Gotin heval selman Heso di roja Rojnemegirya Kurdi de

Share Button

Biştî ofîsaRagihandinê ya Partiya me P.D.P.K.S mamosta Selman Heso xelat kir jiber kid ûxebata wî di999999 raguhandina Partîya mede, ev gotin ji mêvanan re Pêşkêş kir

Êvara we bi xêr

Em gelek kêfxweşin ku miletê me ewqas li doza xwe bi xwedî derdikeve.. wa tê xwiyakirin ,  ji ber ku îro li deha bajar û cî wek vê ahingê li dar dikeve bi seda yan bi hezara xelkê me  lê hazir dibin û piştgirya tevgera siyasî û ragihandinê dikin ev jî nîşanek serbilindiyê ye jibo me yê ku di tevgera siyasî û ragihandina kurdî de kar dikin ..

Me digo emê îro bên kulê xwe bêjin lê bi rastî niha em kêfxweşin ku xelkê me haj me hene û bi mere alîkarin .

Berî niha Hevala li ser dîroka ragihandina kurdî baş gotin , emê hinekî bînin bîra xwe ka dîroka me çawa ye ? .. gelo me karibû bi erkê xwe rabin ?

Îro 22  nisanê cejna rojnamevanya kurdîye ku berî  116  sala yekemîn rojnama bi zimanê kurdî derketibû ew jî Rojnama ( KURDISTAN.. bi rastî ew karê ku Miqdad beg pê rabû di wî wextî de karekî gelek dîrokî bû jiber ku di wê wextê de miletê kurd di halekî nexweş de bû , xwenda û zana pir kêm bûn..

Di wan rojan de ku piranya xelkê me bîra mesela netewî nedibirin  ne zanî û hejariyê wek ewrekî reş li ser kurdistanê girtibû di wê tariyê de rojnema ( Kurdistan ) weke tîrêjek ronahî hat welêt .. divê bê gotin ku rojnema Kurdistan pêşî dihat nav kurdên Sûrya û bi destê rewşenbîr û maqûlan di nav kurdê sûrya de belav dibû û di riya wan re derbasî hersê perçên dî di bû ..

Mero kare bêje ku şiyarbûna netewî di nav kurdê sûrya di wan dema de hêz girt , xwendin û nivîsandin hêdî hêdî belav bû heta bighê sala 1932 ku li şamê kovara ( HEWAR ) bi fermî derket vê kovarê derî vekir li ber rojnamevanyê li nav kurdê sûrya , lê ev kar berfireh nebû heta bighê sala 1957 dema ku tevgera siyasî kurdî dest bi karê nivîsanê kir û pêre dest bi çapemenya kurdî ya siyasî bû , tiştê nuh û giring ew bû ku ev çapemenî fireh belav dibû û digiha destê hezaran ji xelkê me .

Ji wê çaxê de miletê me bû xwedî çapemenî bi zimanê xwe, erê ew belavok biçûk bûn lê belê miletê me bi bewariyek bilind dixwend û jê hîn dibû ji ber ku rêxistinek siyasî digerand ew bû bi rastî ( Dengê Kurd )ku rojnema partiya me bi wî navî derket û paşê di sala 1966 de navê wê  bû ( Dimoqratî ).

 Di bîranîna vê rojêde em dibînin ku pêwiste ji nifşên me yê nuh re bê xwyakirin bê çapemenya partya me çawa kar têde dibû û rewşa wan hevalên karmendê wê çawa bû ..

