Fuad Hussein: Pêwîste hevsengiyek li navbera çanda hundir û derve de bê dirust kirin

Share Button

 imageserî nîvroya îro pênçşem 28/11/2013 birêz Fuad Hussein Serokê Dîwan Serokayetiya Herêma Kurdistanê li avahiya Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li Hewlêr pêşwaziya kadirên îdarî û komek ji xwendekarên xwendingeha Twana kir ku taybete bi xwendina wan xwendekarên li welatên Ewrupa û Amerîka û derve bi salane xwendine û niha jî vegeriyane li nav malbatên xwe yên Haerêma Kurdistanê.

Li destpêka hevdîtinê de ji aliyê Birêveberê Xwendingehê ve bi kurtî di derbarê raman û armanca vê serdanê û ezmûna wan axaftinek pêşkêş kir.

Ji aliyê xwe ve Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe bi vê serdanê nîşanda û li axaftina xwe de spasiya amadebûna wan û ji bo avêtina van hengavan kir. Her wiha dûpat li ser dakokîkirina daxwaziyên wan kir û ronahî kir ku pêwîste wekî tak û wekî grûp rêz li hest û hêviya wan xwendekaran bê girtin û cûreyek hevsengî li navbera çanda Kurdistanê û welatên ku ew têda jiyane dirust bikin ku bikarin rewşeke guncaw ji bo jiyan û xwendina wan ya li Kurdistanê pêkbînin.

Li dawiya hevdîtinê de dergeha pirsiyar û bersîvan li navbera Serokê Dîwan û Xwendekaran de hate vekirin û çendîn têbînî li vî warî de xistin rû. Her wiha mamosta û xwendekar jî ji vê serdanê gelek xweşhal bûn.

kdp.org

g

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 641 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 641 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...