ENKS û TEV-DEM li hevkirin li ser rêçûna peymana Dihokê

Share Button

tev.demenksRoja şemiyê li Hewlêrê, herdu aliyê peymana Dihokê ENKS û TEV – DEM ê  li hev kirin li ser rêçûna peymana Dihokê bi formek din .

Hêjmarek ji jêderên ragihandinê da zanîn , ku formê li ser hev kirine eve ,

 zêdekirina endamên Lêvegera siyasî da bibin 36 endam ,

 ew 3 paritiyên ku ji ENKS ê hatibûn dûr xistin ( Partî dîmoqratî  , yekîtî dîmoqrat  , wîfaq ) we bên zêdekirin li ser para TEV – DEM ê Lêvegera siyasî ,

 lê li himber wê ENKS ê 3 endamên xwe yên din bîne Lêvegerê ,

 di mîne rêjeya yên serbixwe 20% )

Jêderan dewmkir û got ku herdu aliyan demê civata Lêvegerê nîşandan dan di 05.02.2015 de  .

Di heman mijarê de ENKSê ûTEV-DEM ê daxuyaniyek dan ,

 di naveroka wê de  ev  hat :

Bi vexundina serokatiya herêma Kurdistanê şanda ENKS ê û TEV-DEM ê amadebûn li Hewlêrê daku çareyekî ji nakokiyan re bibînin ,

 ew nakokiyên   ku derketin navbera herdu aliyan de piştî hilbijartinên ku hatibûn kirin jibû temamkirina endamên Levergera siyasî Kurdî ,

 û piştî danûstandinên berpirsiyar hatin kirin li navbera herdu aliyan de , di vê qonaxa nazik de û bi serperştiya yekser ji aliyê D. Hemîd Derbendî ve nûnerê birêz serok Mesûd Barzanî ,

 herdu alî karîn wan astengiyên ku diketin li pêşiya darxistina civata Lêvegera Siyasî Kurdî  ji pêşiya xwe rakin û li hev kirin li ser cî bi cîkirina peymana Dihokê bi temamiya xwe ,

 her weha roja pêşemê 05.02.2015 soza darxistina civata yekemîn ya lêvegera siyasî kurdî li bajarê Qamişlo hat birîn .

Di vê der bare em sipasiya xwe jibû birêz serok Mesûd Barzanî re di şînin li ser guhdariya cenabê wî bi yekrêziya Kurd .

TEV-DEM û ENKS

Hewlêr 24.01.2015

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...