, bo ku em karibin bi hevre wek hevxak bijîn.
Em piştevaniya konferansê dudiwan yê wê li Cinefê bête lidarxistin bo çareseriyekê ji kêşe û pirs û çarenûsa Sûryeyê re
pêda bikin, dikin. Ta ku diblomasiyet bi rola xwe rabe û rê li pêşiya kuştina bê hempa bigrin.
Em helkeftina damezirandina yekem partiya Kurd li Sûriyê di 14.06.1957 a de li gelê Kurd pîroz dikin, li gel silavên me ji nifşên pêşî re yên damezerên vê tevgerê û bi taybet rêz û silav ji bo sekretêrê giştî yê partiya me re mamoste Hemîdê Derwêş.
Careke din, em we sipas dikin bo amadebûna we li vî konferansê me.
Silav ji bo pakrewanan Kurdistana başûrê rojava re.
Silav ji bo pakrewanên şoreşa Sûryeyê re.
Silav ji bo çalakvanên di herêma Kurdistana başûrê rojava de bi hemû şêweyan berevaniyê li xwe û miletên xwe dikin û bi taybet çalakvanên Efrîna rengîn û Serêkaniya birîndar û Tiltemira qehreman.
Şaxê Ewropa yê PDPKS
15.06.2013