Ehmed Sulêman : ENKS Di Kongirê Dawî De Biserneket….Û Rêveberiya Xweser Ta Niha Erê Ji Piraniya Xelkên Deverê Nestendiye

Share Button

3031507226Baz Elî Begarî(Qasiyûn) – Ajansa Qasiyûn A Nûçeyan Hevdîtinek Ligel Endamê Pîlotbîroya Partiya Pêşverû Berêz Ehmed Sulêman Çêkir Tê De Behsa Rewşa Polîtîk Di Sûriya Û Deverên Kurdî De Ki Û Her Wiha Derbarî Kongirê Partiya Wan Yê Di Dema Tê De Wê Li Darkeve Axivî, Di Xêzên Tên De Hevdîtin Bigiştiye….

Mamoste Ehmed Sulêman Endamê Pîlotbîroya Partiya Demoqrat A Pêsverû A Kurd Li Sûriya, EM Dilşane Bi Te Ligel Ajansa Qasiyûn A Nûçeyan, Destpêkê Emê Di Ware Navwelatî Biaxivin, Û Bi Taybet Pêvajoyên Polîtîk Ên Dawî Di Cîhanê De , Û Ew Lihekirinên Di Nav Hêzên Mezin De.

Axaftinên Wezîrê Kar Û Barên Derve Yên Amerîka “Con Kêrrî”Debarî Pêdekirina Çareseriyekê Jib O Kirîza Sûriy Di Vê Hefteyê De, Û Axaftinên Serokê Rûsiya “Filadîmêr Pûtên”Ku Dibêje “Alîkariya Amerîka Ji Opozisyona Sûrî Re Ne Rewaye”, Berêz Ahemed Sulêman Tu Weke Polîtîkavanek Kurd, Xwendina We Ji Van Pêvajoyan Re Çuiye, Û Bandora Wê Liser Rewşa Sûrî Bigiştî, Û Ya Kurdî Bi Taybet Çiye?

Ez Bawer Nakim K Utu Rêkeftinek Bavwelatî Çê Bibe Derbarî Çareseriyekê Ji Kirîza Sûriya, Û Ez Dibînim Ku Dilgiraniyek Nevwelatî Heye Ji Zehmetiya Rewşê Û Bandora Wê Liser Ewlehiya Herêmê Û Cîhanê, Ev Koçberiya Mezin Weke Mînakekê Liser Vê Yekê Ye, Û Ev Dilgiranî Dihêle KU Ansiytîf Her Dem Û Dem Derkevin, Her Wiha Hebûna Leşkerî A Rûsî Di Beravên Sûrî De, Ji Xêza Rêkeftinên Deverê Kontirolêd Dernakeve, Ew Rewşa Ku Nehatiye Guhertin Ta Niha, Tevlî Ku Qunaxa Dualîtiyê Di Nav Amerîka Û Rûsiya De Bi Dawî Hatiye, Û Amerîka Pêdekirina Aramiyê Di Cîhanê De, Hewcedarî Rûsiya Û Ewripa Ya, Lê Bandora Van Tiştan Liser Rewşa Sûriya Berhemên Wê Zû Dernakevin, Û Nêzîk An Dûr Wê Destêwerdanek Navwelatî Bibe Yek Ji Rêyên Pêdekirina Çareseriyekê Ji Kirîza Sûrî Re, U Ez Dibêjim Ku Hebûna Leşkerî Ya Amerîkî Mîna Ya Rûsî Di Sûriya De Wê Bibe Û Eger Bi Rengekî Kêmtr, Eger Bi Rêya Topbarandina Rojane Ji Cihên Daişê Re An Birêya Perwerdekirina Şervanên Opozisyonê An Hevrêziya Bi YPGê Re, Û Ew Wê Bandora Wê Liser Deverên Kurdî Hebe, Û Destpêka Çareseriyekê Ji Kirîza Sûrî Re Be Dema Ku Hêzên Navwelatî Li Hev Bikin.

2- Di Warê Kurdî De, Di Demek Ne Dûr De, Kongirê Şeşemîn Ê Partiya PYD Li Darket, Li Bajarê Rimêlan, Bi Beşdariyeke Xuya Ji Partiyên Kurdistanî Re, Û Nebeşdarbûna Encumena Niştimanî Kurdî “ENKS”, Ev Nebeşdarbûn Bi Nerîna Te Weke Serkirdeyekî Partiyek Xwedî Rol Di ENKSê De, Tê Wateya Ku ENKS Ji Dervî Lîska Polîteke Niha?

