Encamnameya Civîna Awerte (14.) ya Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî

Share Button

Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, komîteya diplomasîya hevbeş, roja 02.02.2018 an, civîna xwe ya çardemîn (awerte) li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî. Ev civîn civînek awerte bû. Civîn li ser rewşa Efrînê bû, yek mijara civînê hebû, li hember êrîşa dewleta Tirk di qada dîplomatîk de, em dikarin çi bikin. Di civînê de, pêşîyê ji alîyê nûnerên Rojava ve, li ser rewşa Efrînê ya niha, rewşa şer, rewşa gel û helwestên derdorên eleqedar, agahdarî hatin dayîn. Herweha rewşa siyasî û dîplomatîk ya hêzên Kurdistanî, herêmî û cihanî jî hatin nirxandin.

Gorî van nirxandinan:
Efrîn Kurdistan e, êrîşa dewleta Tirk ne tenê li ser Efrînê ye, li ser hemî kurdistanê ye. Dewleta Tirk dijmina sereke ya gelê Kurde û divê hemî Kurdistanî li hember vê dijminatî û êrîşan rawestin û Efrînê biparêzin.
Civîn, hêzên QSDê, çi jin çi mêr hemî berxwedêrên Efrînê ku bi qehermanîyekî bê hempa berxwe didin û Efrînê diparêzin, herweha hemî gelê Efrînê bi dilgermî silav dike, hevaltî û hevkarîya xwe ji wan re dubare dike.
Civîn, di şexsiyeta şehîdên berxwedana Efrînê de hemî şehîdên Kurdistanê, bi rêz û hurmet bîr tîne û ji malbatên wan û ji hemî gelê Kurdistanê re serxweşîyê dixwaze. Herweha ji hemî brîndarn re jî daxwaza şîfayê dike.
Civîn, dilxweşîya xwe tîne ziman ku derdorê mesela Efrînê de, yekîtîya gel û hêzên Kurdistanî pêkhatîye. Gelê me li seranserê Cihanê bi yek dengî li hember Êrîşên dewleta Tirk derdikevin. Em wan pîroz dikin û em hêvî dikin ku ev rewş û ev helwest, bibe bingeha yekîtîya neteweyî ya mezin.
Civîn, helwesta dewleta Rusya ya li Efrînê şermezar dike û vê helwestê layiqê gelê Rusya yê nabîne û bang li rêveberîya Rusya dike ku zûtirîn demê de dev ji vê helwesta xwe ya xirab berde û nebe hevkarê dewleta Tirk.
Civîn, di mesela Efrînê de helwesta Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UN), NATO, Amerîka û welatên Ewropa dûrî pîvanên mirovî û ehlaqî dibîne. Bang li van sazî û welatan dike ku bi eşkereyî dijê êrîşên dewleta Tirk helwest bigrin û van êrîşan bidin rawestandin.
Civîn, helwesta reya giştî ya Cihanî pozîtîf dibîne û ji bo ev helwest bi xurttir bibe û bandor li ser dewletan bike, divê sûcên dewleta Tirk û rastîya gelê Kurd zêdetir bêne bilvkirin û karên bi dostên biyanî re bê navber bêne berdewamkirin.
Êrîşên dewleta Tirk dijê qanûn û peymanên navneteweyî ne. Dewleta Tirk bi êrîş û kiryarên xwe yên hovane, li Efrînê pîvanên huqaqa şer binpê dike û sucên dijê mirovatîyê pêktîne. Dewleta Tirk, hevkarîya hêzên El Qaîde û bermayên DAIŞê dike û êrîşa li ser Efrînê têkoşîna li hember DAIŞê lewaz dike. Civîn, êrîşa dewleta Tirk û hevkarên wê, bi tundî şermezar û mehkum dike.

Piştî agahdarî û nirxandinan, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn. Xebatên heta niha hatine kirin başin û di reya giştî ya Cihanê de û ragihandinê de gelek encamên baş pêkhatine. Lê ev mehela yekemîn bû, ev tinê têrê nakin. Di merheleya duyemîn de divê em karekî xurttir bikin daku bandor li ser dezgehên biryarê zêdetir bê kirin û di asta sazîyên navneteweyî û dewletan de helwestek baş derkevi holê.

