Bi hebûna yekemîn partiya kurd li Sûriya di 1957 de , Temer bavê Salar dema ku hîn ciwan bû , xwe nêzîkî refên xebatkaran dikir û bi zûtirîn dem tevlî rêzên wan bû, bi dilgermiyek û baweriyek mezin bû endamê pêşverû . di destpêka karê xwe de li devera dêrikê kar di kir bi komek hevalên pir hêja re xebatek bê himpa kir , weke nimûne bi Ibrahîmê hacî Sebrî , Kemalê Elî Şeref , Yosifê Ibrahîm , Hemîdê Hacî Tahir û Ebdulletîf bavê Erdo û her pêva here……
Temer stîlek û kesayetiyek xwe yê siyasî yê taybet hebû , baş tê di giha bi çanda civaka kurdî ( pêkenîn , metelok, buyer , serpêhatiyên kesayetî û tor û wêjeya klasîka kurdî) . ev têgihaştina gelîrî li gel xwendina xwe ya mafnasî di zangoya Şamê de û her wesa xwendina zanînên siyasî û soyiologî. Bûn egerên kesayetek pir bi nav û deng ne tenê di nav rêzên hevalê pêşverû de lê belê li nav tevaya tevgera kurdî û kurdistanî ji alîkî û di nav tekoşerên rikberiya sivîl ya tevaya Sûriya ji alîkî din ve.
Temerê Mustefa dehên salan di pîlobîroya pêşverû de xebat kir di tenşta nemir Cegerxwîn , mamoste Hemîd hac Derwîş, Reşîd Hemo, Ezîz Dawod……, û her weha bi buhara Şamê re nûnertiya pêşverû li şamê dikir bi taybet bi oposisiyona erebî ya li sûriya , di wê mijarê de perda nezanîn li ser çavê gelek siyasetmedar û rewşenbîrên ereb rakir bi dibilomasiyek pir bilind .
Temer bi realist xebata xwe bi rê di bir , xwendina wî ji siyaseta desthilatdariya sûriya re pir rast di hat.
Îro piştî heft salan li ser koçbarkirina dawî ya bavê Salar re bihûrî ,kesên ku têkilî pê re kiribûn ji xwe di pirsin, gelo ger Temer sax ba, dê çi helwest bistanda derheqê şoreşa Sûrî de? Gelo rewşa pêşverû dê dîsa weka niha be yan na gelo rewşa tevgera kurdî dê ev ba yan na ? ev hemû di mînin tenê pirs .
Ferhad Miro
16.01.2017