Rêveberênkongirênetewîkurdistan,
heval û dostênbirêz:
îro kurdistan bi tevayî di qonaxekî giring û hestyar de derbas dibe ,nemaze kurdisatana bakur û rojava .
li kurdistana bakur piştî ragihandina pêvajoye aştiyê ji aliyê berêz Ebdullah Ocelan di newroza 2013 de , rewşa turkiya û rojhelta navîn danî ser masê , gelek pisporên siyasî nêzîkî wê pirojê bûn weke guhartinek ciyopolîtîkî û rolek mezin nîşan didin ji bo gelê kurd , her weha ew gav bû cihê pîrozbahiya partiya dîmoqrat pêşverû kurd li sûrya , lê em dikarin bêjin heta ew pêvajû xwe ser lêngan bi grepê diviye hemû hêzên kudistana bakur beşdarbin di navde bi rengek çalak .
ji alîkî din li kurdistana rojava em pêşberî guhartinin bingehîn eger hêzên tevgera rêzgarîxwaza kurdî bi zanebûn vê derfetê bi karbînin , em di karin di çend xalan de bi kurtasî bînin ser ziman :
1. parastina rêkeftina hewlêrê a hatî damezirandin di bin serperiştiya rêzdar Mesûd Berezanî bi hemû xalên wê , her weha parastina desteya bilind a kurdî
2. rêgirtin pêşiya şerek biragujî bi hemû şêwazan
3. beşdarbûne hemû hêzên kurdî di dezgeh û saziyên kurdistana rojava çi yên sivîl û çi yên leşkerî û ewlekarî .
4. rêzgirtin ji hemû aliyên siyasî, ne tenê ên kurdî lê yên hemû pêkhatiyên din yên kurdistana rojava de .
Rêveberên kongirê netewî kurdistanî ,heval û dostên hêja :
di vê serdemê de serdema pir partîtî û dîmoqrasiyê , pêdiviye em hemû di wê baweriyê da bin ku tu hêz bi tena xwe nikare rê veberiya kurdistanê bike , pêdiviye em şirîkatiyê bi hevra bikin da em bikarin miletê xwe bi awakî pîroz ji vê qonaxê derbasbikin , carek din silav û rêz û hûn parastî bimînin .
Partiya dîmoqrat pêşverû kurd li sûrya
Rêxistina Europa
25.05.2013