gelên ne li hev

Share Button

Darên ne aza wê şikestîbin

Gelê ne li hev wê bê serîbin

Azadî nayê di nav warê wan

Wê her bindest û birçî tîbin

Heger em hene dostê me pirin

Doza xwe bigrin li hev binerin

Ev hezar salin bin destê dijmin

Derfet hatiye li hev bigerin

Ji hevre herdem bi kerb û kînin

Awirên dijwar hevdo dibînin

Ma qey kurdîtî tund û tûjiye

Rewşa li dor xwe taze bixwînin

Derfet hatiye bidêrin bayê

Ji nav xwe rakin evê belayê

Destê hev bigrin bikin kurdîtî

Derfet zêrîne carek dî nayê

Ji hevre bibin destek û piştgîr

Hevdo bernedin bibin sing û tîr

Ev rewşa dibê li derdora me

Divê şiyarbin bi ramanên jîr

Sed sale îro welat parçeye

Bin destê hova dijminê meye

Kirne çar parçe li hev kirne par

Ev derfeta he ya min û teye

…..

Hişyarê Emerê Lalê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...