Berû salvegera yekem ya koça dawî ya
mamoste Ebdul Hemîd Derwêş – 8
Pêşgotina min ji wergerandina pirtûka mamoste Ebdul Hemîd Derwêş re, ya bi navê (Tevgera Kurdî li Sûriya di bin roniyê de), ku min di (01.05.2011)’de ji zimanê Erebî kire Kurdî zaravê kurmancî:
Gotina Wergêr
Piştî çend salan, ji çapkirin û belavkirina van dîtin û bîrhatinên Mamoste Hemîd Derwîş, ko di 2000 an de, bi zimanê Erebî çapa yekem li Şamê hatibû belav kirin, di bin navnîşana (Tevgera Kurdî li Sûriya di bin roniyê de), ko ezmûna xwe ya siyasî di van bîrhatinan de bi zelalî pêşkêşê xwendevanan kiriye, li ser wan bûyerên ko di dema (1956-1983) de, pêre derbasbûne, yan jî bi xwe beşdarî di wande kiriye, û di 2003 yan de jî çapa diwem li Silêmaniyê li kurdistana îraqê hatibû çapkirin. Ji ber giringiya wan zaniyariyan û rastiya wan, mi pêwist dît ko em van bîrhatinan wergerênin ser zimanê kurdî, Ew jî:
– Wek rêzgirtinekê ji vî têkoşer û xebatkerê dilsoz û dûrbîn re, ko berî 50 salî bi germî dest bi xebatê kir, û bi şarezayî bingeha tevgera siyasî li gel hevalên xwe danî, û bê dudilî xebateke dijwar ji bo parastina nasnama kurdî û rakirina pirojeyên şofînî û siyasetên nijadperestî ko ji alî rêjîmên şofînî ve di hatin meşandin li dijî miletê wî, û bi mêranî xwe li ber zîndan û girtin û binçavkirin û li ber hemî şêweyên zilm û zorê girt, û serî qet ne çimand, û li ber êrîşên piropoganda dijmin dilsar nebû ji xebatê, û her û her geşbîn bû li dijî hemî rengên derew û bê bêbextiyan ko rojana li ser di hatin belav kirin, ta gihişte vê rojê ko bi ser bilindî yobîla zîrîn ya Partiya xwe bi serkeftin li gel dost û hevalên xwe di bîr bîne ..
– Tevî ko belavkirina vê pirtûkê bi zimanê Erebî giringiyeke wê hebû û her heye jî, ko zorîna kurdên Sûriya û Îraqê, di karin bi hêsanî bixwînin û tê bi gihin, lê bi rastî me dît ko bi wergerandina wê li ser zimanê kurdî (zaravê kurmancî/ tîpê latînî), derfetek din vedibe li ber kurdên kurdistana turkiyê û beşekî giring ji kurdên kurdistana Îran jî, ev ji bilî kurdên sûriya ko hemî bi hêsanî di vî zaravî di gihin..
– Yê min jî weke ezmûna pêşî di vî warî de, şanaziyeke mezin bû ji min re, ko pêşniyara min bi wergerandina van bîrhatinan, yek ser hate qebûlkirin ji aliyê mamoste hemîd ve, ko ev derfet da min ez beşdariya vê ezmûnê bibim û deriyekî dinê li ber xwendevanên berêz vekim ko van zaniyarên giring û buha bizaravê kurmancî bi xwînin, ji ber ko ev pirtûk bixwe ne tenê bîrhatinên kesekî wek Hemîd Derwêşin, lê belê ji ber ko ew bîrhatin weke neynikekê ye dîroka tevgera siyasî li sûriya bi tevayî nîşan û tomar dike, lewma ev bi xwe jêderekî kêm wêneye ji bo xebatker û lêkolîner û dîrok nivîsên mîjoya miletê kurd û tevgera wiya siyasî di nîvê dawîde ji sedsala bîstan de, ji ber vê jî me dît ko bi kurdî jî ev pirtûk were belavkirin.
ji ber van hokaran, û yên din jî me ev erkê hestiyar avête ser şanê xwe, û me di sala 2007 an de, bi bîneke fireh û gelekî bi wirdî dest bi wergerandina vê pirtûkê kir, ji bo ko bi serkeftin bibin serî, û me hewil da ko ta karibin şaşiyan jê kêm bikin, ko naverûka van bîrhatina winda nekin û bi parêzin, û di vî warî de birayê berêz kak Mesûd Tek alîkariyeke gelekî mezin û buha bi me re kir, di rastkirina şaşî û kêmasiyên ko hebûn, ev jî cihê rêzgirtin û sipasiya me ye, lê ligel vê jî bê guman wê hîn jî hinek şaşî hebin, ji ber ko weke me di pêşiyê de jî gotiye, ev gava me ya pêşî bû di vî warî de, lê hêvîdikim ko şaşiyên mabin jî ne li wê astê bin ko naverûka buyeran dabe guhertin û windakirin..
Silêmanî / 01.05.2011
Elî Şemdîn