Berî her tiştî ewan kar dikirin bê miqabil ( tewîî ) ..karek bi alavin pir sivik û biçûk bû û bêtirê wê bi dizî, pir cara ew alav dihatin girtin  ne herkesî wêrîbû wan aleta li mala xwe deynine biser de jî ew kar gelek metirsî jê dihat, lewra niviskarên me nikaribûn binavê xwe gotarên xwe belav bikin, gotarên me  bê xwedî di hatin belavkirin .. yanî ew keda wan jî nediket hesabê wan carna jî keda hinka di ket hesabê hinin dî ..aletên ku pê belavoka me derdiket Dektilo bû ku nusxak pê çêdibû ev nusxe bi alavek di ew jî ( ronyo) bû me bi dest digerand pelo-pelo bi saeta û carna bi roja wext dixwar gelek cara xira dibû .. geh pel nediman yan hibra wê peyda nedibû  ..tê bîra mi li Helebê sala 1974  mi li uoniversitê dixwend ..Hevalê rehmetî Ezîz Dawid ew herdû alet anîn mala ku mi kirê kirbû , me bihevre gotar li dektilo dixistin li ser pelê herîr çend roj diçûn paşê me li (ronyo) dixist .. du pel bi 4 rûpela belavoka (Dîmoqratî ) derdiket bi zehmetî .. lê hîn zehmet tir ew bû ku çawa emê belavokê bighinin û belav bikin ew jî demek derbasdibû diva bû hin heval wek ( Qado , Tewfîqo ) bên Helebê bi dizî bibin .. bi rastî karek zehmet bû lê em karin bêjin xweş bû .. xweşbûna wê ew bû ku me bi wan imkanên hindik karibû bi arkekî mezin rabin .. yanî erê belavoka me biçûk bû rûpelê wê hindik bûn lê wan rûpela radihişt namyek mezin û giring dighand destê miletê me ,bi wan gotarên ku di belavokê me de dihatin şiyariyek siyasî , netewî bilind dihat avakirin ruhê kurdayetî bi firehî di nav xelkê mede digerya û herwiha me mafê xwe nas dikir , xelkê me bi wê ragihandê êşa xwe naskir û pêre jî çareserî jî didît .. yanî mero kare bêje ku raya giştî ya kurdî bi van belavoka dihat avakirin lewra jî civaka me ya kurd li sûrya kesayetya xwe û taybetya xwe baş naskir û danaskirin.. niha di van rojan de xwiyadike bê çiqasî kurd li pêşya civaka erebe di siyasetê de ev ne ji vala hatiye ev keda salane ji rola tevgera siyasî û rola ragihandina kurdî ye ..

Li alîkî din raghihandna me di warê danasîna doza kurd li ser asta sûrya û raya giştî ya Erebî û nêvdewletî encamek baş daye .. bi van belavokên biçûk doza kurd baştir hatnasdikirin .. jibo wilo her jimar ji (Dimoqrati ) pir aliyên siyasî û nûnerên dewleta dixwestin ..ezê nimûnekê bêjim vê meselê dide xwiyakirin : sala 1974 balyozê yekitya soviyet li Beyrûtê her jimar dixwend û minaqeşe dikir Mamoste Hemîd wê çaxê carekê ew dîbû Balyoz hin têbînê xwe jêre gotin ,wî gotibû : (ez bala xwe didim belavoka we raste ew 2 pelin lê baş raya we dide lê hûn beşekî zêde jê li ser Felestîn dinivîsin ez vê şaş dibînim .. felestîn hevalbendê wê têra wê hene  21 dewletê ereb û hemû dewletê sosyalist .. besî wane.. êwe dostê we tunene hûn li ser doza xwe deynin baştire .. ).

Di dawî de dixwazim gotinek Mamoste Hemîd ku gelek caran di civînê fireh de ji hevala re wa digot: li hevalê me yê ragihandinê miqate bin .. ew gelek baş nerîna partya xwe û doza milet dinivîsin , ew ne kêmî nivîskarê herî navdarin ) .

Bi hêviya serketin û pêşveçûna ragihandina kurdî em vê bîranînê pîroz dikin ..

Gelek sipas jibo hatina we û gohdarya we .

Selman Heso

http://www.dimoqrati.info/

 22-04 – 2014

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 88 من جريدة التقدمي

  صدر العدد (88) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في ...