Mamoste Hemîd Derwîş ( sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê )
Babet / Birûskek pîrozbahiyê
Silaveke germ…
Bi babeta bîranîna ( 61 ) , saliya damezrandina partiya we ya xebatkat ( Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ) , bi navê sekretariya encûnena navendî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan em germtirîn pîrozbahiyên xwe li we dikin , û di rêya were em pîrozbahiya hemî endam , kadir û dostên partiya we ya bira dikin.
Hevala Mam Celal herdem piştgirê xebata Demoqratî û Rizgarî bû ji kurdên Sûriyê re bi tevahî û ji Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê re bi taybetî , û mamoste Hemîd Derwîş ji heval û dostên Kevin û dilsoz bû ji heval Mam Celal re , û partiya wî xwedî roleke girîng û berçave ji nav karwanê xebata rêzaniya kurdî..
Bi vê babeta giranbiha em li hêviya xurtkirin û kûrkirineke zêdetirin ji peywendiyên dîrokî yên di navber Yekîtî Niştimanî Kurdistan , û Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê , û di vê rewşa hestiyar û çarenûsî de em bi wê hêviyê ne ku partiya we karibe pirsgirêkên Kurdistana Rojava çareser bike..
Careke din em pîrozbahiya we dikin û em pêşketin û serkeftinê ji were dixwazin.
13 / 6 / 2018
Encûmena Navenda Navendî ya
Yekîtî Niştimanî Kurdistan
Werger ji Erebî :Hişmend Şêxo