Ez Bawer Nakim Ku Bi Beşdariya Kongirekî An Nebeşdariyê Tê Wateya Deketina Ji Liska Polîtîk, Lê Ew Bêhtir Berhma Nakokiyan Di Nav ENKS Û PYDê De Ye.

3- Hûn Weke Partiyek Xwedî Rol Di ENKSê De, Di Nerîna We De, Çare Çiye Ku Encumen Ji Pûçbûna Xwe Derkeve, Û Pêsverû Tu Anisiyatîf Pêşkêşkiriye Ta Ku ENKS Çalak Bikin Bêhtir?

Me Zanîbû Ku Encumen Gihiştiye Çi Rewşê Beriya Kongirê Wê Yê Siyem, Ew Kongirê Ku Hat Pir Paşxistin Ta Ku Em Çara Bibînin, Le Mixabin, Me Weke Partiyên Encumenê Nikarîbû Çare Dîtiba Ta Ku Em Rola ENKSê Bihêztir Biki, Û Ji Ber Vê Yekê, Partiya Me Xwe Ji Hemû Komîtên Encumenê Vekişand, Ew Komîtên Liser Bingehên Kevin, Yên Ku Têkçûna Xwe Tekez Kirin Hatin, Hatin Avakirin , Û Ev Wê Ji Mijarên Girîng Bin Ku Emê Di Kongirê Xwe Yê Partiyê De Gotûbêj Bikin.

4- Tê Gotin Ku Partiya We Alîgirên Partiya YNKê Ne, Û Ew Niha Piştgiriya Tev-Dem Dike, Bi Taybet Piştî Serdana Dawî Ya Berêz “Mula Bextiyar”Serkirdeyê YNK, Û Pesindariya Wî Ji Rêveberiya Xweser Re, Û Hûn Birastî Alîgirên YNKê Ne? Û Gelo Hûn Çawa Dezgehên Rêveveriyê Dinirxînin?

Em Û YNK Têkiliyên Me Mêjûyî Ne, Vedigerin Destpêka Damezirandina YNKê De Di Sala 1975an De Û Têkiliyên Di Nav Sekreterê Partiya Me De Ebid El-Hemîd Dewîş Û Serokê YNK Mam Cele Talbanî De Vedigerin Salên 50 Di Çerxabûrî De, Û Her Dem Û Ta Niha Ew Têkilî Liser Bingeh Rêzgirtinê Û Taybetmendiya Her Hêlekê Avadibin, Û Em Her Dû Rewşa Alîgiriyê Nefet Dikin, Û Ev Nayê Wateya Ku Em Û YNKê Ne Dûrî Hevbûn Di Hin Caran De, Û Bi Hevre Bûn Di Carin Din De.

Derbarî Nerîna Me Di Rêveberiya Xweser De, Ew Tiştek Li Wan Vedigere Û Nerînen Wan, Û Em Rêzê Li Ramanên Wan Digirn, Lê Cudahiya Di Nav Me De, Di Nirxiandina Kare Rêveberiyê De Ye, Em Dibînin Ku Ezmûneke Ta Niha Erê Ji Piraniya Welatiyên Deverên Rêveberiyê Ne Stendiye, Û Pir Hêlên Polîtîk Ên Kurd Di Sûriya De Jê Kêmin, Tevlî Ku Rêveberiya Deverên Kurd Mafek Rewaye Di Vê Rewşa Ku Sûriya Tê De Dibûre, Û Hin Biryaren ENKSê Hene Vê Yekê Tekez Dikin, Lê Cudayî Ewe Di Şêweyê Vê Rêveberiyê De, Û Bingeha Wê Ya Polîtîk Û Yasayî Û Rêça Wê Ya Netewî.

5- Berêz Ehemd, Emê Bên Behsa Rewşa Hinder A Partiya We “Pêşverû”Bikin, Hûn Niha Li Ber Dergehê Kongirê Xwe Yê Giştî Ne, Û Gotin Pir Bûn Derbarî Siberoja Partiyê Û Bi Taybet Sekreterê Partiyê, Gelo Tu Guhertin Di Ware Rêxistinê De Di Partiyê De Hene?

