Amedeyên birêz
nûnerên partiyên kurdî û kurdistanî
Nûnerên rêkxirawên civaka sivîl
Bi nave rêxistina siwîsra em bi xêr hatina we dikin û em bi hêvîne îro bi hevre demek xweş derbas bikin
Heval û dostên hêja
Îro em bîranîna 58 e mîn ya damizirandina partiya me partiya dîmoqrat pêşverû kurd li sûriya dartêxin , damezirandina wê partiyê hat pêkanîn li ser destê nifşek welatperwer û dilsozê gelê kurd di demekî de ku pir giring bû partiyek weha derkeve li ser holê , daku hêvî û daxwazê gelê kurd bîne ziman , nemaze piştî hewldanên qirkirin û tunekirina gelê kurd li ser axa wî ya dîrokî li kurdistana sûriya ji aliyên desthilatên şofînistên ereb li sûriya .
Bi damezirandina yekemîn partiya siyasî bingehê xebata netwî kurd ya aştiyane û dîmoqratîk hat sazkirin , li ser du astên sereke xebat hat şopandin , asta netewî kurd û mafê wî ê rewa ji alîkî û asta niştimanî sûrî û dîmoqratîk ji alîkî din ve .
di vê helkeftê de em hevalên damezer ên hîn zindî silav dikin di destpêka wande mamoste Ebdulhemîd Derwîş sekretêrê giştî yê partiya me û her wesa rêz û hurmeta xwe pêşkêşî wan damezerên ku çuyên li ber dilovaniya xwedê dikin .
Heval û dostên hêja
Em bi hêvîne ku bîranîna 58 e mîn ya partiya me tevgera siyasî kurd li Sûriya bibe yek ,çimkî derfetek zêrîn heye ji kurdên kurdistana sûriya ku mafên xwe bi dest xwe ve bîne piştî salên dirêj ji pêbinkirina wan mafan li ser destê diktatorên şamê .
rê tuneye li pêşiya gelê me ji bilî hevgirtinê , lewma tê xwestin ji hemû hêzên xwedî rol li ser asta kurdistanê rolek baş bileyîzin dûrî destdirêjiya welatên desthilatdar li ser herçar perçeyên kurdistanê .
Hêviyên me bi revenda kurdî heye ku rola xwe bileyîze di nêzîkbûnan de navbera hêzên kurdistana sûriya de
Carek din silav û hurmet ji were , em bi hêvîne ev ahing bibe egera xebat hevbeş li ser asta ewrûpa .
Em tekoşîna gelê xwe pîroz dikin ji afrîn û kobanê û qamişlo heta şingal û kerkok û mahabatê û her weha serkeftina HDP li kurdistna bakur pîrozdikin
Her bijî bîranîna 58 e mîn ya damezirandina partiya dîmoqrat pêşverû kurd li sûriya
Bijî kurd û Kurdistan
Bijî xebata gelê me ji bûna jiyanek bi rûmet û azad
Rêxistina siwêsra ya partiya dîmoqrat pêşverû kurd li sûirya
14.06.2015