Filma Kurdî (Meyrem) a derbara felekta Enfalkirinê de ye, li festivala Filêmên cîhanî ya li tirkiyê bi rêve çû xelata lîstikvana herî baş û Sînaryo ya herî baş bi dest xistin.
Birêvebirê giştî ya çand, huner û werzişê ya devera Germiyanê Ebas Ebdelrezaq îro çarşemê 27 / 11 / 2013`e ji PUkmedia yê re di daxuyaniyekê de ragihand ku, beriya demekê birêvebiriya Germiyanê derbarê feleketa Enfalkirinê de Filmek bi navê Meyrem dirsut kir, piştî 10 bi ser amadekirina filmê re çûn, beşdarî festivala filmên cîhanî li tirkiyê bû, filma Meyrem li festivalê 2 xelat bi dest xistin, yek xelata lîstinava jin ya herî baş û ya din jî xelat sînaryo ya herî baş.
Ebdelrezaq wiha berdewam kir, derhunerê Filmê derhunerek ji Kurdistana Bekûre, wî hemû hasten xwe da derhunerkirina vê filmê.
Wekî din birêvebirê çand, huner û werzişê li devera Germiyanê da xuya kirin ku birêvebiriya wî filemek din bi navê (Şahid ) derbarê feleketa Enfal tê amadekirin, û dê manga bê di roja filmên cîhanî de bête pêşkêş kirin, ev film gelek wêneyên feleketa Enfalê di nava xwe de digre, giringiya van filman ew e ku divê cîhan giraniya ew feleket û tewanên bi ser Kurdande hatine kirin nas bikin û zanibin e,her wiha dê birêvebiriya me derbarê feleketa Enfalê de filmek siyem jî di demek nêz de dirust bike.
Feleketa Enfalê ku bi ser Gelê Kurdistanê hate û bi teybet li deverên Germiyanê li pey xwe gelek êş û azar hêştin, rêjîma Baas di sala 1988 `an de li Kurdistanê li dijî sivîlan dest bi operesyonan kir û ev opersyon bi Enfal bi nav kir, di encama van operesyonan de ku çend mangan berdewam kir bêtirî 180 hezar welatiyên Kurd li çolên Êraqê ji aliyê rêjîma Baas bi zindî hatin binax kirin, ev operesyon bi tewanên cinosayîdê (komkujî) hatin nas kirin.
PUKmedia