Belê Em Amadekariya Kongirê Xwe Yê Çardan Dikin, Û Ewê Di Rewşek Pir Zehmet Liser Mile Netewî Kurdî Û Niştimanî Sûrî Lidarkeve, Û Di Piroje Hene Yek Di Warê Sîstema Hindirîn De, Û Yek Rêbaza Polîtîk De Û Ew Niha Cihê Gotûbêjê Ye Di Nav Hevalan De, Û Di Sîstema Hindirîn De, Me Hin Pêşinyar Pêşkêş Kir Ta Ku Guhrtinek Mezin Li Gorî Qunaxê Çê Bibe, Lê Derbarî Sekreterê Partiyê Û Nerîna Mamoste Ebid El-Hemîd Derwîş Serkerterê Partiya Me, Ev Mijar Me Ta Niha Biryar Derbarî Heval Derwîş Ku Ji Mafê Wî Ye An Na Ta Ku Derbarî Vê Mijarê Biryar Bide, Çimkî Em Dibînin Ku Heval Ebid El-Hemîd Derwîş Ta Niha Bihêze Û Çalake Û Dikare Ku Bi Karê Xwe Rebe, Lê Gotûbêjkirina Bêşxistin Û Nûkirina Alavê Serkrokatiya Partiyê Wê Alîkariyê Bike Ta Partî Pêşkeve Û Rola Serokatiyê Bihêztir Bike, Û Belavkirina Erkan Dema Ku Xizmeta Partiyê Bikin We Bibe, Û Ev Tev De Wê Di Nav Karê Me Debe Û Wê Gotûbêj Bibe, Û Ev Yek Doza Sekreterê Partiyê Ye Bêhtir Ji Her Kesî.

6- Wê Guhertin Di Şêweyê Karê Polîtîk Yê Partiyê Hebe Piştî Kongir An Wê Kongirek Normal Be?

Guhdana Ku Polîtîkvan Û Cemawer Dide Partiyê Tê Ji Ber Rola Partiyê, Û Wê Bargain Dike Û Berpirisyar Dike, Û Ev Rewşa Ku Em Têde Dibûrin Ne Normale, Û Ez Dibînim Ku Wê Biryarê Kongirê Ne Normal Bin, Û Dive Ligor Qunxa Polîtîk Bin, Û Alîkarbin Ta Nerîna Partiyê Ji Hemî Pirsgirêkên Girîng Yên Têkildarî Sûriya Û Kurdan Di Sûriya De Bin.

7- Pirojeke Yekîtiyekê Di Nav We Û Du Partiyên Din Yên Endamên ENKSê (Wekhevî, Û Dîmoqratî Niştîmanî) Hebûn, Piştî Ansiytîfek Ji Hin Kesayetiyên Polîtîk, Hûn Gihştin Çi Divê Yekê De, Û Çi Rêgir Di Rêya Vê Yekîtiyê De Hene, Tevlî Girîngiya Wê?

Me Bi Erê Bersiva Hevalên Kevnar De, Di Banga Wan Bi Yekîtiyê Di Nav Hêlên Ku Partiya Pêşverû Avakiribûn, Beriya Sala 1991ê De, Û Ev Hat Di Daxuyaniya Komîta Navendî A Partiyê De, Lê Rewşa Siyasî Û Şêweyê Têkiliyan Di Nav Partiyên Tevgerê De Ne Alîkar Bûn, Û Ez Dibînim Ku Hêlên Din Ne Amade Bûn Ji Vê Yekê Re, Û Hin Ji Wan Dîtin Ku Guhertinek Mezin Di Polîtîka Wan De Çêbûye, Û Ew Ne Liser Rêbaz Û Polîtîka Pêşverû Ne, Û Ev Mafê Wane, Lê Ez Dibînim Ku Qunax Alikare Ji Yekîtiyên Sîstemî Re, Ji Ber Pir Sedemin Cuda, Ez Wan Naynim Ziman Çimkî Gotina Wan Bizyane Û Bê Sûde.

8 – Mamoste Ehemed Sulêman, Spas Jib O Ferhbûna Sînga Te, Û Gotina Dawî Ji Te Re Ye ….
Ez Spasiya We Dikim Û Spasiya Dezgehê Dikim, Çimkî We Ev Derfet Da Me Ta Ku Em Nerîna Xwe Bibêjin, Û Nerîna Xwe Derbarî Hin Pirsan Diyar Bikin, Û Ez Serkeftinê Ji Were Dixwazim, Û Ji Tevgera Kurdî Re, Ta Ku Rêyên Lihevkirinê Bibîne, Çimkî Bi Wê Yekê Wê Rola Kurdan Di Ware Niştimanî De Bihêz Bike, Û Wê Karîbin Bervaniyê Di Ber Hebûn Û Mafên Xwe De Bikin.

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...