Peyre jî pêşniyar hatin girtin û plansazîyek berfireh ji bo dema pêş hate çêkirin.
Salah Darwish
Plansazîya Komîteya Dîplomasîya Hevbeş

1. Bi tevlîkirina partî û rêxistinên nû firehkirina Komîteya Dîplomasîya Hevbeş.
2. Xurtkirina Komîteya Dîplomasîya Hevbeş li welatan, li welatên tûneyî bê avakirin.
3. Karanîna zimanekî bi bandor di dema çalakiyên ji bo Afrînê.
a. Daxwazkirina herêma bê firîn ji bo Efrîn ê, (No Fly Zone for Afrin).
b. Di çalakî û xwepêşandanan de wêneyên şehîdên sivîl derxistina pêş.
c. Di axaftin û nivîsan de zimanê ku dewleta Tirk sucên dijê mirovahî û katliaman dike, bê karanîn.
d. Êrîşa li ser Efrînê DAIŞê bi hêz dike.
e. Sekinandina firotina çekan ji bo Tirkîyê û daxwaza danîna ambargoyê li ser Tirkiyê.

4. Partî û sazîyên dînî (Misilman, Mesîhî, Êzidî) bangên dijî dagirkerîyê bikin û derdorên dînî (Dêr – Klîse re peywendîyan danin.
5. Name nivisandain ji Nato, Yekitiya Ewrupa, Amerika û Rusya re.
6. Daxwazîya hevdîtinê li gel welatan, sazîyên navneteweyî, sefaretên Rus û Amerika.
7. Çalakiyên nobetê bê dem bi çadir li pêşîya sazîyên navneteweyî, parlementoyên welatan (bi wêneyên şehîdên medenî), li derdorê van çalakîyan dîplomasî were kirin.
8. Name nivisandin ji bo nûnerê UN Stefan da Mistura.
9. Bi hezaran name li her welatî ji bo serokkomar/serokwezîr ya/yê wî welatî re bêne şandin.
10. Doz li hemberî Erdogan li her welatî bêne vekirin.
11. Bi beşdarbûna parlamenterên dost, li parlamenta Ewropa, Britanya, Belçîka, Almanya, Swisre, Fransa, Kanada, Avustralya, Swêd, çalakîyên rûniştinê bêne darxistin.
12. Alîkarîyên maddî ji bo Efrinê di bin sîwana sazîyên alîkarîyê yên Kurdistanê de bêne komkirin.
13. Di hemî xebatan de alîkarîya dostan û kesên ji neteweyên cida esas bê girtin û tevlî kar bêne kirin û di komîteyan da bêne cîkirin.

Plansazîya Platforma Efrînê

1. Li Swîsre, di navbera 11 û 15ê Sibatê de, (bajarê destpêkê wê were tespit kirin) û hata bajarê Cenevre bi beşdarbûna 1000 kesî meşek dirêj were çêkirin. Hevsorekên sazîyan, serok û berpisiyarên partiyan, rewşenbir, hûnermend, sportvan, akademisyen û kesayetên naskirî tevlî vê meşa dirêj bibin û ser vî esasî hemî partî û sazîyên endamê platformê plansazîyên xwe çêbikin.
2. 17 ê Sibatê bi slogana “Emê Efrînê biparêzin û komploya navdewletî têk bibin”, pêwîste herkes bi rihê seferberîyê tevlî meş û mitinga Strasburgê bibin.
3. 17 ê Sibatê li Almanya li bajarê Munich ê, komcivîna mezin ya NATO pêktê. Li pêşîya avahîya civînê, bi slogana “Tirkîyê rawestîne, Erdogan rawestîne” xepêşandan bêne çêkirin.
4. 3 ê Adarê li hemî welatan da meşên navendî ji bo Efrînê bêne organize kirin.
5. Hata 20 ê Sibatê, bi peşengîya zarok û jinan, pêşiya sefaretên Rus û Amerika çalakî bêne çêkirin.
6. Li hemî welatan û bajaran çalkîyên rojane bêne berdewamkirin.
7. 3 ê Sibatê saet19.00 an, li hemberî hevdîtina Papa û Erdogan, li ser Twiter ê kampanya # (hashtag) ê bê çêkirin.

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 639 من الديمقراطي

صدور العدد الجديد (639) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : من المعلوم ...