Hate ragihandin ku di êrîşên komên çete yên “cebhet El-nesre” li ser herêmên Kurda li gundê Tel Medîq “22km” li Bakurî Helebê, endamekî Partiya Dîmoqrata Pêşverû ya kurd li Sûriyê yê bi navê Elî Mehmûd Şehîd bûye.
Şehîdê Qehrman Elî Mehmûd kete nav rêza pakrewanê Gelê kurd li rojavayê Kurdistanê dema ku li dijî komên terorîst û hovane yên Îcebhet El-nesre” bi mêranî berxwdan kir tevî hin welatiyên din yên wî gundî, û gundên dî yên herêmê ( Tel Medîq – Guz – Qerecan) û di encama şer de bi dehan welatiyên Kurd birîndarbûn û hatin girtin û di nav wan de dostê partiya pêşverû Muxtar Mûse ku hatiye revandin.
Şehîd Elî Mehmûd di sala 1967 an de jidayik bûye û bavê 2 zaroka ye.